Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hevdîtinên DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan ra gotiye:
“Pêvajoya trafîka serdanên Îmraliyê qediya, ya ku ji vir û
şûn da tê payin fesihkirina rêxistina terorê ye. Ev ne pêvajoya dan û standinê
ye. Ne pêvajoya bazarkirinê ye.”
Lîstik qediya. Wer xuya dike negihîştin armanca xwe, tiştê li dû bûn, tiştê ji Evdila Ocalan dixwestin bi dest nexistin.
Ya Evdila Ocalan tam li gorî wan nekir, ya jî tiştê kir têrê
nekir.
Îhtîmala Evdila Ocalan ji PKk´ê û PYD´ê, HSD´ê ra bibêje
teslîm bibin, Tirkiye çi dixwaze wiya bikin pir zeîf e.
Çimkî Evdila merivekî jîr e, zane bangeke wer bike kesê guh
nedê, ewê xwe daxîne sifirê. Û heger PKK û Kurdistana Rova têk biçe, tirk
tavilê ewê îşê wî biqedînin.
XXX
Li Îranê her roj li dora 6 kesan tên îdamkirin. Dîrektorê
Rêxistina Mafên Mirovî Mahmûd Reza Amiry-Moghaddam gotiye, li Îranê di nav 5
mehên dawî da her roj di nabêna 4-6 kes hatine îdamkirin.
Ev barbarîyeke mezin e. Gerek Neteweyên Yekbûyî, dinya
midaxeleyî vê wahşetê bike. Bêdengiya li hemberî van celadan sûcekî mezin e.
XXX
Li vê dinyayê kesên herî pîs, herî bêexlaq merivên diz in.
Pîsî û bêexlaqiya diziyê ne li gorî qîmet û bihayê tiştê hatiye dizîn, çi bi
çûk, çi mezin, dizî karekî pîs e. Ha pêşek zêr, xişir dizîye, ha nivîsa yekî
dizîye, eynî bêexlaqî ye.
Li Tirkiyê diz pir bûne, hin kes bi diziyê(bi întîhalê) bûne
tuxtor, profesor.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar