28 januari 2025

Mîrata pêşiyên me ji me ra hîştine ne hindik e

Heta 15-20 sal berê jî meriv digot belkî pêşiyên me qet tiştek li pey xwe ji me ra nehîştine; here were berhemên Elî Herîrî, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û çend hebên din in.

Lê ne wisa bûye, berhemên ji ber talanên dagirkerên welatê me osmanîyan, tirkan xelas bûne ne hindik in. Me nizanîbû. Xelkê newêrîbû derxista. Yek bi yek, hêdî hêdî tên dîtin û çapkirin.

Di van salê dawî da bi saya hin akademîsyenan bi sedan berhemên kurmancî derketin pîyasê.

Ji Zanîngeha Mêrdînê Prof. Dr. Zahir Ertekin di hevpeyvîba xwe ya di Rûdawê da gotiye:
”Di lêkolînên me yên hetanî nuhda me li dora 800 edîb û şairên klasîk tespît kirin. Em zanin 800 şairî bi kurdî nivîsîne.”

Weşanxana Peywendê, Nûbiharê, Avestayê, Darayê di van salên dawî da gelek berhemên haya me ji wan tunebû weşandin.

Xwediyê Peywendê dostê minê hêja M. Xalidê Sadînî wek dedektîfekî jîr, zane çi dike, bi pey berhemên kilasîk, yên haya me ji hebûna wan tunebû ketiye, wan yek bi yek bi cî dike, ji sandoqên kevnar derdixîne, ji rizandinê xelas dike, çap dike.

Mala camêr hezar carî ava be.
Him akademîsyen, lêkolînerên me, him jî hin weşanxaneyên kurdî bi rastî karên pir hêja dikin. Dibê meriv wan teqdîr û pîroz bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar