28 januari 2025

Kurd ewê Rojhilata Navîn biguherînin

Wer xuya dike kurd ewê herêma xwe, Rojhilata Navîn biguherînin. Tarîxê ev wezîfeya tarîxî, pêşengiya vê guherîna mezin daye miletê kurd.
Bi azadbûna kurdan ra her çar dewletên dagirker jî ewê serobinî hev bibin, biguherin.

Çimkî ev hêz, ev potansiyela guhertina dûzanên hene tenê bi kurdan ra heye.
Kurd li her çar perçên Kurdistanê pêşengiya guhertinê, şoreşê dikin; motora, dînamoya guherînî kurd in.Bi tirk, ereb û farisan ra ev potansîyel tune ye. Potansîyeleke zeîf bi farisan ra hîn jî heye, lê pir zeîf ketine, têkçûnên çend serîhildanên wan ew ji hêz da xistine.
Lê tirk û ereb tu hêviyê nadin meriv. Tirk û ereb civatê ne bi pêş da, bi paş da dibin; potansîyela civata tirk û ereb a paşverû, cîhadîst, antî demokratîk, antî Xerb ji ya pêşverû, demokrat xurttir e.
Lema kurd bi azadbûna xwe ra ewê Tirkiyê jî, Îranê jî, Sûriyê jî û Îraqê jî biguherin. Ev potansîyela civakî ya guherînê bi kurdan ra heye.
Kurd cepheya demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê, plûralîzmê temsîl dikin. Di nav kurdên her çar perçên Kurdistanê da tevgera jinan xurt e, di her qadê da xwedî hêz û giranî ye. Li ba tirk û ereban tiştekî wiha tune ye.
Lê hêza kurdan bi tenê têra guherînên van civatan nake, jê ra alîkarî, piştgirî lazim e. Dibê dewletên mezin piştgiriyê bidin kurdan. Ya na Sûriye, Îraq û Tirkiye jî ewê bibe Afganîstan. Dibê welatên Xerb vê talûkeyê bibînin.

XXX

Hin kes hene ne hors in, ne çakûç in, ne def in, ne qolik in, nej î zur ne; dibşibin leglegê, şev û roj hal û karê wan leqleqa vala ye…
Ne dibin gul xelk wan bîhn bike, ne jî dibin stirî û dikevin destê dijmin…
M
erivên wiha tunebin tu kêmasî, valahî çênabe. Çimkî wek dareke hişkbûyî ne, ne sîya wan heye, ne jî mêweyên wan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar