27 januari 2025

Tirkiye ji bo kurdan 11 zindanên din çêdike


Birêvebirên Tirkiyê ji bo ku çend hezar kurdên din jî bigrin bin kilîtê zor dane çêkirina girtîgehan, jimara girtîgehan zêde dikin.

Li gorî agahiyên Wezareta Dadê li Tirkiyê 405 girtîgeh hene û jimara girtîyan jî 384 hezar û 216 kes in.
Li gorî beyana Wezareta Dadê îsal ewê 11 girtîgehên din li 405 girtîgehên hene zêde bikin. 

Rejîmeka wiha ancax jimara zindanan zêde bike. Esad Tirkiye bi xwe bûye zindaneke mezin. 

Bi taybetî jî ji bo me kurdan. Roja çend kurdan bi hinceta PKK´ê negirin tune ye. 

Tu sedîsed li dijî PKK´ê be jî mêrikan bi îthama hevaltiya PKK´ê însanan digrin.

Ji bo girtin û terorîzekirina kurdan, ji bo koçberkirina bi hezaran însanî hebûna PKK´ê ji bo vê rejîma faşîst bûye wek nihmetekî Xwedê. 

Kî dibêje ez kurd im, hûn neheqiyê, zulmê li me dikin, di cî da mohra PKK´ê lêdixin û digrin bin kilîtê, bi salan di zindanên xwe da perîşan dikin, ji pertav da dixin.

Lê ne tenê ewê 11 girtîgehên nuh çêkin, gotine ewê kapasîteya girtîgehên hene jî firehtir bikin. Çimkî cî têrê nake.

Di tarîxa Tirkiyê da tu carî hewqas kurd nehatine girtin û derbederkirin. 

Di nava 45 salan da Kurdistan wêran kirin, herî kêm 5-6 milyon însan bi çolanxistin. 

Li Kurdistanê ronakbîr, elît, kesên kurdperwer nehîştin. Nivşê li pey nifşê ji Kurdfistanê derdixin.

Çavên wan lê ye her kurdê li dijî zulmê, dagirkeriyê serî hildide bigrin bin kilîtê. 

Ji bo wê jî jimara girtîgehên xwe her sal zêde dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar