27 januari 2025

Gerek însan ji bo malê dinyê û rehetiya xwe nebe şelaf

Aristippus(BÎ 435-360)

Aristippus fîlozofekî yûnanî bû. Xwendekarekî, şopînerekî Sokrates bû. Dûra bû avakarê dibistana hedonîst. Li dijî felsefa Dîyojen kînîzmê bû.
Li gorî felsefeya wî hedonîzmê, dibê însan li dû kêf û zewqa xwe bin. Armanca însên ya esasî dibê ev be.

Lema jî Arîstîppus li gorî felsefa xwe dijiya, jiyana wî di nav rehetiyê da, di qesir û qonaxên zengînan da derbas dibû, bi kesên zengîn ra hevaltî dikir.

Fêlozofê bi nav û deng Dîyojenê(412-329) feqîr jî li kêleka çemekî di nav bîdonekê da dijiya.

Rojekê dema Dîyojen kelemên(lehaneyên) xwe di çem da dişuşt, Arîstîppus ji wir derbas dibû, bala xwe da Dîyojen, jê ra got:
-Heger te bizanîbûya bi însan ra, di nava însanan da bijî te wiha kelem neşuşta.
Dîyojen serê xwe bilind kiriye, awirekî tûj  dayê, gotiye:
-Heger te bizanîbûya bi keleman(bi lehaneyan) ra bijî, te yê nuha ji zalimekî ra şelafî nekira.

Ji berê da ye hin însan ji bo mal û milkê dinyayê, ji bo pere û kursiya xwe dibin hevalên zaliman, dîktatoran. Zengîniyê, meqam di ser şexsîyet û şerefa xwe ra dibînin. Ji bo wê jî şelafên dîktatoran, zaliman tim hene.

XXX
Solon(BÎ 640-560) 2600 sal berê tarîfa edaletê pir rast û xweş kiriye, gotiye:
”Qanûn wek tevna/konê pîrê ne, gava tiştekî bêhêz ya jî sivik dikeve nav hişk pê digire; gava tiştekî bi hêz, xurt dikeve nav qul tevn dibe û serbest dimîne.”
Yanî heger tu bêhêz bî tu dikevî feqa qanûnan, jê xelas nabî. Lê heger tu bihêz bî tu tevnê/kon yanî qanûnan perçe dikî û jê dertê.

-Ji bo ku meriv xurt û ciwan bimîne tenê sirrek heye, dibê her roj tiştekî nuh fêr bibe.

Lawê Solon miribû, dilê wî dişewitî digriya. Yek çûye balê, jê ra gotiye:
-Bi girî tu nikanî tiştekî bi dest xînî.
Solon gotiye:
-Jixwe ez jî ji bo vê digrîm. Ji bo ku ez nikanim tiştekî bi dest xim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar