26 januari 2025

Ev fêlbazîya Erdogan jî ewê pûç bibe

Ev demeke dewleta tirk, cepheye Bahçelî-Erdogan bi Evdila Ocalan û PKK´ê ra bi navê ”dîyalogeke nuh” dek û dolebekê digerîne, fêlbazîyeke nuh diceribîne.
Li ser navê DEM partiyê heyeteke ji sê kesan(Sirri Sureya Onder, Pervîn Bûldan, Ahmet Turk)çêkirine.

Ev heyet diçe bi Evdila Ocalan ra hevdîtinan dike. PKK, Evdila Ocalan ji dewletê ra çi dibêjin, çi dixwazin em nizanin; heyetê jî hetanî nuha di vî warî da agahiyeke nedaye. 

Lema jî di heqê hevdîtinên Evdila Ocalan-PKK´ê û dewletê da em tiştekî nizanin.

Lê şêla dewletê diyar e. Erdogan û berpirsên dewletê dibêjin hevdîtin ji bona çekdanîna PKK´ê ye. Em li ser mafê kurdan tu bazarê bi kesî ra nakin. Tu mafekî nuh em bidin kurdan tuneye, kurd jixwe xwediyê her mafî ne.
Lê tiştê ez ji vê tiyatro û hokabaziya Erdogan-Bahçelî fêm dikim, dixwazin bi destê Evdila Ocalan û PKK´ê li Kurdistana Rojava desthilata kurdan têk bibin, rê li ber Sûrîyeke federal bigirin.

Tirkiye ewê vê pilana xwe jî biceribîne. Lê ewê bi ser nekeve, ez bawer nakim Evdila Ocalan kanibe bi beyanekê li Kurdistana Rojava desthilata kurdan têk bibe.

Evdila Ocalan merivekî jîr e, ez bawer nakim  tiştekî wiha bike jî. Ew zane heger Kurdistana Rojava ji dest here, karê wî diqede, roja din dewletê îşê wî biqedîne. Ew tirkan pir baş nas dike, zane ew çi bêbext in, ewê çi bînin serê wî.
Lê heger li gorî dilê tirkan hereket bike jî ewê pûç bibe, kesê guh nede wî.

Lema jî li ser Kurdistana Rojava kî çi beyanê dide bira bide, kî çi dibêje bira bibêje, ji kê ra nameyeke çawa dişîne bira bişne; dixwaze bira ew kes Evdila Oclan be ya jî yekî din be, her daxwaza li dijî berjewendiyên kurdan, her gava li dijî statuya kurdan ya federal mahkûmî têkçûnê ye.


Bangeke wiha, daxwazeke wiha ji kê were miletê kurd ewê qebûl neke, ewê wî şexsî red û afaroz bike.

Tirk dixwazin bi destê Evdila Ocalan fêlbaziyekê bikin. Lê keftelefteke beyhûde ye, tu kes, tu hêz, Evdila Ocalan jî di nav da êdî nikane kurdan li Sûriyê wek berê bindest û bêstatu bihêle.

Tirk ewê her riyê, her metot û taktîkê, her fêlbazîyê biceribînin. Ev diyar e. Lê gelo ewê bi ser kevin, bi ser nekevin, ev muhîm e.

Ez dibêjim şansê wan ê biserketinê tune ye. Tenê kanin bi şer, bi herbeke mezin zora kurdan bibin. Di rewşke wiha da jî şêla Amerîkayê, Fransayê, Neteweyên Yekbûyî ewê çi be, gelo ewê destûrê bidin tirk qetlîameke mezin bikin?

Ev ne diyar e, kane netîceyeke wek ya Kurdistana Başûr bi xwe ra bîne.
Evdila Ocalan ewê çi bike, ewê ji Qendîlê û PYD´ê çi bixwaze ez nizanim.
Lê her daxwaza li dijî berjewendiyên miletê kurd ewê pûç derkeve. Kurd li Kurdistana Rojava ewê tu carî bindestiyeke wek ya berê qebûl nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar