22 januari 2025

Fesla Yûsif dibêje Amerîka û Fransa ji bo yek heyteke me hebe zorê dide me

Endama Konseya Serokatiya ENKS´ê Fesla Yûsis dibêje Amerîka û Fransa ji me ra gotine neheqî pir li we bûye, li Sûriyê hûn ji her heqê xwe bêpar mane. 

Êdî dema hatiye hûn jî bigihîjin mafên xwe. Dibê hûn heyteke mişterek çêkin û bi yek heyetê herin Şamê. 

Heger hûn viya bikin emê piştgiriya daxwazên we bikin.

Lê heger hûn viya nekin, hûn tifaqa xwe çênekin, hûn  bibin du serî, du heyet emê alîkariya we nekin. Dibê hûn viya bizanibin û dûra ji me gazanin nekin.

Tiştekî ji viya zelaltir tune ye, Amerîkayê, Fransayê eşkere gotiye heger hûn yekîtiya xwe, heyeta xwe ya mişterek çêkin emê piştgiriyê bidin daxwazên we yên netewî, lê dema ENKS, PYD, HSD viya neke emê piştgiriya we nekin.

Ji gotinên Fesla Yûsif xanimê meriv fêr dibe heger kurd bixwazin li Sûriyê bibin xwedî dewlet, xwedî federasyon Amerîka, Fransa li pişt wan e, ewê bibin.

Lê belê dibê giş bi hev ra bin û bi yek nûnertiyê derkevin pêşberî Şamê û dinyayê.

Gava ENKS, PYD, HSD yanî kurdên mixalifên hev li hev li hev nekin, heyeteke mişterek ava nakin, mana xwe naxwazin ji bindestiya eraban xelas bibin, naxwazin bibin xwedî dewlet.

Heger serokên kurdan ên Kurdistana Rojava bixwazin bûne xwedî dewlet. Ev sedîsed e, Amerîka, Fransa, gelek dewletên xerbî destegê didin viya.
Di Sûriya nuh da kurd miheqeq ewê bibin xwedî statuyeke siyasî ya jî veqetin. Dinya Xerbî bi kurdan ra ye.

Lê dema yekîtiya xwe çênekin ev tê wê maneyê ew bi xwe dewletê, azadiyê, serxwebûnê naxwazin. Azadî û serxwebûn jî, binndestman jî di destê serokên kurdan da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar