Donald Trump sê jinên nûnerên Kurdistana Rojava, Sînem Muhemed, Îlham Ehmed û Tirîfe Ezîz dawetî merasima serokatiya xwe kir. Ne yek, tam sê heb. Ne tiştekî hindik e.
Lê ne serokê Tirkiyê Erdogan, ne jî tu nûnerekî Tirkiyê, heta sefîrê Tirkiyê yê Washingtonê jî dawetî merasimê nekir.
Di merasimeke hewqasî muhîm da dost, heval, kesên meriv dixwaze di şahiya xwe da bibîne dawet dike.Donald Trump di vê roja xwe ya muhîm da Erdogan dawet nekir, lê sê jinên nûnerên Kurdistana Rojava dawet kir.
Bi baweriya min ev yek ne tesaduf e, biryareka siyasî ye û di eynî wextê da jî mesajeke ji Erdogan ra.
Heger kurd bi hev nekevin, PYD, HSD û ENKS yekîtiya xwe îlan bikin û bi heyeteke mişterek derkevin hemberî ereb û dinyayê, Kurdistana Rojava xelas bûye, Amerîka û Fransa heta dawiyê ewê destegê bidin kurdan.
Ew li pişta kurdan bin Tirkiye nikane tu jahrê belav bike. Kane êrîş bike, wê demê jî ewê bibe wek Îraqê, Kurdistana serbixwe ewê çêbibe.
XXX
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî gotibû:
“Kurd li Sûriyeyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê
Sûriyeyê zêde dikin. Emê bi hev ra welatekî ava bikin ku her kes tê da
wekhevîyê û edaletê hîs bike.”
Tu qîmeteke van gotinan tune ye, ya muhîm praktîk e, ne bi gotinê, di praktîkê da dibê hûn federasyona kurdan qebûl bikin.
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê
Îlham Ehmedê bersîv daye Hesen Şeybanî, gotiye:
”Daxuyaniya birêz Eshed Hesen Şebanî ya derbarê kurdan da
cihê rêzê ye. Kurd wê rengê xwe bidin civaka Sûriyê dema mafên wan di derstûra
bingehîn da misoger bibe. Sûriya nû ya pir reng û wekev, ne ya navendî, emê bi
hev ra ava bikin.”
Bersîveke pir baş e. Heger ereb bi rastî dixwazin kurd jî bi
wan ra bimînin dibê Kurdistanê û sîstema federal qebûl bikin. Tu qîmeteke pesn
û methên devkî tuneye, dibê mafê kurdan di destûra bingehî da misoger bibe.
Statuya Kurdistanê were qebûlkirin û kurd xwe îdare bikin.
XXX
Endama Konseya Serokatiya ENKS´ê Fesla Yûsis dibêje Amerîka
û Fransa ji me ra gotine neheqî pir li we bûye, li Sûriyê hûn ji her heqê xwe
bêpar mane.
Êdî dema hatiye hûn jî bigihîjin mafên xwe. Dibê hûn heyteke
mişterek çêkin û bi yek heyetê herin Şamê.
Heger hûn viya bikin emê piştgiriya daxwazên we bikin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar