Kongreya Gelan a Demokratîk(HDK´ê) bi navê ”Ji Bo Aştiyê 1 milyon Îmze” kampanîyek daye destpêkirin.
Mijûliyeke, karekî ji kok da vala, bêmane ye. Xwe bi van karên "boş", vala newestînin.
Berdevka HDK´ê Meral Daniş Beştaş xanimê gotiye, ”heger aştiyekê bibe jin ewê viya çêbikin.”
Însanên temenê wan di nav siyasetê da derbas bûye çawa kanin bi van xebatên
berradayî xwe biwestînin meriv fêm nake.
Mesela kurdan bi topkirina îmzeyan çareser nabe. Heger hûn viya nizanin wê demê we tirk qet nas nekirine.
Bi van kar û xebatên berradayî, ewletewş xwe newestînin, heyfa keda we, karekî bi bandor bikin. Tirk bi qasîû misqalekî jî qîmetê nadin îmzeyên kurdan. Li ba tirkan tu giraniyeke îmzeyan tuneye.
XXX
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen îro
li paytexta Sûriyeyê Şamê di konferanseke çapemeniyê da gotiye, ”danûstendinên
di nabêna Tirkiyê û Amerîkayê yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in.”
Tirkiye ji alîkî da ew û çetyên xwe yên terorîst bênabên êrîşî
ser kurdan dikin, ji alîkî da jî hewil dide Amerîkayê bi bertîl û rişwetê ji
kurdan dûr bixîne.
Ji bo ku Amerîka piştgiriya kurdan neke, Tirkiye amedaye her
tiştî, 300, 400 milyar dolarî bertîlê bide Amerîkayê.
Kanin dev ji Kibrisê jî berdin, wê jî bidin yûnanan.
Yanî ji bo ku Kurdistana Rojava nebe federasyon, ya jî
otonomî, Tirkiye tiştê nede Amerîkayê tuneye.
Îro li dinyayê tu dewlet bi qasî Tirkiyê, tu milet bi qasî
tirkan ne neyarê miletê kurd e. Dibê her kurd vê rastiyê bizanibe.
XXX
Min nizanîbû êşa parsuyan hewqasî zor e. Ez wê jî fêr bûm.
Di 1´ê mehê da ez ketim, here were min du sê pasuyên xwe şikand, 23 roj in hîn
tam baş nebûme. Tuxtor got cebara wê ewê li dora mehekê bajo.
Careka din ez parsu marsuyan naşkînim. Meriv nikane bîna xwe bigre û berde. Kuxuk tew ezab e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar