23 januari 2025

Dewleta tirk tenê ji bo şerê li dijî kurdan heye


Du roj berê li bajarê Boluyê, di otêla bi navê Grand Kartalê da şewat çêbû. Ji ber bêtedbîriyên otlê di şewatê da 78 mirin, 50-60 kes jî birîndar in.
Di şewatekê da mirina 78 kesan felaketeke pir mezin e.

Diyar e otêl wek hefsekê bûye. Li dijî şewatê tu wasite, alet û tedbîreke otêlê tunebûye. 

Otêleke turîstîk hewqasî bêtedbîr, xwedî gelek kêmasî gerek destûra xebatê, xizmetê negirtiba.

Tirkiye welatekî riziyayî ye, di her warî da paşdamayî ye, perîşan e, bi torpîlê, bi rişwetê her sextekarî mimkûn e.

Ya din jî alîkarî, îtfaîye pir dereng çûye. Alîkariya piştî çend seetan çûye jî ne tu alîkarî bûye, pêkenîn bûye.

Dewleta tirk bala xwe, hemû hêza xwe, îmkanên xwe, teknîka xwe, çavkaniyên xwe, pisporên xwe hemû texsîsî şerê li dijî kurdan kiriye, bêyî şerê li dijî kurdan îşê xwe ji tu tiştekî din nayne.

Tirkiye wek dewlet bêyî şerê li dijî kurdan bala xwe nade ser tu tiştekî din, di tu warekî din da tedbîrên baş nagire, ji bo rehetî û başiya însanan tu xizmetê nake. 

Tirkiye bûye dewleteke tenê ji bo şerê kurdan heye, bêyî şerê li dijî kurdan ji miletê xwe ra tu kar û xizmeteke din nake. Tirkiye civateke di her warî da paşdamayî, perîşan e.

Bêyî şerê li dijî kurdan, taqîbata kurdan, êrîşên ser kurdan Tirkiye di her warî da welatekî paşdamayî, perîşan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar