Meclîsa Îraqê roja sêşemiyê(21/1) bi qanûnek nuh zewaca bi keçikên hîn zarok in, heta 9 salî ra qebûl kir.
Heta nuha li Îrqaê umrê/temenê zewaca keçikan 18 salî bû. Lê bi vê qanûna nuh umrê zewca keçikan daket heta 9 saliyê.
Bi vê qanûnê li Îraqê pedofîlî, tecawiza keçên hîn zarok in, bîna şîr ji devê wan tê dibe serbest û qanûnî. Serbestkirina zewaca bi keçên 9 salî ra ji bo Îraqê ne tenê rûreşiyeke mezin e, her wisa wahşeteke jî.Mana xwe hukûmet, piraniya meclîsa Îraqê merivên pedofîl in,
tecawiza keçên 9 salî normal dibînin.
Îraqê zewaca bi zarokan ra serbest kir
Zewca bi keçikên 9 salî ra serbest bû
XXX
Ev nivîsa Zulkuf Ergun xoce li ser girîngiya wergerê û bi taybetî jî wergera ji farisî pir
muhîm e.
Zulkuf Ergun xoce li ser girîngiya wergerê ji bo kurdî tespîtek pir baş û muhîm kiriye, gotiye, ”edebîyata farisî
ji kurdî ra derfeteke baş pêşkêş dike, em kanin bi wergerên berhemên edebî ji
farisî, ji vî zimanê hevmalbat û cîran sûdeke mezin wergirin."
Gotine sedîsed rast e. Dibê weşanxaneyên me giraniyê bidin
wergerên ji farisî.
Heta nuha herî bêtir ji îngilîzî, fransî û hin zimanên ewrûpî werger hatine kirin. Helbet werger baş e, lê di warê termînolojiyê da farisî pir nêzî kurdî ye. Fêdeya em kanibin ji farisî bigrin, em nikanin ji ji zimanên din bigrin. Ji bo wê jî dibê meriv giraniyê bide wergerên ji farisî.
Wergera ji farisî him rehet e, him jî kane zimanê me bi pêş
xîne, dewlemend bike. Çimkî kurdî û farisî du zimanên merivên hev in.
Me heta nuha wergerên ji farisî pir îhmal kiriye, ev ne rast e. Dibê em giraniyê bidin wergera ji farisî.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar