24 januari 2025

Xwedê karê kesî nake, dibê em karê bikin !

Hin kes li bendena Xwedê li me kurdan were rahmê, derîyekê xêrê li me veke, me ji bindestiyê xelas bike.
Kesên bawermend ji bo wê destên xwe li ber Xwedê vedigirin, dua dikin, ji Xwedê xelasiya me ya ji bindestiyê dixwazin.
Nifirên nemayî li dagirkeran dikin, dixwazin Xwedê bela wan bidê, Xwedê heqê me ji van zaliman ra nehêle.

Yanî dixwazin, li bendene Xwedê karê me bike. 

Helbet tiştekî wiha ne mimkûn e. Hûn ji Xwedê ra çi duayê dikin bikin, lê dewlet ne bi dua, bi xebatê çêdibe.

Xwedê ji dêl kesî va tu karî nake. Her tişt girêdayê xebata me û daxwaza me ye.
Em çi dixwazin û çi dikin?
Hinek jî li bende Xwedê namînin, bi xwe kar û xebatekê dikin. 

Wek şêr û şepalan ji bo azadiya miletê xwe dixebitin, karekî dikin, li dijî neyar û dagirkeran têkoşînê didin. 

Devdelingên xwe hil kirine, zend û bendên xwe vemaltin, rahîştine keleşê, hinekan jî rahîştine qelemê, hinek jî daketine qada xebatê, ji bo azadî û serxwebûna miletê xwe dixebitin.

Dibê meriv ne li bende be hinek, ya jî Xwedê me xelas bike, dibê em bi xwe bixebitin û xwe xelas bikin. 

Li başûr û rojavayê Kurdistanê azadî û serxwebûna me pir nêzik bûye, heger em bi tifaq bin û bixebitin di demek nêzik da emê ji bindestiyê xelas bibin û Kurdistana serbixwe ewê çê bibe.

XXX

-Fedîkirin di dilê însanekî da hebûna daxwaza jiyaneke bi şerf nîşan dide; êş jî hestekî baş e, çimkî nîşan dide dera diêşe hîn neriziya ye.

Spinoza

 XXX

Camêrekî gotiye, ”Vê jiyanê zêde cidî negrin, rojekê her tişt ewê di fotografan da bimîne.

Jiyan, rêwîtiyeke yên tên diherin, yên diherin qet venagerin.”

Rast e, lê dîsa jî dibê meriv ji bo jiyaneke azad, xweş bixebite.

Bindestî, feqîrî ne tu jiyan e. Wek kurdekî ez viya baş zanim.

XXX

NECO(Nemettîn Buyukkaya)41 sal berê, di rojeke wek ya îro da, di Zindana Amedê da bi hovane hat şehîdkirin.

NECO, şehîdê herçar perçên Kurdistanê ye.

Ez vî egîd û canfîdayê miletê kurd di roja şehadeta wî da bi hurmet bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar