25 januari 2025

6 şîretên Tolstoy

Lev Tolstoy
Dibêjin Lev Tolstoy(1828-1910) ji xwe ra 6 qaîde, prensîp tespît kiribûn û li gorî wan qaîdeyên, prensîpên xwe dijiya. Her şeş qaîdeyên wî ev bûne:

1-Her sibe seet di pênca da şiyar be.
2-Bi şev herî dereng seet di 10´a da rakeve.
3-Her roj herî kêm seetekê bimeşe.
4-Dilbijokiya xwe bi xebata pir bikuje.
5-Hindikî bixwe, xwe ji şîraniyan dûr bigire.
6-Xwe bide karekî, gelek karan bi hev ra neke.

Haya min ji van qaîdeyên Tolstoy tunebû. Lê dîsa jî di jiyana xwe da wan pêk tînim. Çimkî ji bo sihete însên û pêşketina întellektuelî qaîdeyên bi fêde ne.

Şiyarbûna seet di 5´ê sibê da û bi şev raketina seet di 10´a da ne tê da, ez seet di 7´a da radibim û hinekî derengtir radikevim, bawer bikin hemû madeyên din bi cî tînim.
Ez her sibe seet di 7´a da radibim, li bi şev jî dora 1´ê şevê radikevim.
Her roj herî kêm li dora seetûnîvekê, du seetan dimeşim.
Pir dixwînim û dinivîsînim.
Hindikî dixum, şîraniyê jî pir kêm dixum.
Nikanim çend karan bi hev ra bikim, dibê karekî biqedînim, dû ra dest bi karekî din bikim.

Yanî bêyî ku haya min ji şîretên Tolstoy hebe, ez hema hema eynî tiştan dikim.
Wê demê dûzana mn, rûtîna min a rojane baş e. 

Belkî jî ne şîretên Tolstoy bin, yên hinekên din bin. Ew jî mimkûn e. Lê kê gotibe xisletên, prensîpên baş in.  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar