Mirina malxerab, tu pir zalim û bêedalet î!
Tu rojekê jî adil nebûyî.
Ey jiyana mişt zor û zahmetî, tije ezîyet û cefa, tije derd û keserên bêderman, sebebê em hewqasî ji te hez dikin, hewqasî derdê te dikşînin, hewqasî tehamulî te dikin ji ruyê mirina tahl, bi jan û malkambax da ye.
Ji bo ku mirin zû neyê li deriyê me nexîne, ji bo ku mirin me ji hezkiriyên me nestîne, em her qahr û qotika te dadiqultînin.
Dibê tu bizanibî tu jî ne adil î, tu jî caranan bêedaletiyê dikî, zarokan sêwî dihêlî, dost û hevalan, dildaran hustuxwar dikî.Tu carnan bêwext, pir zû tê însanên xort, ciwan, yên hîn di bihara jiyana xwe da ne ji nava me dibî, bi vê neheqî û bêedaletiya xwe tu me xerqî êşeke bêsînor dikî.
Ev neheqî ye! Bêedaletî ye!
Te îro dîsa bêedaletiyeke mezin kir, te Debbîe Nûjena me, pêşeng û îdola keçên kurd ji me stend.
Lê ez çi bikim, em nikanin bi te. Tu kes, tu ilm, tu hekîmî lokman nikane bi te.
Te çi kiriye tim ji te ra maye.
XXX
Keça hevalê min Mamoste Nûjen, xwişka min Zînet xanimê û xwişka
xortê me yê hêja Özz Nujen îro wefat kir.
Bi vê xebera reş ez pir xemgîn bûm. Kezaba min şewitî. Êşa wan êşa me ye jî. Xwedê sebrê bide malbatê û zarokên wê..
Emê Debbie Nujen xanimê tim bi hezkirin bibîr bînin. Ew keçeke pir hêja, jîr jêhatî bû. Îdola gelek keçên kurd bû.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar