Gelî dost û hevalan ezîz, ezê du sê rojan nabênê bidim nivîsên xwe. Hefteyeke ez gelkî nerehetim.
Min qezake pir pîs derbas kir, nikanim binivîsînim. Hêvî dikim hebên tuxtor
dane min bi fêde bin, zû baş bibim.
Roj derbas dibe, qeza û bela derbas nabe. Di qederê da parsuşikandin jî hebûye,
ew ji min kêm bû, ew mabû, hefteyek berê ew jî hat serê min. Sala nû li min nehat, ez seqet kirim û berda. Meriv bêşans be meriv li mala xwe dikeve, parsuyê xwe dişkîne.
Do rewşa min pir xera bû, êş û janeka nedihat kişandin bû. Min
nikanîbû xwe dirêj bikira. Heta sibê rûniştî mam.
Min nikanîbû hilma bigirta û berda. Êşa newqê pir xerab e. Bi taybetî dema
dikuxim jan dide dilê min.
Ambûlansê hat ez birim akûtê. Şansê min hebû ez rastî tuxtorekî kurd hatim. Ji Kurdistana Rojhilat bû. Di nava seetekê da ez şandim mal. Ne ew bûya belkî di 10 seetan da jî dor nehata min.
Mala camêr ava be, ez baş miayeke
kirim. Got te parsuyê xwe şikandiye.
Sê babat hebên êşê kêm dikin ji min ra nivîsî.
Ez nuha wan dixum. Înşela heta du sê rojan ezê baş bibim
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar