Do ji ber êş û jana parsuyan min nikanîbû xwe bilivanda. Lema min got belkî ezê çend rojan di nava nivîna da bimînim û nikanim tiştekî binivîsînim.
Heftake li erdê me, canê xwe digerînim. Lê îro xwe baş his dikim.
Îro xwe baş his dikim, dermanan êşa min pir kêm kiriye. Êdî kanim li ber kompîtorê rûnim. Jixwe veketin, nekirina karekî ne li gorî min e, sebra min nayê.
Xwedê kir tuxtor hene. Xwedê kir derman hene. Ne alîkariya
tuxtorê kurd û dermanên dan min bûya ez hewqasî zû baş nedibûm.
Lê tesîra dermanan alîyê ne baş, ên dibin sebebê hin gelşên din jî hene. Ew jî
derdekî din e.
Lê dîsa jî tam hefteyekê ajot. Ez di 1´ê mehê da, roja pêşî ya sala nû da
ketim, îro 8´ê mehê ye. Hîn jî tam baş nebûme.
Meriv li mala xwe bikeve û parsuyê xwe bişkîne ne karê aqil e. Ne karê aqil e,
lê min kir.
Lê dîsa jî halê xwe dikim hal, va ye bala xwe didim medyaya
sosyal û van çend rêzan jî dinivîsînim.
Kesên bi tiştekî ne mijûl in, di mal da qet karekî nakin çawa debar dikin,
rojên wan çawa derbas dibe ez meraq dikim.
Înan Eroglu îro ji Amedê telefonî min kir, li halê min pirsî. Surprîzeke
xweş bû, ez ne li bende telefona wî bûm. Kêfxweş bûm. Mala camêr ava be.
Li vir dibê navê Abid Dundar jî bidim. Wî jî camêr hema hema her roj
telefon kir û li halê min pirsî, got çi lazimiyên te hebin ji mmin ra bibêje.
Sipas ji bo wî jî.
Di rewşên wiha da fêda xanimê, zewacê pir e. Xanima min tune bûya, ez bi tenê
bûma ezê perîşan bibûma. Çimkî min nikanîbû hêzî ser xwe bikira. Ez motajî her
alîkariyê bûm.
Ji bo wê jî ez ne poşman im zewicî me. Xortên hîn azib in bizewicin, di salên
extîyariyê da hûnê fêda zewacê bibînin.
Jiyana bi tenê belkî di xortaniyê da cazîb e, xweş e, lê gava meriv extîyar
dibe baştir e meriv du kes be. Mala xanimê ava be baş bi min ra bû pîbar.
Sipas ji bo her kesê telefon kirin, li min pirsîn…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar