Ya rast ez hinekî nerehet im, nikanim tiştekî binivîsînim.
Dibê çend rojan nabênê bidimê.
Lê ez bi xwe nikanim, dibê her roj bloga xwe nuh
bikim. Lema guh nadim êşa parsuyên xwe.
Meriv bêşans be diranê meriv di pelokê da dişkê. Di roja pêşî ya sala nû da bêşansiya min dest pê kir. Di bêşansiyê da ez yekî bêraqibim, kes nikane bi min ra qayişê bikşîne.
Gava ji meriv ra xerab were meriv li ku be bela tê meriv
dibîne, meriv li mala xwe dikeve, pasuyê xwe dişkîne.
XXX
Ev risim yê 5 sal berê ye, wê çaxê bûbûm 70 salî. 5 sal wek avê herikî, nuha hinekî din kal bûme, bûme 75 salî.
75 umrekî pir e lê ez pir nabînim, çavên min li 90'î ye. Kêm be qebûl nakim, zêde be îtîraz nakim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar