Tirk ji bo ku rê li ber azadbûna kurdên Kurdistana Rojava bigirin, ji bo ku nehêlin kurd bibin xwedî federasyon li riyekê, li çareyekê digerin.
Ji bo xapandinê dixwazin gelek alternatîfan biceribînin. Gelek bertîlên
xapandinê pêşniyarî Evdila Ocalan, PKK´ê, PYD´ê û HSD´ê dikin.
Gerek PYD, HSD, PKK kurdên Rojava wek dema Şerê Cîhanê yê Yekê bi derewên
tirkan neyên xapandin.
Bi gotineke din birêvebirên Tirkiyê bi vê bazara bi Evdila Ocalan û PKK´ê ra dikin, dixwazin bi alîkariya Ocalan rê li ber federasyona kurdî bigirin û tevahiya Kurdistana Rojava bikin Efrîn.
Helbet Evdila Ocalan û PKK jî vî hesab û pilana tirkan zanin. Gerek bizanibin.
Ji bo ku li Rojavayê Kurdistanê federasyoneke kurdî çênbe tirk kanin her tawîzê bidin PYD´ê, HSD´ê û PKK´ê.
Evdila Ocalan jî di nav da bi rastî jî kanin hemû
girtiyên siyasî berdin. Kanin serok û kadirên PKK´ê serbest bihêlin.
Tirk vanan gişan bikin jî dibê kurd dev ji statuya Kurdistana Rojava bernedin.
Qala çekberdana PKK´ê jî tê kirin, lê dewleta tirk ne li pey wê ye.
PKK dev ji şerê çekdarî berdide, bernade ne xema dewleta tirk e. Ez bawer nakim tirk dixwazin PPK dev ji şerê çekdarî berde.
Hebûna Qendîlê û teqreqa bi zirar li fêda tirka ye. Tu kareke kurdan û zirareka tirkan di şerê PKK´ê da êdî tune ye.
Tirk van hemû alternatîfan, taktîkan, pêşniyarên ji Evdila Ocalan û PKK´ê ra
dibin ji bo ku kurdên Rojavayê Kurdistanê nebin xwedî statuyeke siyasî.
Tiştên din, berdana Ocalan, efûyake giştî hemû laf î guzaf
e, gotinên vala, bêmane ne. Armanca wan li Rojavayê Kurdistanê desthilata kurdan
çênebe.
Erdogan digot dibê me nehîşta ”Bakurê Îraqê” çê bibe, bi hîştina wê me şaşiyeke
mezin kir.
Li Sûriyê emê vê şaşiyê nekin, emê nehêlin ”Bakurdê Sûriyê jî çêbibe.”
Mesele ev e.
Tirk çi gavê davêjin bira babêjin, çi tawîzê didin bira bidin; yên baş dibê em
qebûl bikin, yên xerab red bikin.
Lê tu tawîz ne bergegenî fedakirina Kurdistana Rojava ye. Ya ji bo me muhîm û mayinde
çêbûna federasyona kurdî ye. Ev, di ser hemû tawîzên din ra ye, ji hemûyan
muhîmtir e.
Ew efûyeke giştî jî derxin jî, girtiyên siyasî gişan berdin
jî dibê em dev ji desthilata Kurdistana Rojava bernedin, erdê bi xwîna bi
hezaran şehîdan hatiye girtin teslîmî terorîstên îslamî û Tirkiyê nekin.
Xeta me ya sor hebûna Kurdistana Rojava ye, dibê kurd xwe îdare bikin, dibê
meclîseke kurdan hebe û kurd xwedî hêzeke leşkerî, ewlekariyê bin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar