30 juni 2025

Kurro kurro kunduro

Ka vêsê jî ez bi sitraneke zarokan a gelkî xweş ji w era bibêjim roj baş, siba we bi xêr.
Berê dayikên me, pîrikên me zarok bi van sitranên xweş mezin dikirin, sitranên wiha ji wan ra dilorandin.

Him kêfa zarokan dihat, gelkî şad dibûn, him jî zimanê xwe fêr dibûn; heyvanê kurdayetiyê, ruhê kurdayetiyê digirtin.

29 juni 2025

Li ser mesaja Evdila Ocalan ji Konferansa Şêx Seîd ra şandiye

Li ser 100 salîya îdama Şêx Seîd û 47 hevalên wî li Brukselê konferansek çêbû. Evdila Ocalan mesajeka bi tirkî şandiye ji konferansê ra. Di mesja xwe da pesnê Serîhildana Şêx Seîd daye, gotiye, "Serîhildaneka bi heq bû, sekneka li hemberî înkarê bû, ew jî dewama wê Serîhildanê ne." Wî ”Serîhildana Şêx Seîd ji xwe ra kir bingeh.”

Ez bawer nakim Evdila Ocalan ji Konferansa Şêx Seîd ra nivîseke wiha bişîne. Evdila Ocalan di jiyana xwe da tu carî Serîhildana Şêx Seîd bibîr neaniye. Belovacî wê tim rexne kiriye, biçûk dîtiye.

Şalê Xwedê çêke

Li ser serokên, partiyên Kurdistana Başûr, Bakur û Rojava di tûrê kê da çi hebe vala kiriye, her kesî gotina xwe gotiye. Yanî gotina em bibêjin êdî nemaye. Tiştê maye meriv bibêje, ”şalê Xwedê çêke, xerabtir neke.”!

Ev jî anekdota, fiqreya li ser mesela şalê(înşela) Xwedê çêke, baş bike:

Berf bû, şilî û şepelî bû. Bi rê da kerê sofî ketibû heriyê.

28 juni 2025

Serokên PDK´ê û YNK´ê êdî qala avabûna hukûmetê nakin

Serokên PDK´ê û YNK´ê êdî qet qala vekirina meclîsê û avakirina hukûmetê nakin.
Berê carnan digotin di demeke nêz da emê mizgîneke xêrê bidin we, nuha dev ji wê demagojiyê jî berdane.

Rojnamevanek jî naçe ji wan napirse, çima hukûmetê çênakin, nêta wan çi ye?

Wer xuya dike dev ji avakirina hukûnetê berdane, herdu alî jî ji halê xwe, ji kursiyên xwe, ji talanên xwe memnûn in.

Feydeya zewacê

Jinik diçe ba psîkolog, jê ra dibêje:

-Ez naxwazim bizewicim. Ez jineka bi tahsîl im, karê min heye, ne motajî kesî me, dixwazim azad û serbest bijîm. Hewcedariya min bi mêrekî tune ye. Lê malbata min zorê dide min, dixwaze ez bizewicim. Ez çi bikim, pêşniyara te çi ye?
psîkolog gotiye:

27 juni 2025

Serokekî wiha dinyayê nedîtiye

Evdila Ocalan di notên hevdîtina xwe ya di 1´ê gulanê da(2025-05-01) gotiye, Amerîka û Ewrûpa dixwazin ji kurdan ra dewletekê ava bikin, wî jî xwestiye rê li ber avabûna vê dewletê bigire.

Serokekî bi milyona kurd wek pêxember jê hez dikin, bi sedan kesî xwe ji bo wî şewitandin, xwe feda kirin, bêyî ku şerm bike li dijî dewleteke kurdan xebitiye, wiha gotiye:

26 juni 2025

Dewleta belav nebe, nemire tune ye

Tu dewlet ne ebedî ye, dema hin şert tên ba hev dewlet çêdibin, mezin dibin, demekê dijîn, dûra rojek tê belav dibin, dimrin.

Li dinyayê bi sedan dewlet, împaratoriyên mezin çêbûne, umrê hinekan dirêj ajotiye, yên hinekan jî kin ajotiye. Lê yek jî ebedî nemaye, gişk belav bûne, gişk mirine, tenê navên wan mane.

Tirkiye jî, Îran jî, Îraq û Sûriye jî wek dewletên berî xwe rojekê ewê belav bibin, di dewsên wan da hin dewletên din ewê çêbibin; dewleta kurdan ewê çêbe.

25 juni 2025

Şerê Îsraîl û Îranê neqediya ye

Dibêjin tesîsên nukleerî yên Îranê îmha nebûne. Wê demê ewê careke din lêxin.
Îstixbarata Amerîkayê di rapora xwe ya ser bombebarankirina tesîsên nukleerî yên Îranê da gotiye tesîs bi temamî îmha nebûne, zirarên pir biçûk dîtine, temambûn belkî 3-4 mehan bi paş xistibe.

Medyaya Amerîkayê, ya dinyayê û pispor jî eynî tiştî dibêjin; tesîs îmha nebûne, hîn saxlem in.

24 juni 2025

Heger vê carê serê mar nepelixînin ewê pir poşman bibin

Meleyên Îranê yên faşîst bûne ardê ceyîn û ketine ruyê dinyayê, bûne tenîya bi don di dinyayê gerîyane, ne bi şuştin tê, ne bi pakkirin, 46 sal e dinya nikane ji van zaliman, ji van qatilan xelas bibe.

Li ku dera dinyayê hêzeke terorîst, çete hebe Îran li pişt e, fînanse dike. Tiliya wan di her qulê da heye.
Li Rojhilata Navîn çiqas tevlihevî, teşxele heye tiliya Îranê di gişan da heye. Îran, Kurdistan li însan kirine zindan. Civan 100 sal paşda birin.

Donald Trump geh rast lêdixe, geh çep lêdixe

Donald Trump do derengê şevê dîsa surprîzeke mezin, hokus-pokusek kir, got Îranê û Îsraîl li ser agirbestê li hev kirine, şer rawestiyaye. Pîroz be !

Her kes matmayî ma.
Lê do bi şev êrîşên herdu aliyan jî dom kiriye. Yanî li ortê tu agirbest xuya neke.
Medya Îranê gotiye wan ”neyar mecbûrî agirbestê kir”!
Îsraîl li ser agirbestê, rawestandina şer hên tu beyan nedaye.

23 juni 2025

Kurdê xîret pê ra hebe piştgiriya dîktatoriya meleyên Îranê nake

Yekî mala meriv, welatê meriv ji meriv stendibe, bavê meriv, zarokên meriv kuştibe, ji qewmê meriv bi hezaran kes îdam kiribe, ew kes neyarê meriv e, meriv alîkariya wî nake.
Gava yek li vî neyarê meriv xîne meriv sebê naxeyide, piştgiriya qatilê bavê xwe nake.

Yê namûs pê ra hebe piştgiriya dagirkerê welatê xwe, piştgiriya qatilê bavê xwe û zarokên xwe nake. Meleyên Îranê qatilên miletê me ne, dagirkerên welatê me ne.

22 juni 2025

Erdogan Fatîh Altayliyê pantirkîst û neyarê kurdan jî xist qulikê


Fatîh Altayliyê rojnamevan, pantirkîst, faşîst, neyarê kurdan do êvarî bi îdîa gef li serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwariye, xistine qulikê.

Fatîh Altaylî di programeke telewîzyonê da li dijî serokatiya Erdogan a ebedî derketiye, gotiye:

Amerîkayê sê tesîsên nukleerî yên Îranê bombebaran kirin


Amerîkayê şeva çûnî, nîvê şevê bi balafirên B-2 li Îranê sê tesîsên nukleerî bombebaran kirin. Li gorî beyana Donald Trump hersê tesîsên nukleerî jî îmha bûne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî bombebarankirinê di axaftina xwe da gotiye:
-Ya ewê bi aştiyê biqede, ya jî ji bo îranê bibe trajedî.
Me êrîşa xwe ya pir serketî li ser sê tesîsên nukleerî yên li Îranê, ”li Fordo, Natanz û li Isfexanê” temam kir. Hemû balafir niha ji qada hewayî ya Îranê derketine.

21 juni 2025

Çîroka solên cizlawêt


Di Facebookê da do ez rastî rismekî li ser sola cizlawêt hatim. Risim ez birim salên zaroktiya min. Çimkî di zaroltiya min da solên cizlawêt qondereyên feqîran bûn.

Dibêjin li Sovyetê jî pîrekan solên cizlawêt dikirin pê. Ev risim jî rismekî wê demê ye.

Heta ez nehatibûm Swêd min nizanîbû lastîkên cizlawêt malê Swêd e, li Swêd bajarekî bi navê Gislavet heye, navê solên cizlawêt ji wir tê.

20 juni 2025

Ya muhîm cer bişkê

Ha kevir li cer(li kûp) ket, ha cer li kevir ket, ferq nake, netîce eynî ye, cer zirarê dibîne, cer dişkê.

Ha me bi xwe heyfa bi hezaran kurdên hatine îdamkirin, kurdên zulm dîtine ji Xameneyî û ji meleyên faşîst girtiye, ha Îsraîl îşê wî û rejîma faşîst qedandiye, ferq nake. Ya muhîm ev rejîma zalim, faşîst bikeve.
Kî Komara Îslamî ya Îranê ji ortê rake, serok û birîvebirên wê ceza bike ezê kêfxweş bibim, sipasî wan bikim.

19 juni 2025

Serpêhatiya kurmê gûzê


Kurmê gûzê, qulikeke bi qasî kanibe tê ra derbas bibe di gûzê da vedike û dikeve hundurê wê.

Hundurê gûzê dişibe mejuyê însên, kurm dest bi xwarina qinê gûzê dike.
Her ku dixwe qelaw dibe, her ku qelaw dibe, mezin dibe.

Piştî ku baş têr dixwe dixwaze ji hundur gûzê dekeve. Lê êdî ne

mimkûn e di qulika tê ra ketibû hundur derkeve.

Her zalimek xişmekî wî heye

Dîktatorên Komara Îslamî ya Îranê vê carê li bela xwe rast hatin.

Her singirek pingirekî wî heye, her tiştek, her zalimek xişmekî wî, raqibekî wî heye.
Xişmê meleyên Îranê jî Amerîka û Îsraîl e.
Meleyên zalim çi bikin, çi zirar û zîyanê bidin Îsraîl jî ewê ji aqûbeta Seddam Hisên xelas nebin. Ji nuha da malbatên serok û birêvebiran bi du balafirên mezin şandine Dubaîyê. Yanî dest bi revê kirine.
Şer belkî hinekî dirêj bajo, lê veger tune ye, dibê yek qezenc bike, yek têk biçe.

18 juni 2025

Ji Kurdistana Bakur gelek siyasetmedar qelp derketin

Ji nav sîyasetmedarên Kurdistana Bakur kesên pir qelp, wek kevirê kuş, ne tu mêr derketin pir in.
Li beşên din ên Kurdistanê jî wiha ye, ne wiha ye nizanim.
Mêrên, siyasetmedarên, serokên dewlet ji navên wan dibiziya pir qelp, pir pûç, tirsonek derketin. Ji pêşenigî û seroktiya kurdan bûn parêzvanên Tirkiyê.

Min got îro jî bi wergera du şiîrên Elî Varol dest bi rojê bikim


Neviyê(torinê)meta min mamoste Elî Varol şairekî naskirî ye, dilsozekî welat û miletê xwe ye, hezkiriyên şiîra wî pir in.

Navê kitêba wî BUHRAN e, ji alî weşanxana Klaros ve hatiye weşandin. Şiîr bi tirkî ne.
Min ji kitêbê du şiîrên kin ji wergerandin kurmancî. Berê jî çend caran min hin şiîrên wî wergerandibûn.
Esas şiîr nayê wergerandin, ya jî wergera şiîrê pir zor e; meriv çiqasî baş wergerîne jî nabe wek şiîra orjînal.

17 juni 2025

Serokê Amerîkayê donald Trump jî got Tehranê vala bikin !

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gotina Netanyahu dubare kiriye, gotiye, “Divê her kes bi lez ji Tehranê derkeve.”

Ev gotina Donald Trump tê maneya şerê Îsraîl û Îranê raneweste, Îsraîl ewê bi Îranê ra li hev neyê. Êrîşên Îsraîl ewê berdewam be.
Yanî zû, dereng ewê rejîma meleyên faşîst bixînin.
Hedefa Îsraîl û Amerîka ya nuha ev e. Dibê Komara Îslamî ya barbar, celad were rûxandin. Hebûna wê ji bo Îsraîl ewê tim talûkeyeke mezin be.

16 juni 2025

Îsraîl dixwaze dinyayê ji vê rejîma teokratîk xelas bike


Îsraîl telewîzyona dewletê ya Îranê di dema weşanê da bombebaran kir. Agir bi bînê ket, weşan sekinî.

Îsraîl dezgehên dewleta Îranê yên leşkerî, îdarî, emnî yek bi yek bombebaran dike. Ev destpêka ketina rejîmê ye.

Netanyahu dibêje seha Îranê ya hewayî êdî di bin kontrola wan da ye û ewê bombebarankirina Tehranê bidomînin.

Şîreta seyis

Profesor ji bo ku konferansekê bide ket salonê. Bala xwe dayê salon vik û vala ye, yek tenê di rêza pêşiyê da rûniştîye. Profesor nizanîbû bipeyive, ya nepeyive, ket dudiliyê. Ji yê rûniştî pirsî:

-Li vir tu tenê yî. Bi ya te ez bipeyivim, ya nepeyivim, tu çi dibêjî?
Mêrik got:

15 juni 2025

Havîna Stockholmê xapînok e

Du roj in havîn hatiye Stockholma xopan. Îro 27 derece germ e, ez û xanim li hewşê, di binê sîya terasê da rûniştine û qahwa xwe ya navrojê vedixun.
Sibe ewê baran be û germîyan dakeve 15-16 dereceyî.
Umrê hewa Stockholmê wek umrê pinpinîkê ye, pir kin e. rojek dinya germ e, milet kêf dike, roja din dibe ewr û baran, kêfa wan diqurçime.
Havînê hewşa me pir honik e, cinet e, em pê xenî bûbûn.

Kî li Îranê xîne baş dike

Li Îranê 46 sal e rejîmeke teokratîk, zalim heye. Di van 41 salan da vê rejîma barbar, faşîst bi dehhezaran kurd û însanên din bi darde kirine; bi hezaran di zindanan da li ber mirinê ne.

Ev rejîma îslamî ya faşîst qatilê Dr. Qasimlo, Şerefkendî û bi sedan sîyasetmedarên kurd e.
Kî li vê rejîma celad xîne, kî dûzana wê tarûmar bike, kî serok, kadir, leşker, pispor û zilamên vê rejîma faşîst bikuje mala wan ava be, wek kurd dibê meriv kêfxweş û dilşa bibe.

14 juni 2025

Îran dixwaze bi fortên vala Amerîkayê bitirsîne

Umrê komara îslamî ya meleyên faşîst hindik maye, li ber ketinê ye, diheje, ewê bikeve. Amerîka û Îsraîl bi gefan nasekinin.

Îranê gef li Amerîkayê, Fransayê û Îngilîstanê xwariye. Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî gotiye heger Amerîka dev ji piştgiriya Îsraîlê bernede ewê li binkeyên leşkerî yên Amerîkayê xin.

Forteke vala ye, nikanin çipiska xwe jî bi Amerîkayê bikin.

Tirkiye ne di cepheya Îranê da ye

Serokê Tirkiyê Erdogan êrîşa Îsraîl a ser Îranê protesto kiriye, lê ne ji dil e, taktîk e, dîplomasî ye. Nuha mecbûr e êrîşê şermezar bike, çimkî hîn destpêke, ne dîyar e şerê heta ku here, çawa biqede?

Tirk dixwazin rejîma îslamî bikeve, heta Îran perçe bibe, azerî serxwebûna xwe îlan bikin. Ereb jî dixwazin.
Çimkî Îran ji bo ereban jî bûye çavkanîya fêsadiyê û pîjkirina şerê nabêna şîî û suniyan.

13 juni 2025

Îsraîl pişt li Îranê şikand, kût kir û berda


Îsraîl do bi şev surprîzeke pir mezin kir, derbeke mirinê li rejîma meleyên Îranê xist. Îsraîl bi vê êrîşa xwe Îran kir wek marekî nîvkuştî.
Îsraîl şeva çûnî seet li dora 02.00 şevê êrîşên hewayî yên berfireh bir ser tesîsên Îranê yên nukleerî û leşkerî.

Tiştên em di heqê êrîşên Îsraîl û bersiva Îranê da dizanin bi kinî ev in:

Îsraîl do bi şev Îran bombebaran kir


Texmîna min a sê roj berê rast derket. Îsraîl do bi şev êrîşî tesîsên nukleerî yên Îranê kir!

Tehran û gelek derên din bombebaran kir. Gelek mirî hene. Ji kesên mirî hinek giregirên leşkerî û programa nukleerî ne.

Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê da gotiye, "Operasyonê çend rojan, bi qasî ku hewce be, heta ku gefa li ser Îsraîl  ji holê rabe ewê dom bike."

12 juni 2025

Sabrî Akbel: Nivîskarekî xwedîyê gelek berhem, lê nayê naskirin


Sabrî Akbel, nivîskarekî xwediyê 28 berhem, lê di quncikekî tarî da maye, kes nas nake.
Ez bawer dikim du roj berê bû di platforma X´ê da camêrekî gotibû Sabrî Akbel nivîskarekî kurd e, 28 kitêb nivîsîne, ji wan kitêban 5-6 hebên wan bi kurmancî ne, lê cara pêşî ye ez navê wî dibihîzim, di nav kurdan qet nayê naskirin.

Vê gotina wî camêrî û navê Sabrî Akbel bala min jî kişand. Çimkî min jî navê Sabrî Akbel nebihîstibû. Haya min nivîskarekî xwediyê hewqas eser tunebû.

11 juni 2025

Me îro giranî da karên hundur malê

Îro em û hewa Stockholmê li ber hev didin, geh dibe ewr û ximîna baranê, geh dibe sayî û roj derdê.

Me îro meşa xwe nekir, çimkî em nizanin emê çi li xwe kin. Ji dêlî meşê, me çû alvêra xwe kir û em hatin malika xwe.
Gava em ji marketê derketin baranê vekiribû,  roj deketibû, meriv kanîbû xwe bida ber tavê
Em çer gihîştin malê baranê dîsa dayê. Yanî rojeke bêîstîkrar e. Emê îro ji malika xwe derneyên.

Çîroka kêzikê û mûriyê

Mûrîyekê(gêrikekê) mêweyek ji xwe gelkî mezintir dikişkişand qulika xwe.

Bi rê da kêzikekê riya wê birrî, henekê xwe bi karê wê kir.
Ne cara ewil bû henekê xwe bi mûriyê dikir, berê jî çend caran quretîya wiha kiribû.
Mûriyê xwe jê aciz nedikir. Guh neda gotinên wê yên bi tinaz, riya xwe domand.

10 juni 2025

3 sal berê qeyûmên ser beledîyên kurdan parast, nuha jî dora wî ye


Serokê beledîya qeza Kuçukçekmeceya Stenbolê Hasan Akgunê CHP´yî bi îthama karên neqanûnî, karên ne li rê, sextekarî kiriye avêtine hefsê û qeyû danîne dewsa wî.

Hukûmetê ji beledîyên kurdan dest bi sîstema qeyûman kir, nuha dora beledîyên CHP´ê ye, îcar serokên wan tewqîf dikin, qeyûman didin ser beledîyên wan. Ekrem Îmamoglu masîyê herî mezin bû, ew jî hîn di girtîgehê da ye.

09 juni 2025

Dibê em ji dijminê xwe baştir û zanetir bin

Perwerde, tahsîl, ilim û îrfan wek taceke zêrîn e, lê ew jî li serê her kesî nîne.

Di warê tahsîl û perwerdeyê da, ilim û pêşketinê da em ji dijminê xwe çiqasî pêşdatir bin ji me ra baş e.
Perwerde, tahsîl li hemberî dijmin sîleha me ya herî mezin û baş e, sîleha herî bi tesîr û bi fêde ye.
Dibê em, ciwanên me jîr û zane bin, ji dijminê xwe baştir bin.
Di vê serdemê da ji bo ku em kanibin zora dijminê xwe bibin dibê em jê baştir û zanetir bin.
Bi şer em nikanin zora neyarê xwe bibin, di vî warî da ew ji me pir xurttir in.

08 juni 2025

Gava meriv kal dibe hinekî bêhiş jî dibe

Kilîta derî di destê min da bû ez lê digerîyam.

Min û xanimê me xwe tev kir ku em herin meşa xwe ya rojne bikin. Min destê xwe kir bêrîka xwe, kilîta derî tune ye.
Ez li vê bêrîka xwe gerîyam, li wê bêrîka xwe gerîyam min kilît nedît. Min got xanim, wele ez kilîta xwe nabînim, nizanim min çi kir.

Got tişt nabe, kilîta min heye, xwe bide alî ezê derî kilît bikim.

Kufurbazîya Can Yucelê tirk


Can Yucel şair û wergerekî tirk e, di sala 1999´a da mir. Yucel bi şexsîyeta xwe, bi zimanê xwe şairekî balkêş bû. Di şiîrên xwe da zimanekî rojane, lê hinekî qebe û xeberokî bi kar dianî.
Yekî li dijî sîstema Tirkiyê bû, araqvexur bû, kufurbazekî meşûr bû. Lê xelkê ji ji zimanê wî yê argo, ji kufriyên wî hez dikir, dixwestin kufurbaz bimîne.

Di nivîseke xwe da gotiye, "li Tirkiyê ji bo ku tu li jiyanê bimînî dibê tu ji sê tiştan yekê bikî:

07 juni 2025

Min kitêbxana xwe ji kitêbên tirkî paqij kir


Em haziriye barkirinê dikin. Tiştên ewê werin avêtin û tiştên emê bi xwe ra bibin em ji hev digrin.

Min îro dest bi paqijiya kitêbxaneya xwe kir.
Min kitêbxaneya xwe ji kitêb, roman, kovar, bîranîn, şiîr, ferheng û ansîklopedîyên tirkî paqij kir. Min kilasîkên dinyayê hîştin.
Min ji wan hinek xwendeine, hinekan jî belkî berî mirina xwe bixwînim. Destê min ji wan nabe.
Yên din min giş avêtin.

Murîd û murşîdên sîyasî

Murîdî di îslamê da, di tesewifê da zilamtiya, qûltiya şêxekî, murşîdekî ye. Murîd, sedîsed girêdayî şêxê xwe, murşîdê xwe ye, ji gotina wî dernayê.

Murşîd kesê rêber e, murîd dide dû wî, her gotina wî, dixwaze bira ew gotin gotineke pir berradayî be, dîsa jî jê ra ayet e, wê bi koranî diparêze.
Lema murîd tu carî li dijî gotina şêxê xwe, murşîdê xwe dernakeve. Mûrşîd çi bike, çi bibêje murîd tesdîq dike, diparêze.
Çimkî murîd ne kesekî xwedî îrade ye, îradeya xwe teslîmî şêxê xwe, murşîdê xwe kiriye.

06 juni 2025

Ji berbang da ye dîsa qîrîna meleyê taxa me ye !

Îro him roja pêşî ya eydîyê ye, him jî înî ye. Ji vêsê da ye meleyê mizgeftê dîsa bi hoperlorê erd û ezmên dihejîne.

Di hundurê malê da ez ji guhan bûme, nayê kişandin. Ji Amedê xerabtir e. Bi navê azadiyê, demokrasîyê meriv vê zulmê xelkê nake, însanan bi vî hawî nerehet, aciz nake.
Rojên îniyan û eydîyan bi sedan însan li saha futbolê kom dibin û di hoperlorê da dest bi "alah u ekber, alahu ekber" dikin. Êdî di mizgeftê hilnayên.
Swêdî teslîm bûne, nikanin, newêrin îtîraz bikin.

05 juni 2025

15 sal berê kê texmîn dikir Kurdistana Rojava ewê were rizgarkirin?

Surprîzên dinyayê pir in, carnan li hemberî tiştê diqewime meriv matmayî dimîne, devê meriv ji hev dihere.

Çawa ku meriv nizane merivê kînga bimre, her wisa jî meriv nizane kînga li kîjan beşê Kurdistanê ewê çi biqewime.

Meselen, 15-20 sal berê yek kurdekî tenê jî bawer nedikir, texmîn nedikir li Kurdistana Rojava kurdên werin vê merhela îro, ewê bibin xwedî ordîyeke 85 hezar çekdar, xwe îdare bikin, kurdî bibe zimanê resmî û perwerdeyê.

Bûk bi dilê zavê ye çi pilepila melê ye?


Go bûk bi dilê zavê ye çi pilepila melê ye, çi gote gote xelkê ye.
Heyra Evdila Ocalan û dewletê li hev kirine, hevalên wî jî ji lihevkirina serokê xwe razî û memnûn in, em çima xwe diqeherînin, xwe li ber baranê şil dikin?
Em çi bibêjin jî badilhewa ye, tu tesîreke rexneyên we tune ye.
Mêrik miletê xwe kiriye zibil û jê ra bindestiya ebedî pêşniyar dike. Evdila berê jî gelek caran tiştên wiha gotine.
Bi ya min peymana wan çi be jî PKK nemîne, sîlehên xwe deyne baş e, rast e, li xêra miletê kurd e.

04 juni 2025

Gotina dînekî bûye wecîz û aforîzma

Di medyaya sosyal da carnan hin gotinên pir beradayî bi ber çavên meriv dikevin. Meriv lê matmayî dimîne. Feqet meriv nikane xwe berbayê her dînî xîne.

Navê wî nayê bîra min, çendakî berê yekî di parvekirineke xwe da gotibû ”israra di sosyalîzmê da israra di însanîyetê da ye.”
Yanî yê sosyalîst nemîne, di sosyalîstiya xwe da israr neke ji însanîyetê derdê, dibe heywan.
Rojnameya Serxwebûnê di jimara xwe ya dawî(521´ê)da ev gotina kopî kiriye, çerx kiriye, gotiye:

03 juni 2025

Gurrîyê tirkan bûye gulîsor

Rûdawê xebera programa serokê MHP´ê Devlet Bahçeliyê pantirkîst û neyarê miletê kurd a Cejna Qurbanê daye. 

Gotiye Devlet Bahçelî di 7´ê hezîranê da ewê ji kerema xwe ra here cejna DEM partiyê jî pîroz bike. 
Hîn eydî nehatiye, mêrik hîn neçûye, ji nuha da nizgîniya serdana wî dane.

Fena ku bibêje di 7´ê hezîranê da roj ewê li kurdan hilê, zatekî, muhteremekî wek Devlet Bahçelî ewê li xwe deyne, ewê wê nefsbiçûkiyê nîşan bide here serdana DEM partiyê.
Ne Rûdaw tenê, gelek kurdên din jî Devlet Bahçelî zêde diwerimînin.

Oy oy etê*

Ez heyranê kilam û kurmancîya Semsûrê, Rihayê, Sirûcê, Mereşê, Sêwasê, kurdên Anadoliyê me.

Ji guhdarîkirina kilamên wan, meqamê kilamên wan têr nabim. Pir ji dil û bi dilşewat dibêjin. Kilamên wan dilşewat in, mişt hesret û keder in.
Kurmancîya wan otokton e, xalis muslis e, dejenere nebûye, gelek peyvên li herêmeke din a Kurdistanê nemane hene.
Sitranên tu herêmeke Kurdistanê bi qasî sitranên herêma Ferêt, Semsûrê, Mereşê, Sêwasê, kurdên Enedoloyê ne dilşewat in. Bi min wisa tê.

02 juni 2025

Bindestî pîs e dibê êdî em qebûl nekin

Li ser serdestan û bindestan hin pêkenînên, çîrokên Ezîz Nesîn ên manîdar û xweş hene. Ev teşbîha bi sê keran jî yek ji wan e.

-Sê ker li hev siwar bûbûn, diçûn.

Kerê li ser wiha digot:
-Ev çûna me baş xuya dike. Dibê em tim wiha herin.
Kerê di ortê da digot:

01 juni 2025

Ukranyayê malik li Rûsyayê wêran kir !


Ukraynayê îro mala Rûsyayê şewitand, derbeke pir mezin li Rûsyayê xist. Ji 4 hezar km dûr, bi 472 drona 4 baregehên leşkerî bombebaran kir. Herî kêm 40 balafirên şer şewitîn. Zirar pir mezin e.
Ji destpêka şer û vir da ye cara pêşî ye Rûsya derbeke hewqasî mezin dixwe.
Bi balhilgiran, qamyonan droner derbasî Rûsyayê, Sibîryayê kirine.

Pûtîn kabîna ewlekariyê ban civîna bi lez kir. Texmîn ew e Rûsyayê jî îro, sibe bersîveke giran bide Ukraynayê.