28 februari 2025

Gelek sîyasetmedar û serokan xwe hetikandin

Şêwirmendê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum, li ser banga Evdila Ocalan gotiye:

”Banga Evdila Ocalan li gorî înîsiyatîv û çarçeweya dewletê bû.Naveroka bangê dibêje, mesela nasnameyê nemaye, înkar qedîya ye, du milet tune ye, du zimanê resmî tune ye, du hemwelatî tune ye, daxwaza otonomiyê, federasyobê tune ye. Dewleta unîter hatiye parastin, mesala kurdçareser bûye.”

Mêrik rast gotîye, bi rastî jî beyana Evdila Ocalan eynî wisa ye.

27 februari 2025

Abdulah Ocalan: Bira PKK sîlehên xwe deyne û xwe fesih bike


Beyana Evdila Oclan a çend roj in her kes bi meraq li bende bû nîhayet hat.

Di beyanê da tiştekî nuh, surprîzek tune ye. Wek dihat texmînkirin ji bo kurdên bakur mafekî herî biçûk jî naxwaze; federasyonê, otonomîyê, statuyeke netewî red dike. Wek her tim dîsa qala demokrasiyê dike. Yanî dibê em wiha dom bikin, tu mafekî netewî ji tirkan nexwazin, hêdî hêdî bibin tirk. Bi gotineke din teslîm bibin.

Dibêje bira PKK kongreya xwe çêke û xwe fesh bike. Ji PKK´ê bêyî ku mafekî bi dest xîne teslîmbûnê dixwaze.
Li ser Kurdistana Rojava tu tiştek negotiye, qal jî nekiriye. Ev pir baş e, kêfa min hat. 

Serokê HUDAPAR´ê ne wek serokekî kurd, wek berdevkekî Tirkiyê peyivîye


Serokê Hudaparê Zekerîya Yapicioglu gotiye:
“Kurd li Tirkiyê belav bûne. Sedî 90 ji kurdan federasyonê naxwezin, bingeha federasyonê tune ye”.

Zekerîya Yapicioglu ne wek serokekî kurd, wek zilamekî Tirkiyê peyivîye, li dijî azadî û serxwebûna gelê xwe derketiye, bindestiya gelê xwe parastiye.

Zekerîya Yapicioglu gotiye ”ji sedî 90´ê kurdan federasyonê naxwazin”.

Kurd li Kurdistana Rojava bûne xwedî dewlet-tirk dixwazin vê dewletê xera bikin

Li ser beyana Evdila Ocalan ewê bide gelek speklasyon tên kirin. Beyan hîn li ortê tune ye, lema meriv nikane baş, xerab tiştekî li ser bibêje.

Lê heger hat û beyana Evdila Ocalan xerab be, li gorî dilê tirkan be dibê PKK û kurdên Kurdistana rojava guh nedinê?
PKK, PYD, YPG, HSD, QSD ne mecbûr in daxwazên Evdila Ocalan bicî bînin.
Parastina Kurdistana Rojava wacibê her kurdî ye, dibê em vê îmkana tarîxê ji dest xwe nedin der.

26 februari 2025

Nivîseke 24 sal berê-Ji Dema Nû ra

Çendakî berê di arşîva xwe ya kompîtorê da ez rastî gelek nivîs û notên xw ehatim. Min tam ji hev negirtine. Ez ji hev didim alî û carnan belav dikim. Ev nivîs jî yeka ji wan e.

Ji berpirsiyarê rojnameya Dema Nû ra,
Merheba ji we ra!

Heger me bi qasî Tirkî ji zimanê xwe jî hez bikira nuha em ne di vî halî da bûn

Birayên delal, ez gelkî kêfxweş bûm we dîsa(bi navekî din be jî) dest bi weşana xwe kir.

Fatîheyeke ji ruhê Sûriya berê ra bixwînin...


Serokê Sûriyê yê nuh, ya jî qeyûmê Tirkiyê yê Şamê Ehmed Şer do li Şamê, di konferan cîhadçiyan da fortek daye xwe, bayek ji ber serê xwe berdaye, gotiye, ”em hişyariyê didin kesên yekîtiya Sûriyê dixin metirsiyê. Em qebûl nakin Sûriye perçe bibe”, filan bîvan…

Kurro Sûriye mûrîye nemaye, Îsraîl, Sûriye perçe kiriye çûye. Durzî ji Sûriyê veqetiyane, nuha dora kurda ye. Sûriye welatekî pînekirî bû, pîne yek bi yek dikevin.

25 februari 2025

Gotina rast dibê meriv xwe jê aciz neke

Dîroknasa tirk Ayşe Hur xanimê bêziraviya serokên kurd yên Kurdistana Rojava rexne kiriye, gotiye, ”Cesaret û biryardariya bi komek durzî ra heye bi kesên 40 milyon in ra tune ye.”

Qesta Ayşe Hurê bi 40 milyonî serokên kurd in, newêrekiya wan e. Gotiye nufûsa we 40 milyon e, lê hûn bi qasî durzîyan cesûr hereket nakin.

Piştî 100 salê din hêvî dikim însan ne wek yên nuha bin !

Li gorî hin hesabên texmînî hetanî nuha li dora 109 milyar însan jiyane. Nufûsa dinyayê ya nuha 7,5 milyar e. Ev jî dike ji %7´ê nufûsa însanên hetanî nuha hatine dinyayê. 

Yanî li gorî vî hesabî di binê erdê da 101,5 milyar mirî hene, li ser ruyê erdê jî 7,5 milyar însan dijîn. Belkî nîvmîlyarek zêde be jî.

Ev 7,5 milyar însanên nuha dijîn piştî 100 salê din ewê tunebin, herî zêde ewê çend hezarek bimînin.

24 februari 2025

Erdogan cara 4´a jî ewê bibe serokê Tirkiyê !

Profesorekî tirk gotiye, ”Erdogan dixwaze carek din jî were hilbijartin, ev sedîsed e. Ji bona wê jî dibê berî adara 2028´a meclîs biryara hilbijartina pêşwext bigire. ”

Heger heta wê çaxê sax bimîne cara 4´a jî, cara 5´a jî serok e.
Ez tim dibêjim, heta Erdogan sax be serokê Tirkiyê ye. Heta nuha sê caran bêdîplome, bi sextekarî bûye serok, cara çara jî ewê bibe; ev sedîsed e.
Astenga li ber vê çi ye?

Xwedê çiyê dibîne berfê lê dibarîne

Mêrik bi kursîya xwe va zeliqîye, cara 8´a jî bû serokê AKP´ê. Jixwe heta mirinê ewê serokê AKP´ê û Tirkiyê be.
Serokê Tirkiyê û serokê AKP´ê Recep Tayyip Erdogan, di kongra AKP´ê ya 8´a da bi rayên 1547 delegeyan careke din bûye serokê AKP´ê. Jixwe hata sax be ewê tim serokê AKP´ê û yê Tirkiyê be, kes newêre eksê wê bîne bîra xwe jî.

Tirk ne ew milet e serokatiyê jê bistîne, raqibekî derxe heberî wî.
Ma kesî wêrîbû derkeve hemberî Ataturk?

23 februari 2025

Însanên ji derewan bawer dikin pir in

Merivê durist, rastgo tim xurt û serbilind e, tu carî şermezar û rûreş nabe. 
-Tu mîratek bi qasî ratiyê ne dewlemend e.
-Duristî milkekî pir biha ye, li ba însanên erzan nayê dîtin.
Her rastîya heye ne rast e. Mesela derew.
Em zanin derew heye, derewkar hene, ev rastîyeke. Lê derew ne rast e, navê wê li ser e, derew e.

Lê gelek derewên, xurafeyên çîrokên batil ên însan jê bawer dikin, ji bo wan neyartî û şerê hev dikin, xwe didin kuştin hene.

22 februari 2025

Mirinê dîsa qeleşiyeke mezin kir


Îro bi bihîstina mirina nivîskar, şair, akademîsyen, mamoste, hemşeriyê xwe hêja Abdurehîm (Evdirehîm) Kiliç, bi gotineke herî sivik ez şok bûm.

Haya min ji nexweşiya wî tunebû. Di medyaya sosyal da tu kesî qala nexweşiya wî nekir. Heger kiribin jî bi ber çavê min neket.
Bi vê xebera reş pir û pir xemgîn bûm. Mirinê dîsa qeleşiyeke 
mezin kir.

Salê çûnî di meha gulanê da li Amedê hat ba min, me hevdu nas kir, me bîstekê sohbet kir. Ji min ra qala malbata, eşîra xwe kir.

Çîroka mişkê biçûk û pisikê

Rojekê mişkekî biçûk bêhemdî ji diya xwe dûrketibû, li daristanê wenda bûbû. Vir da, wê da çû û hat, rastî pisikekê hat. Pisikê xwe çindî ser kir, ew girt.

Di bin pepikên pisikê da bû qareqare mişko, got:
-Pisika delal, ez ketime bextê te min nexwe. Ez hîn biçûk im. Ez naxwazim di vî umrî da bimrim.
Pisik pir biçî bû, got:

21 februari 2025

Bi beyanan zarokên kurd ji asîmîlasyonê xelas nabin


Kurd îro Roja Zimanê Zikmakî pîroz dikin. Partî li ser girîngiya zimên beyanên xweş didin, însan di medyaya sosyal da vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser kurdî, dibêjin gerek em qedir bidin zimanê xwe, gerek em li dijî asîmîlasyonê bin, filanû bîva...

Pîrozkirin baş e, lê bi pîrozkirinê kurdî ji helîyanê, ji mirinê xelas nabe û bi beyanên di medyaya sosyal da jî zarokên me ji asîmîlasyonê xelas nabin.
Çimkî mesele ne gotin e, kirin e. Nexweş ne bi dua, bi tedawîyê xelas baş dibe, tê ser sihata xwe, ji mirinê xelas dibe.

Her kes li gorî aqilê xwe hereket dike

Dil ne sifre ye meriv li her derê, li ber her kesî raxîne. Tiştê meriv di medyaya sosyal da dibîne, ya pê diqehere, ya pê dikene.
Lê nikane dengê xwe bike. Berra hundurê xwe dide. Bibêjim lal e, nebêjim tiral e.

Her mange tê dotin her gotin nayê gotin. Zimano leqleq serîyo teqreq.
Lê deme meriv ya dilê xwe, fikrê xwe nabêje jî dikeve ser hev. Ev jî derdek e.

20 februari 2025

Şam ketiye bin emrê tirkan

Serokê HTŞ´ê Ehmed Şer komîteyek 11 kesî ji bo Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ava kir. Di komîteyê da ne cî dan kurdan, ne jî fikrê wan girtin.

Îro jî li Şamê civîneke bêyî kurdan çêkirine. Hin erebên ji Hisiçê beşdarî civînê bûne, lê ban kurdan nekirine.

Diyar e îdareya Sûriyê di destê tirkan da ye, tirk nahêlin ereb bi kurdan ra têkevin têkiliyê.

Li ser Kurdistana Rojava hin xeberên xofdar belav dibin

Li Kurdistana Rojava hin tiştên meriv ditirsînin tên gotin. Kurd di nava xwe da hîn bêtifaq in.
Bereya Kurdistana Sûriyê ji hevdîtin û lihevkirina HSD´ê, MSD´ê bi Şamê ra bi gazin e.

Di medyayê da li ser têkiliya HSD´ê û Şamê hin xeberên ne xweş, metirsîdar belav dibin. 

Li gorî hin xeberên medyayê HSD´ê, PYD´ê qebûl kirine îdareya Kurdistana Rojava teslîmî Şamê bikin.

19 februari 2025

Du kûp şerab firotin qurişek neket bêrîka wan

Du bektaşîyên hevalên hev biryar dane şerabê bifroşin. Her yekî ji xwe ra kûpek şerap çêkir. Dûra çûn li kuçeyekê rûniştin ji bo ku şeraba xwe bifroşin.

Kuçeyeke xir û xalî bû, ne ins, ne cins hebû, kes ne diçû, ne dihat. Tu bikir(mişterî)xuya nebû.
Piştî bîstek payin aciz bûn. Yekî ji yê din ra got:

18 februari 2025

Ji tirsa kurdan hûn bûne merivên fobîk

Hefteyeke pûlisên tirk giraniya xwe daye ser girtin û terorîzekirina kurdan. Li 51 bajaran girtine sed bi sedan malan, li dora 300 kesî girtine.

Fena zengînê dinyanedîtî zengîniya xwe nîşanî xelkê bide, cepheya îslamî-faşîst a tirk jî bi van girtinan hukmê dewleta xwe nîşanî me didin.

Berdevkê Erdogan beşdarên konferansa HUDAPAR´ê bi xayintiyê û namerdiyê îtham kirine


Şêwirmendê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum, ji konferansa HUDAPAR´ê ya di 15-16´ê mehê da li Amedê çêbû pir aciz bûye, konferans xistiye binê erdê, rexneyên giran li HUDAPAR´ê û li beyana konferansê girtiye.

Hudapar û kesên beşdar bi ”namerdiyê”, bi ”îxanstê”, bi perçekirina Tirkiyê îtham kirine.
Di nav başdaran da kesên wek Galip Ensarioolu, Abdurrahman Kurt, Orhan Mîroglu û Mehmet Metîner hene, hemû jî berdilkên Erdogan in û di konferansê da peyivîn.

17 februari 2025

Donald Trump serokên ewrûpî şeqizandin


Serokê Amerîkayê Donald Trump di mesela şerê Ukranyayê û hevdîtinên bi Pûtîn ra serokên ewrûpî şeqizandin, fena Trump şîrmaqekê li wan xîne, giş şok bûne. 

Serokên ewrûpî tiştekî wiha ji Amerîkayê nedipan. Zanîbûn Donald Trupm tiredîneke, lê texmîn nedikirin di mesela Ukranyayê da ewê lîstikek wiha bilîze, wan derî hevdîtinan bihêle, bêyî wan ewê bi Pûyîn ra têkeve têkiliyê.
Mêrik Yekîtiya Ewrûpayê da alîyekî, ew bi tena serê xwe bi Pûtîn ra ket têkiliyê, di telefonê da bi Pûtîn ra peyivî.

HUDAPAR´ê avabûna Kurdistanê kiriye pilaneka emperyalîstan û xurtbûna sîyonîzmê

Li Amedê di pêşengiya HUDAPAR´ê da li ser mesela kurd konferansek hat çêkirin. Konferansê du rojan(15/16-02)dom kir.

Piştî konferansê beyaneka 15 xalî hat belavkirin. Di nav 15 xalên beyanê da hin xalên baş hene.
Lê li alî din di destpêka beyanê da li ser mesela kurd û avabûna Kurdistanê analîzeke pir xerab heye. Hudaparê heta nuha konferanseke wiha nekiriye. Çima ev konferans çêkir meriv dide fikarandin.
Analîza li ser mesela kurd wiha ye:

16 februari 2025

Şevbêrka me ya vê carê bê minaqaşeyên siyasî derbas bû

Do êvarî ez û xanim mîvanên hevalê me Rojvan Yeşîl bûn. Mihemed Elî Yildirim ji Almanyayê, Wehbî Aydin ji Fransayê hatibûn. 

Di şîna Debbie Nûjen xanimê da me li ser niga hevdu dîtibû, lê me sohbet û şevbêrik hîştibû rojeke din.

Do êvarî em li mala Rojvan gihîştin hev. Mahmûd Lewendî û Nîmet û Aydin jî hatin.
Me hetanî derengê şevê şêwr û mişêwrek xweş kir.
Vê carê em neketin minaqaşeyên meseleyên siyasî. Me çend caran xwe nêz kirê, lê em neçûn nav, me tevranekir.

15 februari 2025

Dest danîn ser beledîya Wan jî

Dewleta dagirker dest danî ser belediya Wanê jî. Bû çend beledîye wiha bi zor digir dikin nizanim. Ji bo ku dewleta wan heye, ya me tune ye lema kanin vê çavsoriyê li me bikin.

Tirk êdî rayên me, îradeya miletê kurd jî nas nakin. Hilbijartin êdî tîyatroyeke wan e.
Gelo rast meriv bibe fîguranên vê tiyatroya tirkan?
Dibê siyasetmedarên me, partiyên me vê meselê bi rengekî cidî minaqaşe bikin.

Însanan bêbextî li keran kirine


Însan korfahmên xwe, ehmeqên xwe dişibînin keran, ji wan wetnê ker heywanên herî ehmeq in. Lê ne rast e, neheqiyê li keran dikin.

Kerên ehmeq, kêmaqil tune ne. Ker, heywanekî pir baqil û pir xebatkar e. Însên ev bêbextî çima lê kirine nizanim.

Hafiza keran pir xurt e. Ker, riya carê tê ra çûbe tu carî ji bîr nake. Lema karwan keran dikin serkêş û rêberên devan.
Deve ji viya bi gazin e, lê rêberekî ji ker baştir jî nabîne, nikane bibîne.

14 februari 2025

Heger banga Ocalan ne bi dilê tirkan bûya nedihîştin belav bibe

Li gorî xeberên di medyaya sosyal da digerin sibe ewê bangeke, beyaneke serokê PKK´ê Evdila Ocalan were belavkirin. 

Dibêjin Evdila Ocalan di banga xwe da ji PKK´ê daxwaza dawîanîna şerê çekdarî dike.

Di banga xwe da Evdila Ocalan çi gotiye, ji PKK´ê, ji PYD´ê, ji HSD´ê çi xwestiye ez nizanim. 

Lê ez tiştekî texmîn dikim, dixwazim wê texmîna xwe, wê baweriya xwe bibêjim.

13 februari 2025

Waliyê tirk nehîşt kurd Şêx Seîd bibîr bînin

Waliyê Amedê bernameya bibîranîna Şêx Seîd a îro ewê li Amedê bihata çêkirin qedexe kir.

Komeleya Şêx Seîd xwest îro li Amedê 100 saliya şehadeta Şêx Seîd û 47 hevalên wî bi merasim û bi konferanseke berfire bibîr bîne. Lê hukûmetê, bi îhtîmaleke mezin Erdogan emir da waliyê xwe, got nehêlin.
HUDAPAR wek şûr li pişta Erdogan e. Lema 4 parlamenter ji kontejana AKP´ê xist meclîsê.

12 februari 2025

Li ser Kurdistana Rojava şer û cengeke giran e

Li her herçar perçên Kurdistanê partiyên kurdan ên mezin, ên xwedî hêz nêzî hev dibin.

Di medyaya sosyal da li ser hevkariya nabêna partiyan da xeberên xêrê bi ber guhê meriv dikevin.
Lê hin xeberên ne xweş, metirsîdar jî belav dibin. Hêvî dikim derew be, bêbingeh be.
Fena ku di siyaseta kurdî da qonaxeke nuh dest pê kiribe. Kêfa meriv tê, hêviya meriv geş dike.

11 februari 2025

Keça kurd a hêja, tu yê tim di dilê me da bijî !


Me îro bi dilşewatî, bi xemgîniyeke bêsînor û bi çavên mişt hêsir keça hevalê xwe Mamoste û Zînet Nûjen xanimê, Debbie Nûjen li Stockholmê teslîmî axa sar kir.

Dê û bavê wê, xuşk û birayên wê, malbata wê û bi sedan dost, heval û hezkiriyên Debbie Nûjen xanimê bi dilşewatî û bi çavên mişt hêsir xatir jê xwestin.

Tirkiye li Sûriyê zorê dide Ehmed Şer ji bo ku êrîşî kurdan bikin

Tirkan di vî sed salê dawî hewqas neheqî, zulm, nerindî li me kirin bingeha jiyaneka bi hev ra, bingeha rojekê dilê me li wan sipî bibe nehîştine.

Tiştên wan aniye serê me, zulm û neheqiya wan li me kiriye û dikin tu carî nayê jibîrkirin û nayê efûkirin.

Bi êrîşên xwe yên ser kurdên Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr da di vê siyaseta xwe ya antî-kurd da irsrar dikin.

10 februari 2025

Dev ji şalûziya "ruhê Çaneqelê" berdin...


Hevserokê DEM partiyê Tuncer Bakirhan li Çeneqeleyê qala ”ruhê Çeneqaleyê kiriye”, gotiye:

”Li gorristana Çeneqeleyê kurd tenê, tirk tenê, ereb tenê tune ne. Li wir hemû rengên Tirkiyê hene. Heger çareseriyekê bibe dibê li gorî ruhê Çeneqeleyê bibe.
Em dibêjin em tifaqa kurd û tirkan a li Çeneqelê ji nuh va ava bikin.”

Birayê ezîz bes e, dev ji van şelafiyan berdin, tirk, ev zalimên dîktator bi van şalûzîyên we, bi bergerê, bi heyran û qurbanê nerm nabin, tu mafî nadin kurdan. Heyfa we ye, wiha mekin !
Bi gotinên wiha hûn xwe û miletê xwe biçûk dixînin.

09 februari 2025

Ev derewa we jî ewê pere neke

Mahcirên Balkanî û Kafkasî bela xwe ji me venakin, dixwazin em kurd jî wek wan eslê xwe, nasnameya xwe înkar bikin, wek wan xwe bikin tirk. Miletê kurd bêrûmetiyeke wiha tu carî qebûl nekiriye û ewê neke jî.
Berê gotin miletekî bi navê kurd tune ye. Ev derewa wan cî negirt, ji mecbûrî dev jê berdan. Nuha jî dibêjin efendim zaza ne kurd in.

Law virekên ber tenûrê, pêsekinîyên xelkê, zaza kurd in, ne kurd in çi ji we ra?
Ma hûn dikin dikin eslê me bi me bidin fêrkirin?

Îdeolojiya dagirkeran ew kiriye neyarê miletê wî

Serokê Hudaparê Zekeriya Yapicioglu, li Enqerê bi Platforma Dostên filistîniyan ra hevdîtinek kiriye. Bi filistîniyan ra, bi dostên wan ra hevdîtinan, civînan çêdike, lê belê tu carî bi heyeteke kurdên Kurdistana Rojava ra hevdîtinê nake.
Ji bo wan tu carî beyanekê nade. Tu dibêjî belkî 3 milyon kurdên binxetê neyarên wî ne. Ji bo wê jî dilê wî tu carî halê wan naşewite.

Tirkiye her roj Rojava bombebtran dike. Îro jî gundekî Kobanê bombebaran kirine, 6 zarok birîndar in. Zarokek 3 salî ye.

08 februari 2025

Ji zarokên xwe ra dersa kurdî hilbijêrin !


Li Tirkiyê û li Kurdistanê dema hilbijartina dersa hilbijartî ya kurdî dest pê kiriye. Malbat kanin heta 17´ê sibatê li dibinstanên seretayî ji zarokên xwe ra dersên kurdî hilbijêrin.

Partiyên siyasî, saziyên sivîl û hin aktivîstên zimanê kurdî ji bo malbat ji zarokên xwe ra dersa kurdî hilbijêrin dest bi kampaniyekê kirine. Bi hin çalakiyan ban malbatan dikin, dibêjin ji zarokên xwe ra dersa kurdî hilbijêrin.
Xebateke baş e, lazim e, dibê meriv bike û lê xebateke pir derengmayî ye; dibê berfireh bibe û bidome.

07 februari 2025

Heger piçek aqil di serê erebên Sûrî da hebe ewê bi kurdan ra li hev bikin

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre(mêrik heta do terorîstekî li dera hanê bû, nuha bûye wezîrê parastinê)gotiye, ”şerê bi HSD´ê ra Sûriye ewê bibe gola xwînê."

Rast gotiye. Tirk ereban dahfî vî şerî didin, dixwazin Sûriyê cara duduya bikin gola xwînê.

Hêvî dikim ereb neyên lîstika tirkan û sîstema federal qebûl bikin. Heger viya nekin, Sûriye bi rastî jî ewê bibe gola xwînê û HTŞ jî li ser hukim namîne.

Navê min Cemal Sureya

Navê min Cemal Sureya.

Cemoyê Kurd dibêjin ji min ra.
Elewî û kurd im.
Zaza me jî.
Gelek kes nizanin vî aliyê min.
Biçûk bûm û em sirgûn bûbûn.
Ji hevalên xwe ra bûm mijara pêkenînê tim.
Jixwe navê Cemoyê Kurd jî wan li min kirin wek naznav.
Rehettir henekê xwe bi min dikirin.
Ez bi vî hawî mezin bûm.
Bêdê, bêbav.

06 februari 2025

Mirina telefona min tam li gorî dilê min bû


Ji zû da bû telefona min fena ku umrê xwe temam kiribe, carnan baş nedixebitî; dengê min carnan nediçû yê hember, carnan jî qut dibû. 

Min dixwest telefoneke nuh bikirim, lê lawikê me yê biçûk Rojen nedihîşt, digot telefona te dixebite, çima tu yê pêşek pere bidî telefoneke nuh.

Du roj berê Xwedê ya dilê min da min, telefona min dîsa arize kir û min tavilê yeka nuh, dîsa Samsungek kirî.

Çîroka ker kurrê kerê

Di wext û zemanekî berê da di axurekî da çend ker dijiyan. Rojekê, dahşikekî dev ji xwarina êm berda û roj bi roj zeîf bû. Guhên wî bi berda hatin, tu nemabû ji ber bêhêziyê bikeve erdê.

Bavê wî roj bi roj ferq dikir halê lawê wî ne tu hal e, xwest sebebê vê yekê bizanibe.
Lawê xwe kişand qunçikekî êxur, xwest bizanibe derdê wî çi ye, ji bo çi êmê xwe naxwe?
Jê pirsî:

05 februari 2025

Yekîtiya pêşmergeyan dîsa taloqî du salên din bû


Wezîrê pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl gotiye, “Hemû pêşmerge û yekîneyên 70 û 80´î ewê heta dawiya 2026´a di bin banê Wezareta Pêşmergeyan da bibin yek.”

Yanî yekîtiya pêşmergeyan ji bîr bikin. Taloqkirina du salên din tê wê maneyê.
Çima ne nuha, çima heta du salên din?

04 februari 2025

Li Swêd li bajarê Orebroyê di êrîşeke çekdarî da gelek kuştî û birîndar hene


Li bajarê Swêd Orebroyê di êrîşeke çekdarî ya di ser dibistanekê da herî kêm10 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar in. Jimara kesên kuştî û birîndar hîn baş ne diyar e.
Swêdî di şoqek mezin da ne. Tiştê pir jê ditirsiyan qewimî.   

Li gorî agahiya pûlis êrîş danê nîvro, saet di 12.30´î da çêbû. Yekî çekdar ket hundur dibistana bi navê ”Campus Risbergska komvuxê” û xwendekarên dibistanê gulebaran kir.

Campus Risbergska komvux, dibistaneka belediyê ya ji bo kesên mezin e, xwendekar pirranî xerîb in.

Berfê îro dîsa erd sipî kir

Me got belkî zivistanê, berfa Stockholmê xatir ji me xwest, lê texmîn û hesabê me şaş bûye. Berfa me îro dîsa erd sipî kir. Lê pir ne sar e.
Vêsê xanimê got wele berfê wa ye erd sipî kiriye.
Min got qey heneka dike, lê min derî vekir, bala xwe dayê rast e.
Merf merf ne xema me ye, em tu carî ji meşa xwe ya rojane namînin.
Piştî xanimê xurîniya xwe kir, me xwe jidand û em bi rê ketin.
Piştî nîvseetek meş em rastî M. Alî Kut hatin.

Kurd ji ereban xêratekê naxwazin

Li Sûriyê di daxwaza azadî û serxwebûna xwe da dibê serokên kurd ne şermok bin, tu carî xwe sansor nekin.

Kurd ji serokê HTŞ´ê Ehmed Şer, (mêrik nuha xwe wek serokê Sûriyê îlan kiriye) parsê nakin, sedeqeyekê, xêratekê naxwazin. Kurd dixwazin îdara welatê xwe bigrin destê xwe.

Ereb çiqasî heqê wan heye bibin xwedî dewlet, mafê kurdan jî hewqasî heye bibin şirîkê wê dewletê.

03 februari 2025

Netanyahu tirk bizandine


Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu, do çû Amerîkayê. Mîvanê Donald Trump ê Qesra Sipî yê pêşî ewê Netanyahu be. 

Ev yek ji alî Donald Trump mesajeke siyasî ya gelkî muhîm e û ji bo Îsraîl jî îspata piştgiriya Amerîkayê ye.

Netanyahu berî li balafirê siwar be, bersîva pirsên rojnamevanan da, got, ”emê bi serokê Amerîkayê Donald Trump ra pir ji nêzîk va bixebitin, ji bo ku em xerîteya Rojhilata Navîn ji nuh ve çêkin.”

Li ser vê beyana Netanyahu, Tirk ketina panîkek mezin. 

02 februari 2025

Pêşengê bipêşxistina xwendin û nivîsîna zazakî Malmîsanij e


Nuha keç û xortên kurdên bi lehçeya zazakî dinivîsin pir bûne. Êdî bi hezaran însan kanin bi zazakî bixwînin û binivîsin.

Lêkolînan dikin, rojname û kovaran derdixin, kitêban, romanan dinivîsin.
Fêrbûna nivîsîna bi zazakî êdî pir rehet bûye. Çimkî berhem, materyal pir in.
Berî sala 1980´î kesê kanîbûya bi zazakî binivîsîne tunebû. Pêşengê nivîsandina zazakî Malmîsanij(Dr. Mehmet Tayfûn) e. Dibê kurdên zaza vê rastiyê baş bizanibin.

Li vî bajarî tu xwe nuh nekî tu nikanî bi ser kevî

Mêrik cara pêşî bû hatibû Amedê. Bi meraqdarî li nava Sûrê, bajarê kevn digeriye.

Li ber deriyê Mizgefta Mezin parsekekî kûr(kor) bala wî kişand. Sedeqeyek dayê û gera xwe dewam kir.
Roja din gava ji wir derbas bû, bala xwe dayê parsekê do dîsa li wî ciyê xwe ye, lê vê carê ne kor e, kût e. Matmayî ma lê jê ra tiştek negot.

01 februari 2025

Tiştê hûn ji filistîniyan ra dixwazin çima hûn ji miletê xwe ra naxwazin?

Hin kes, bi taybetî jî hin kesên îslamî tiştê ji filisîtniyan ra dixwazin ji miletê xwe ra naxwazin. Ji filistîniyan ra dewletê dixwazin, lê ji bo miletê xwe qet qala tiştekî wiha nakin; fena ku daxwazeke wiha sûc be, qebhet be. 

Îsraîl dixin binê erdê, ji filistîniyan ra dewleteke serbixwe dixwazin, lê gava mesele tê ser Tirkiyê zimanê wan li hev digobile, tu dibê belkî kulîyan zimanê wan xwariye,  retorîka wan a li hemberî tirkan ji bin da giguhere, zimanekî pir nazik, hurmetkar bi kar tînin, tiştekî naxwazin.

Li ser pêşniyara Mucahîd Bîlîcî xoce

Sosyolog Mucahîd Bîlîcî xoce li ser têkiliyên kurd û tirkan, dibê kurd çi bikin, ji bo azadiyê kîjan riyê hilbijêrin gotiye, ”ji bo kurdan opsîyana herî baş Tirkîye ye. Amerîka nikane kurdan xelas bike. Îsraîl nikane kurdan xelas bike…”

Amerîka bixwaze kane kurdan xelas bike, lê bike neke ew tiştekî din e. Ne parastina Amerîkayê bûya tirkan ji zûda Kurdistana Rojava giş dagir kiribûn. 
Opsîyon, yanî ji bo kurdan alternatîfa, îmkana, fersenda herî baş Tirkiye ye, entegrasyona bi Tirkiyê ra pêşnîyarî kurdan dike.

PARVE BIKE