Şêwirmendê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum, ji konferansa HUDAPAR´ê ya di 15-16´ê mehê da li Amedê çêbû pir aciz bûye, konferans xistiye binê erdê, rexneyên giran li HUDAPAR´ê û li beyana konferansê girtiye.
Hudapar û kesên beşdar bi ”namerdiyê”, bi ”îxanstê”, bi perçekirina Tirkiyê
îtham kirine.
Di nav başdaran da kesên wek Galip Ensarioolu, Abdurrahman Kurt, Orhan Mîroglu û Mehmet Metîner hene, hemû jî berdilkên Erdogan in û di konferansê da peyivîn.
Ez bawer nakim Mehmet Uçum ew gotinên giran bêhaya Erdogan ji wan ra kiribe. Çimkî hedefa rexneyên Mehmet Uçum kurdên zilamên AKP´ê û Erdogan in.
Orhan Mîroglu û Mehmet Metîner piştî barek şelafî ji Erdogan û Bahçelî kirine, xwe parastine, gotine em ji te bêtir li dijî perçebûna Tirkiyê ne.
Di konferansekê li ser kurdan kirina çend peyvên ”maqûl” Mîroglu, Metîner û
kesên wek wan pak nake, ew di cepheya dijmin da ne û heta qirikê ketine gerrekê.
Heger Metîner û Mîroglu û yên wek wan
beranê bisko bûna, ewê di nav keriyê bavo da bûna. Yanî ewê ne di
cepheya dewleta dagirker da bûna.
Hemû jî mişkê qulikekê ne, xerabên di ser hev ra ne. Ne hêja ne meriv wan
biparêze.
Lê dibê bizanibin hevaltiya bi dijmin ra heta derekê ye, gava karê dijmin bi
meriv diqede însên wek potikekî bîs davêjin. Ev aqûbet ewê were serê serokên
Hudaparê, Mîroglu û Metîner jî. Roja karê dijmin bi wan biqede Erdogan jî ewê
bibe Mehmet Uçum û gotinên nemayî ji wan ra bike.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar