Hefteyeke pûlisên tirk giraniya xwe daye ser girtin û terorîzekirina kurdan. Li 51 bajaran girtine sed bi sedan malan, li dora 300 kesî girtine.
Fena zengînê dinyanedîtî zengîniya xwe nîşanî xelkê bide, cepheya îslamî-faşîst a tirk jî bi van girtinan hukmê dewleta xwe nîşanî me didin.
Bi van girtinan bêguman hûn zulmeke mezin li me kurdan dikin, hûn miletê me pir diêşînin.Tu sebebekî van operasyonan ên edlî, huqûqî tune ye, armanca we zulm e, çavsorî ye, terorîzekirina xelkê ye. Irqçîtî ye.
Ji bo dewleta we heye hûn hukmê xwe, qeweta xwe nîşanî me didin.
Ne hûn bin, ne dewleta we be, ji bo ku hûn bûne xwedî dewleteke tiroviro, faşît
hûn ji însanîyetê, ji medenîyetê, ji demokrasiyê dûr ketine.
Şerm e, bes e vê
zulmê, vê çavsoriyê li miletê me bikin.
Bes e xelkê li ciyê rehetî bigrin, têxin zindanan. Bi vê zulma hûn li me dikin
hûn jî dihetikin, hûn pîs dibin, ruhê we, hestên we, dilên we reş dibe.
Lê ji bo ku hûn ji me ditirsin hûn wiha dikin, ji tirsa me xew li we digere,
tirsa ji me wek kabûsekî tim di dilê we da ye, tim li ser sînga we ye.
Ji tirsa kurdan û çêbûna Kurdistanê hûn bûne merivên fobîk, psîkolojiya we xera bûye, tirsa ji kurdan civata we, siyasetmedarên we di deprasyonê da ne, ji ber tirsa ji kurdan piraniya we seqet bûne..
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar