Du bektaşîyên hevalên hev biryar dane şerabê bifroşin. Her yekî ji xwe ra kûpek şerap çêkir. Dûra çûn li kuçeyekê rûniştin ji bo ku şeraba xwe bifroşin.
Kuçeyeke xir û xalî bû, ne ins, ne cins hebû, kes ne diçû, ne dihat. Tu
bikir(mişterî)xuya nebû.
Piştî bîstek payin aciz bûn. Yekî ji yê din ra got:
Hevalê wî got baş e û sifteha xwe ya pêşî kir. Tasek şerab firot hevalê xwe.
Bîstek derbas bû, îcar wî ji hevalê xwe ra got:
-Ka tu jî tasek şerab bifroşe min û sifteha xwe ya pêşî bike.
Îcar wî tasek şarab ji hevalê xwe kirî.
Bi vî hawî, geh wî firot wî, geh yê din firot wî, lîre hetanî êvarî di nabêna herduyan da çû û hat, çû û hat, heta kûpê herduyan vala bûn, şeraba herduyan jî qedîya.
Danê êvarî herduyan bi serxweşî xwe li ba kirin, berê xwe dan malên xwe.
Bi rê da yekî ji yên ra got:
-Îro îşê min pir baş çû, min şeraba xwe gişk firot. Lê vêsê dema ez ji mal hatim kexeteke(lîreyeke)min hebû, hîn jî lîreyeke min heye. Min fêm nekir ev pere giş ku da çû?
Yê din got:
-Law yê te dîsa baş e. Qenekê lîreyek te heye. Min jî şeraba xwe gişk firot, dilopek jî di kûp da nema. Vêsê jî qurişek di bêrîka min da tunebû, nuha jî qurişekî min tune ye. Min jî ji vî îşî tiştek fahm nekir. Meriv kûpek şerab bifroşe û qurişek nekeve bêrîka meriv !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar