20 februari 2025

Li ser Kurdistana Rojava hin xeberên xofdar belav dibin

Li Kurdistana Rojava hin tiştên meriv ditirsînin tên gotin. Kurd di nava xwe da hîn bêtifaq in.
Bereya Kurdistana Sûriyê ji hevdîtin û lihevkirina HSD´ê, MSD´ê bi Şamê ra bi gazin e.

Di medyayê da li ser têkiliya HSD´ê û Şamê hin xeberên ne xweş, metirsîdar belav dibin. 

Li gorî hin xeberên medyayê HSD´ê, PYD´ê qebûl kirine îdareya Kurdistana Rojava teslîmî Şamê bikin.

Heger tiştên di medyayê da belav dibin rast be kurdan vê carê jî pûş kutan, serokên kurdan qebûl kirine desthilata xwe dewrî Şamê bikin û bibin leşkeriya Sûriyê.

Kurd li bende federasyonê bûn, bi xeberên wiha meriv şok dibe. Hêvî dikim tiştên tên gotin ne rast bin, peyman tam ne wiha be, kurd dev ji mafên bi dest xistine bernedin û ew welatê xwe îdare bikin.

Lê li ortê hîn jî tifaqek, yekîtiyeke nabêna kurdan xuya nake, her hêz, her şex bi dizî û eşkere diçin ber nigên eraban.

Miletê kurd miletekî pir bêtalih e, fedekariyê dike, tê ber nuxta azadiyê serokên wan bêkêr dertên, doza xwe belaş pêşkêşî dijmin dikin.

Heger li Kurdistana Rojava kurd statuyeke netewî bi dest nexin, îdareya xwe teslîmî ereba bikin, serokên kurdan tiştekî wiha qebûl bikin felaketeke mezin e.

XXX

Li gorî xebera Rûdawê, fermandarê HSD´ê Ebû Omer Îdlibî gotiye, “Me biryara da em tevlî artêşa Sûriyeyê bibin. Biryar hat dayîn Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û saziyên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser têkevin nav artêşa Sûriyeyê. Ev gav ji bo yekkirina û xurtkirina hêza neteweyî hat avêtin.”

Heger ev xeber rast be malwêraniyeke mezin e, dibê miletê kurd li hemberî tevlêbûneke bi vî rengî serî hilde.

Hêvî dikim xeber ne rast be, ya jî hin kêmasî tê da hebin.

Bêyî ku kurd bibin xwedî statuyeke netewî dibê tevî tiştekî Sûriyê nebin.

XXX

Wezîrê karên dereve yê Amerîkayê Marco Rubio gotiye, “Li Rojhilata Navîn dewletên wek Îsraîl pir bûna dinya ewê ewletir bûya.”

Gotineke sedîsed rast e. Ji bo ku li herêma me, li Rojhilata Navîn dewletek din a wek Îsraîl demokratîktir tune ye şer û qeyran li herêmê tu carî nasekine.

Avabûna Kurdistanê kane fêde û rehetiyeke mezin bide Rojhilata Navîn û dinayayê.

Heger hûn bi rastî dixwazin dinya rehet bike piştgiriya avabûna Kurdistanê bikin. Piştgirî û alîkariya hûn bi Îsraîl ra dikin, bi kurdan ra jî bikin.

XXX

-Dayik roja malbatê ye. Di malbatekê da ew tunebe zarokên di wê malbatê da mezin dibin wek fêkiyên di sîyê da mabin baş nagîhên.

Johann Heinrich Pestalozzi

 XXX

-Sê qaîdeyên aqil hene, dibê meriv baş bifikire, xweş bibêje û karê xwe baş bike.

Sê dijminên aqil û ilim hene, xerabî, nezanî û tembelî.

Hersê dijminên aqil jî li ba me kurdan pir in. Bi taybetî jî nezanî zêde ye. Him jî di nav siyasetmedarên pêşengên civatê da. Nezanî malwêranî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar