20 februari 2025

Şam ketiye bin emrê tirkan

Serokê HTŞ´ê Ehmed Şer komîteyek 11 kesî ji bo Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ava kir. Di komîteyê da ne cî dan kurdan, ne jî fikrê wan girtin.

Îro jî li Şamê civîneke bêyî kurdan çêkirine. Hin erebên ji Hisiçê beşdarî civînê bûne, lê ban kurdan nekirine.

Diyar e îdareya Sûriyê di destê tirkan da ye, tirk nahêlin ereb bi kurdan ra têkevin têkiliyê.

Ê madem ereb tenezul nakin bi kurdan ra têkevin dîyalogê, wê demê dibê kurd veqetin, serxwebûna xwe îlan bikin.

Riya din jî teslîbnûn e. Ya kurd ewê bibin şirîkê dewletê û xwediyên welatê xwe, ya jî ewê xwe teslîmî ereban bikin û wek berê dîsa bindest bimînin.

Heger kurd li Kurdistana Rojava vê îdareya xwe ji dest bidin wek Daîşê ewê mala kurdan bişewitînin, ewê tavilê demogarafiya Kurdistanê biguherin, li Kurdistanê nufûsa kurdan daxin ji sedî 30´î.

XXX

-Sê qaîdeyên aqil hene, dibê meriv baş bifikire, xweş bibêje û karê xwe baş bike.

Sê dijminên aqil û ilim hene, xerabî, nezanî û tembelî.

Hersê dijminên aqil jî li ba me kurdan pir in. Bi taybetî jî nezanî zêde ye. Him jî di nav siyasetmedarên pêşengên civatê da. Nezanî malwêranî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar