21 februari 2025

Her kes li gorî aqilê xwe hereket dike

Dil ne sifre ye meriv li her derê, li ber her kesî raxîne. Tiştê meriv di medyaya sosyal da dibîne, ya pê diqehere, ya pê dikene.
Lê nikane dengê xwe bike. Berra hundurê xwe dide. Bibêjim lal e, nebêjim tiral e.

Her mange tê dotin her gotin nayê gotin. Zimano leqleq serîyo teqreq.
Lê deme meriv ya dilê xwe, fikrê xwe nabêje jî dikeve ser hev. Ev jî derdek e.

Him jî derdekî bêderman e, dibê meriv li tu derman mermanî negere. Devê xwe bigire, zimandirêjiye neke. Serê xwe nexe belayê, dilê xelkê ji xwe nehêle.

Di vê dinya dijîtal, di platforma malxerab da meriv carnan rastî parvekirinên pir ecêb tê, matmayî dimîne. Ji xwe ra dibêje, hela hela, ev ji ku derket ?
Lê ne rast e meriv aqil bide xelkê. Kî bike jî ez nakim. Jixwe aqilê min ê zêde jî tune ye, ancax têra min dike.
Kera barê min ne lê ne dibêjim ço, ne dibêjim hûş…
Her kes ji aqilê xwe razî ye. Ji ber wê ye jî kêmcara li xwe vardiqile, nabêje ev tiştê ez dikim, ez dibêjim gelo maqûl e, yekî wek min van tiştan bibêje gelo rast e?
Nafikire, tu carî mihakema kirinên xwe, gotinên nake, çimkî ji aqilê xwe razî ye.
Aqil taca zêrîn e li serê her kesî nîne. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar