Kurd îro Roja Zimanê Zikmakî pîroz dikin. Partî li ser girîngiya zimên beyanên xweş didin, însan di medyaya sosyal da vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser kurdî, dibêjin gerek em qedir bidin zimanê xwe, gerek em li dijî asîmîlasyonê bin, filanû bîva...
Pîrozkirin baş e, lê bi pîrozkirinê kurdî ji helîyanê, ji mirinê xelas
nabe û bi beyanên di medyaya sosyal da jî zarokên me ji asîmîlasyonê xelas nabin.
Çimkî mesele ne gotin e, kirin e. Nexweş ne bi dua, bi tedawîyê xelas baş dibe, tê ser sihata xwe, ji mirinê xelas dibe.
Dibê kurdî fêr bibin, parvekirinên xwe bi kurdî bikin û li mal û bazarê ne bi tirkî, bi kurdî bipeyivin.
Yên li ser girîngiya axaftina kurdî beyanên xweşik û şaîrane didin lê li mala xwe bi zarokên xwe ra tirkî dipeyivin ne samîmî ne, durû ne, civatê dixapînin.
Heger hûn bi rastî, ji dil li dijî asîmîlasyonê ne ji xwe, ji mala xwe dest pê bikin. Hûn zarokên xwe asîlî nekin.
Hûnê him zarokên xwe asîmîle bikin, wek dê û bavên herdu jî bi kurdî zanin bi hev ra, bi zarokên xwe ra tirkî bipeyivin, him jî beyanên li dijî asîmîlasyonê bidin.
Ev nabe, ev durûtî ye.
Roja zimanê dayikê li dê û bavên, li kurdên bi kurdî dipeyivin, zarokên xwe asîmîle nakin pîroz be !
XXX
Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş li ser ”pêvajoya
aştiyê" gotiye, ”ji bo ku pêvajo bi silametî bimeşe peyama Îmraliyê gava
pêşî ye.”
Rûdawê ev beyana Kurtulmuş wiha daye:
"Ji bo pêvajo bi awayekî TENDURUSTÎ bi rê ve biçe
peyama ji Îmraliyê bê dayîn gava yekemîn e."
Peyva ”tenduristî” di vir da şaş e.
Maneya ”tenduristî”yê saxlemî, sihet e. Ji bo siheta însên
tê bikarnîn.
Diyar e xwediyê vê xebera Rûdawê beyana Kurtulmuş a tirkî di
Translateya Googlê da kiriye kurmancî.
Kurtulmuş bi tirkî gotina ”saglikli” bikar aniye. Rûdawê jî
bi kurmancî ”tendurustî” bi kar aniye. Şaş e, dibê bi silametî be.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar