Rojekê mişkekî biçûk bêhemdî ji diya xwe dûrketibû, li daristanê wenda bûbû. Vir da, wê da çû û hat, rastî pisikekê hat. Pisikê xwe çindî ser kir, ew girt.
Di bin pepikên pisikê da bû qareqare mişko, got:
-Pisika delal, ez ketime bextê te min nexwe. Ez hîn biçûk im. Ez naxwazim di vî
umrî da bimrim.
Pisik pir biçî bû, got:
-Çimkî diya min li mal berazekî(xenzîrekî)dibrêje. Heger tu alî min bikî, min bibî malê ezê nîvê berêz bidim te.
Şorik bi devê pisikê ket, ji xwe ra got, nîv laşê berazê biraştî ji mişkekî biçûk pirtir e. Got:
-Mala te li ku ye, tu li ku dijî?
- Ez di qulika piştî qelîşteka dîwarê axurê cotkêr da dijîm. Lê ez nikanim rê nîşanî te bidim. Çimkî jêvajorî li min daketiye, ez nikanim riya mala xwe bibînim.
Pisikê got:
-Ez wira zanim. Gelek caran li ber wê qulikê min xwe daye bende te. Were ezê rê nîşanî te bidim.
Dûra pisikê mişkê biçûk xist nav pepikên xwe û ew bir mala mişko. Dema gihîştin ber devê qulikê mişko got:
-Li vir bisekine, ezê herim berêz ji te ra bînim !
Û çû ket qulika xwe.
Pisikê xwe li ber qulikê dirêj kir û ma li bende mişk jê ra berazê biraştî
bîne.
Demekê pa lê mişk nehat. Hêrs bû, bi qîrîn got:
-Heger tu tavilê neyê ezê berêz gişî bixum, ji we ra çênikekî jî nehêlim !
Hinekî din jî pa. Lê mişko dîsa jî xuya nebû. Dîsa bi hêrs got:
-Heger tu nuha dernekevî derve ezê berêz gişî û te jî pê ra bixum ! Bes e, êdî
were !
Û hinekî din jî pa, lê dîsa mişko ji qulika xwe derneket.
Pisik dîn bû, bi hêrs dêla xwe çend caran rast û çep li ba kir, devê xwe nêzî
qulika minşko kir û bi hêrseke mezin got:
-Ev cara dawiye ez ji te ra dibêjim, bes e min bide payin. Ez nikanim zêde
bipêm. Ji birçîna dilê min dixerbile.
Heger tu tavilê dernekevî derve û goştê berêz ji min ra neynî, ezê tevahiya berêz,
te, diya te û hemû xuşk û birayên te jî bixum ! Dibê tu viya bizanibî !
Lêdîsa jî mişko nehat.
Vizîna bayekî honik û xuşîna daran bû. Roj hêdî hêdî diçû ava, tariyê xwe bera ser daristnê dida. Siyên daran dirêj dibûn û tu mişkî xuya nedikir.
Rûviyek ji wir derbas dibû, belkî dîsa diçû diziya pîna mirîşkan. Dema çavên rûvî li
ber qulika mişko bi pisikê ket, bi meraqdarî jê pirsî:
-Roja te bi xêr xuşka delal ! Ma tu li wir çi dikî?
Pisikê got, ”ez li bende me…”, rûvî gotina wê birrî, got:
-Tu li bende çi yî?
-Ez li bende mişko me, ewê goştê berazê biraştî ji min ra bîne.
Rûvî keniya, got:
-Bi rastî yu yeka kêmaqil û belangaz î. Bêaqilê, berazê çi, halê çi ! Di wê qilika biçûk da tu beraz meraz tune ye. Heger qulik ji te ra biçûk be, tu nikanibî tê ra herî hundur,
ji berêz ra jî biçûk e. Beraz çend caran li te ye. Dibê tu viya fahm bikî.
Pisikê fahm kir hatiye xapandin. Ji şerma got:
-Ê jixwe ez ji goştê berêz hez nakim…
Wiha got û bi hustuxwarî berê xwe da mala xwe…
///Zinarê Xamo
2025-02-22
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar