Îro bi bihîstina mirina nivîskar, şair, akademîsyen, mamoste, hemşeriyê xwe hêja Abdurehîm (Evdirehîm) Kiliç, bi gotineke herî sivik ez şok bûm.
Haya min ji nexweşiya wî tunebû. Di medyaya sosyal da tu kesî qala nexweşiya wî
nekir. Heger kiribin jî bi ber çavê min neket.
Bi vê xebera reş pir û pir xemgîn bûm. Mirinê dîsa qeleşiyeke mezin kir.
Salê çûnî di meha gulanê da li Amedê hat ba min, me hevdu nas kir, me bîstekê sohbet kir. Ji min ra qala malbata, eşîra xwe kir.
Me li Mêrdînê jî di Fûara Kitêban da me hevdu dît. Bi nasîn û hebûna hemşerîyekî xwe yê wek Evdirehîm Kiliç ez pir kêfxweş bûm. Mirina zalim zû ji me girt, ne wexta mirina wî bû.Ez ne şaş bim me çend risim bi hev ra girt, ez lê gerîyam min nedît. Xwezî min bidîta.
Ji min ra qet qala
nexweşiya xwe nekir. Dîyar e dereng pê hesiya ye.
Evdirehîm Kiliç ji Wêranşarê ye, ji eşîra Kumnexşa ye. Lê malbata wî li Serê
Kaniyê dimîne.
Cara pêşî di tebaxa 2023´a da di Facebookê da ez rastî şiîreke
wî hatim. Kêfa min jê ra hat. Min nivîsek li ser nivîsî û çend şiîrên wî ji
tirkî wergerandin kurmancî û pê ra ketim têkiliyê.
Şiîrên bi kurmancî jî dinivîsand. Kitêbeke wî ya şiîrê bi navê ”Dilopên Jiyanê”
heye.
Bi riya Messengerê ez pê ra ketim têkiliyê. Me çend caran ji hev ra nivîsî. Ez
wan nivîsên me li jêr parve dikim. Bira bi min ra ew jî nemirin.
Abdurehîm Kiliç akademîsyen bû, mamosteyê edebîyatê bû,
rojnamevan bûe, sînemager bû, nivîskar bû, şair bû. Programên radyoyê û
telewîzyonan jî çêdikir.
Piştî hevnasîna me şiîreka xwe ya bi navê ”Roja yekem” ji min ra şand. Şiîr bi
kurmancî ye, pir xweş e. Gotibû li derkekê nehatiye belavkirin. Ez wê şiîra wî
jî li jêr parve dikim.
Bi wefata Evdirehîm Kiliç xemgîniya xwe bi gotinê nikanim tarîf bikim. Mirinê pir
zû nivîskar û şairekî mezin, însanekî hêja ji wêranşariyan, ji hezkiriyên wî û
ji miletê kurd stend. Ji malbata wî ra sebrê dixwazim. Serê malbatê û zarokên wî sax be.
Mirinê şairekî mezin ji me girt, lê berhemên wî, şiîrên wî, dengê wî nemir in, emê wî tim bi hezkirin bibîr bînin.
Nivîsên me di Messengerê d aji hev ra nivîsîne û şiîrên min
ji tirkî wergerandina kurmancî li jêr in:
XXX
Zinarê Xamo:
2023-09-01 12:23
-Merheba Evdirehîmê hêja! Ma te wergerên min xwendin?
Gelo
ket serê te ya na? Ez şiîrên te yên kurmancî meraq dikim. Tu kanî çend heban ji
min ra bişîne?
Bimîne di nav xêr û xweşiyê da
XXX
Evdirehîm Kılıç:
-Dilê te her dem bi eşqê bigere kekê delal, te ked daye, te
dema xwe veqetandiye, helbet min eciband.
Lê ez helbestên bi Tirkî weke hobiyekê dinivîsînim. Helbesteke xwe ya bi
Kurmancî ezê ji te re bişînim. Ser çavan.
Anha min giraniya xwe daye pirtûka nivîsandina senaryoyê. Ji ber ku bi Kurdî
heta nuha bi mijara nivîsandina senaryoyê tu berhem nehatiye nivîsandin. Di vê
meha pêşiya me de, an jî di meha cotmehê de weşangeha Avesta dê çap bike. Ji bo
wergera te spas dikim.
Ji kerema xwe re mail binivîsînî![]()
XXX
Zinarê Xamo:
-Fermo zinarexamo@hotmail.com zinarexamo@gmail.com
Ez çûvî me. Lawê Bûboyê Xamo me. Bavê te miheqeq bavê min, malbata min nas
dike.
Tu kanî WhatsAppê jî bi kar bînî. Ez li Swêd, li Stockholmê
dijîm. Ev jî numreya telefona min e: 0046 73 53 44 852
Avesta weşanxaneyeke baş e. Dibê tu kitêba xwe berî çapê baş
bidî redaktekirin. Guhertina devoka xwe, zimanê xwe qebûl neke, tenê destûrê
bide rastkirina rêzimên. Bira kêmasiyên rastnivîsî, îmlayê tunebin, kêm bin.
XXX
Evdirehîm Kiliç:
Avesta bi edîtorên xwe redakte dike. Berhem qediyaye. ISBN
hatiye stendin. Ji ber ku cara yekem pirtukek wisa hatiye nivîsandin, ez hêvî
dikim baş were nasandin. Bigihêje gelek kesan. Mirovekî derheqê senaryoyê de
hêç ne xwedî agahî be jî, ku vê pirtûkê baş bixwîne dikare êdî senaryoyekê
biafirîne.
Min helbesteke bi navê Şahkarê Herimî ji te re şand keko ![]()
XXX
Zinarê Xamo:
2023-09-01 13:19
Min xwend, pir xweş e. Te pîroz dikim. Hêvî dikim di rojên
pêş da tu giraniyê bidî şiîrên kurmancî. Dibê keç û xort ji we îlhamê bigrin.
Bi tesîra şiîrên Nazim Hîkmet, Ahmet Arîf gelek xort bûn şair. Şair jî wek
dengbêjan tesîrê li der û dora xwe dikin.
Zinarê Xamo:
2024-05-02 08:52
-Merheba ji te ra!
Ez nuha li Amedê me. Hetanî seet 15.00 wexta min heye. Heger tu misaidî em
hevdu bibînin Ez li Metrepol 2 dimînim
XXX
Evdirehîm Kiliç:
2024-05-02 09:23
-Sibeha te bi xêr kekê delal, Ez li mektebê me mixabin. Di
saet 16.00 de derdikevim û bi Firat Cewerî li kafeya Bezgin Bekir emê hevudu
bibînin. Min soz daye. Ku musait be, em li wira dikarin hevudu bibînin.
Kekê delal, ev helbesteke min e, nehatiye çap kirin. Ez bi
vî rengî dinivîsînim. Hêvî dikim tê biecibînî. Navê helbestê Şahkara Herimî ye.
Roja yekem
Dibêjin erd û asiman hat afirandin
Bi serê min û te haya min jê tune bû
Hîn min eniya xwe tu carî nedabû tîrêjên rojê
Û kesî baqê gûliyê Havva maç nekirîbû
Dem li barekî giran
Dil li warekî wêran digeriyan
Roja duyem:
Çiyayên reşûbelek hatin afirandin
Bi nod û neh navên te haya min jê tune bû
Hîn min memikên firîşteyan nemijtibû ji şevên tarî
Û kesî bi sewta xweyî şevat nelîrandibû di nav bahozan
Şûr li egîdekî şanaz
Şer li meydanekî bênaz digerîyan
Roja sêyem:
Valahiyeke mezin çêbû di holêde
Kulilkên rengîn û daristanên xemgîn hatin afirandin
Bi sê telaqê bêfitû haya min jê tune bû
Hîn min dilê xwe nexemilandibû bi çavên xezalekê
Û kesî nenivîsandibû navê evîna xwe li pelê daran
Gul li birîndarekî
Kul li evîndarekî digeriyan
Roja çaran:
Bi lez û bez mekruhî hat afirandin
Bi çar kitêbên qedîm haya min jê tune bû
Hîn min di kûçên xewlede veneşartibû hesreta dilê xwe
Û kesî nedabû sedeqeya sîng û bera dilberan
Xêr li miriyan
Kêr li striyan digeriyan
Roja pêncan:
Dinya bûbû guleke gilover
Divê mohra xwe lêxista Xwedayê erd û asimanan
Bi dilşadiyeke fediyok nûra xwe afirand
Ez têkevim bin heft qatê erdê haya min jê tune bû
Hîn min xwîna xwe nerijandibû bi ser gulêde
Û kesî nebihîstibû ez şad bume bi wan horiyan
Ten li mestan
Ken li rastan digeriyan
Roja şeşan:
Nêhirt ji dûrî pir aram bû ev leyîstok
Rabû û runişt cure bi cure ajal afirand
Bi sed hezar Quranî haya min jê tune bû
Hîn min nexwaribû sonda xwe bi kevirên hinekirî
Û kesî neşewitandibû kezeba dayikan
Can li zindiyan
Dan li xwediyan digeriyan
Roja heftan:
Hunermendê bi navûdeng mirov afirand
Bi hemû sond û qesemên çar olan
Te şahkarê xwe herimand
Abdurehîm Kiliç
2023-09-01
XXX
-Min xwend. Pir xweş e, manîdar û felsefîk e. Rismên xweş,
metaforên xweş tê da hene.
Min ji şiîrên te hez hez kir.
2023-09-01
Zinarê Xamo:
XXX
31 augusti 2023
Abdurehîm Kiliç
Do di netîceya tesadufeke xweş da min hemşeriyê xwe,
nivîskar û şairê hêja Abdurrehim Kiliç nas kir.
Di Facebookê da em hevalên hev bûne lê min ew nas nedikir,
nivîseke wî, şiîreke wî tu carî bi ber çavê min neketiye.
Heger min dîtibe jî nayê bîra min.
Gava ez rastî nivîskarekî, şairekî wêranşarî têm kêfa min
tê, silavekê didimê û hewil didim nas bikim, berhema wî/wê bixwînim.
Navê Abdurehîm Kiliç qet nayê bîra min. Ji eşîra Kumnexşa ye. Kumnexşa eşîreke
mezin e.
Abdurehîm Kiliç mamosteyê edebîyatê ye,
rojnamevan e, sînemacî ye, nivîskar e, şair e. Hewqas kar ne bes e, programên
radyoyê û telewîzyonan jî çêdike.
Gelek nivîsên wî, şiîrên wî yên bi tirkî kurdî di gelek kovar û rojnameyan da
belav bûne.
Yanî camêr xwedîyê gelek huner û marîfet e, gelek mezîyetên wî hene.
Di sala 2016a da xelata Homeros a şiîrê girtiye. Wek aşirekî girtina xelata
Homeros ne rehet e, dibê meriv şairekî baş be. Jixwe ne şairekî baş bûya,
şiîrên wî bala xelkê celbî ser xwe nekira ew layiqî vê xelatê nedidîtin.
Sê kitêbên wî hene. Hersê jî şiîr in. Dilopên Jiyanê, Cebimdeki Çakil
Taşlari(Xîçên di bêrîka min da), Yasaktir Bu Aşktan Çikmak(Qedexe ye derketine
ji vê eêvînê.”
Wek ji navên kitêban jî xuya dibe, ”Dilopên Jiyanê” bi kurmancî ye, herduyên
din jî bi tirkî ne.
Min kitêbên Abdurehîm Kiliç yek jî nexwendiye.Lê îro di
malpera wî ya Facebookê da min çend şiîrên wî xwendin û çend hebên kin jî
wergerandin kurmancî.
Piştî min çend şiîrên wî xwendin min dît ku Abdurehîm Kiliç ne şairekî henek
menek e, şairekî baş hoste ye.
Mijarên qal dike, gotinên wî, taswîr û metaforên wî hexwqasî mikemel in, meriv
dixwaze careke din, careke din bixwîne û wan metaforan xeyal bike.
Şairekî wiha çima zêde nehatiye naskirin, rexnegirên me, medyaya kurdî çima
qala wî nakirine, nakin ez matmayî mam.
Ne ji ber ku hemşeriyê min e, ji ber ku şairekî wiha hetanî nuha min nas
nekiriye ez xemgîn bûm.
Yên Abdurehîm Kiliç hetanî nuha nexwendine dibê bixwînin, ez soz didim ewê
poşman nebin.
Di şiîrên wî da gotineke zêde, gotineke ne di cî da, peyveke meriv jê hez neke,
metaforeke meriv nebêje ”waw”, çi mecazeke mikemel û xweş e tune ye.
Hemû gotinên wî metaforîk in, derdê me, hesreta me ya azadiyê wek hebên tizbiyê
li dû hev rêz dikin.
Şairekî wiha dibê bi kurmancî binivîsîne, giraniya bide kurmancî.
Şiîrên hewqasî xweş dibê meriv bi tirkî nenivîsîne, ji destê
min were ezê nehêlim kurd tiştên xweş bi tirkî binivîsînin. Çimkî şiîrên wiha,
çîrok û romanên xweş kurdan ditahmijînin, dihewisînin tirkî.
Kesên rexnegir, evîndarên şiîrê dibê vî şairê hêja bidin naskirin.
Min şiîrên wî yên bi kurmancî nedî, xwezî min bidîta.
Çend numûneyên min ji tirkî wergerandine kurmancî ev in. Hêvî dikim hûn jê hez
bikin.
XXX
-Ez bi evîna hêviyê mezin dike sond dixum, tiştê me xweşik
dike şerê me yê azadiyê ye.
Abdurehîm Kiliç
-Herî zêde enqaz, herî zêde binê dojehê ye ev heyat
ji Nîlê heta Ferêt, ji Tendûrekê heta Everestê diherike dengê min
Çîmena min pelixand, gula min jê kir, canê min perçe kir ji min bi gazin e.
Hemû çiyayên hûn dizanin, ez nifira hemûya me
Nuha ez im karkirê herî giran
XXX
-Ji odeyeke tarî dinêrim li dinyayê
Dengê erebayan, vîçîna çûkan û qelebalix di nav hev da ne
Dilopên baranê li caman dikevin
Hin wext dibin jîneke ziravik
Destê xwe bi wê dilopê dikim
Destê xwe bi wextê dikim
Bi çavên xwe yî di pacê ra li dinyayê dinêre.
XXX
-Nuha min berê xwe da te
Nuha di qelîşteka çiyayekî ra herikîm ba te
Nuha ji şelaleyekê rijiyam ba te
Nuha ji mistek xwelî şewitîm ji bo te
a nuha ew ruyê min hatiye birrîn,
a nuha ew çiya tê bombebarankirin,
a nuha ew şelale hişk dibe,
a nuha ew xwelî li ba dibe
a nuha ez tuneme di wê eşqê da, bi gotinekê: ez tune me.
XXX
-Di jiyanê da seferî hatime nivîsîn li gorî erbabên îş
Li Serêkaniyê hatime dinyê, heger însanîyet meraq dike
Tucaran fîyetek li umrê min birrîne
Dûra midetekê bêdeng mane
Gotine ev evdal e, zarokekî baş e û bêzirar e
Navê min cara pêşî şêxê min sê caran di guhê min da kiriye pistîn
Navika min bi diya min avêtiye dibistanê
Belkî jî ji ber vê yekê ye hertim bi huzna mekteblîyekî digerim.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar