23 februari 2025

Însanên ji derewan bawer dikin pir in

Merivê durist, rastgo tim xurt û serbilind e, tu carî şermezar û rûreş nabe. 
-Tu mîratek bi qasî ratiyê ne dewlemend e.
-Duristî milkekî pir biha ye, li ba însanên erzan nayê dîtin.
Her rastîya heye ne rast e. Mesela derew.
Em zanin derew heye, derewkar hene, ev rastîyeke. Lê derew ne rast e, navê wê li ser e, derew e.

Lê gelek derewên, xurafeyên çîrokên batil ên însan jê bawer dikin, ji bo wan neyartî û şerê hev dikin, xwe didin kuştin hene.

Di tarîxê da hin kesan derewên, pir mezin li hev ragirtine û di nav însanan da belav kirine.

Bi milyaran însan ji van derewan bawer dikin, dijminatiya kesên ji van derewan bawer nakin dikin, êrîş wan dikin, carnan hevdu qir dikin, welatên hev wêran dikin.

Însên ji derewan zirareke mezin dîtiye û hîn jî dibîne. Derew gava bibe bawerî pûçkirina wê pir zor e.

XXX

Em li ser beyanên serokê Amerîkayê Trump, wezîrê karên derve yê Amerîka û berdevkê Trump gelek analîzan dikin. Hinekên me netîceyên xweş jê derdixin, hinekên me jî netîceyên metirsîdar. Bi baweriya min tu beyan ji bo Kurdistana Rojava ne garantîyeke mayinde ye.

Îro amerîkî tiştên xweş bibêjin, bi rastî piştgiriyê bidin me jî ev yek ne daîmî ye, sibe kane biguhere. Dibê em vê îhtîmalê tu carî ji bîr nekin. Berjewendiyên wan îro di hevalbendiya me da ye, ev rewş sibe kane biguhere. Dema ew tunebin jî dibê em kanibin xwe biparêzin. Dibê trajediya têkçûna şoreşa 1975´a ya Barzanî li Kurdistana Rojava jî dubare nebe.

Amerîka do mitefikê Ukranyayê bû, îro bûye dostê Pûtîn, Trump ne ji Pûtîn ra, ji Zelenskyj ra dibêje dîktator.

XXX

Şerê kurdan yê kêmaqiliyê, dînîtiyê nasekine. Li Mêrdînê du malbat bi sîlehan bi hev ketine, 3 kes ji hev kuştine, 7 jî birîndar in. Kêmaqilî malwêranî ye. Kurd xurtên hev in. Li Mêrdînê pevçûna malbatan: 3 kuştî, 7 birîndar

XXX

Çi heyf studyoya Botan Tîmes ji ber tengasîya aborî hat girtin, derbasî ciyekî biçûk bû.

Dezgeheke wek Botan Timesê ji bo ku nikanîbûye kiriya xwe bide ciyê xwe guhestiye. Êdî nikane karê berê bidomîne, çimkî cî tuneye.

Botan Times dezgeheke perwerdeya rojnamegeriyê bû. Gelek rojnameger lê perwerde bûn û di studyoya wê da karên xwe dikirin.

Ji ber ku Botan Tîmes mecbûr ma studyoya xwe ya mala her kurdî bû, ji her rojnamegerî ra vekirîbû bigire pir xemgîn bûm. Çavên zengîn me kor bin, bi hezaran milyarderên me hene nikanîbûn nehêlin ev dezgeh were girtin.

Miletê me, zengînên me bîra girîngîya dezgehên ji bo miletekî muhîm in nabin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar