24 februari 2025

Xwedê çiyê dibîne berfê lê dibarîne

Mêrik bi kursîya xwe va zeliqîye, cara 8´a jî bû serokê AKP´ê. Jixwe heta mirinê ewê serokê AKP´ê û Tirkiyê be.
Serokê Tirkiyê û serokê AKP´ê Recep Tayyip Erdogan, di kongra AKP´ê ya 8´a da bi rayên 1547 delegeyan careke din bûye serokê AKP´ê. Jixwe hata sax be ewê tim serokê AKP´ê û yê Tirkiyê be, kes newêre eksê wê bîne bîra xwe jî.

Tirk ne ew milet e serokatiyê jê bistîne, raqibekî derxe heberî wî.
Ma kesî wêrîbû derkeve hemberî Ataturk?

Di kongreyê da kes nebûye raqibê wî,1547 delegeyî di kongreyê da ray daye, Erdogan jî tam 1547 ra girtiye. Yanî rayek jî kêm negirtiye. Rayek jî neşewitîye.

Ji bavê kê zêde ye bibe raqibê wî û rayê nedê. Kongreya AKP´ê û rayên Erdogan di kongreyê da girtine nîşan dide Tirkiye çi welat e, xwediyê sîstemeke çawa ye?

Sîstemeke tam li gorî tirka ye. Xwedê çiyê dibîne berfê lê dibarîne.

XXX

Çend gotinên meriv jê aqil bigire:

-Destê kelemçekirî nikan çepika lêxîne.

-Beroşa te vala be tu yê çima êgir tev bidî?

-Di gotinê da kin, di fikir da fireh be.

-Fikreke xerab dil qilêrî dike.

-Merivên destpaqij jî fikrên wan ê qirêjî hene.

-Hemwelatî çiqasî biçûk bin, împaratorî hewqasî mezin e.

-Cîhan wek kitêbekê ye, yê lê negere û nebîne tenê rûpelekê jê dixwîne.

-Kesê bi dizî guhdarî dike di heqê xwe da rastiyê dibihîze.

-Kûçikek li ba kê dêla xwe li ba dike dibê meriv di wextê da bala xwe bidê.

XXX

Li gorî retorika serokên DEMP partiyê fêsad, nerind û bekoewnên di nava AKP´ê da nabêna gelê kurd û tirk xera dikin, bi fêsadiyên xwe dibin sebebê girtinan û tayina qeyûman.

Heyran di nava AKP´ê da tu fêsad û bekoewan tunene, her tişt serî ye, masî ji serî genî dibe.

Tu kes Erdogan naxapîne, kî çi dike bi emrê wî û li ser daxwaza wî dike. Sûcdar, êrîşkar rast bi nav bikin.

Walî, qeymeqam li ser daxwaz û emrê Erdogan qeyûman tayin dikin, her tişt, her êrîş û girtin bi emrê wî dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar