24 februari 2025

Erdogan cara 4´a jî ewê bibe serokê Tirkiyê !

Profesorekî tirk gotiye, ”Erdogan dixwaze carek din jî were hilbijartin, ev sedîsed e. Ji bona wê jî dibê berî adara 2028´a meclîs biryara hilbijartina pêşwext bigire. ”

Heger heta wê çaxê sax bimîne cara 4´a jî, cara 5´a jî serok e.
Ez tim dibêjim, heta Erdogan sax be serokê Tirkiyê ye. Heta nuha sê caran bêdîplome, bi sextekarî bûye serok, cara çara jî ewê bibe; ev sedîsed e.
Astenga li ber vê çi ye?

Meclîs e. Bi zor, bi rehetî ewê bi meclîsê bide qebûlkirin.
Efendim qanûna esasî rê nade cara 4´a bibe serok. Ewê qanûna esasî biguherîne.
Ji bona Erdogan meclîs, qanûn, filan bîvan giş fasafîso ne, giş lastîka doxîna wî ne, ewê vezewlîne, ewê bîne qeysa ew dixwaze, qeysa li gorî nava xwe.
Tenê hêzek kane wî bisekinîne, ew jî serîhildana milet e. Tirk ne ew kes in li berî Erdogan serî hildin, zorbatîya wî qebûl nekin.
Ez ji nuha da dibêjim, Erdogan cara 4´a jî ewê bibe serokê Tirkiyê.

XXX

Li gorî Rûdawê nivîsîye di hilbijartinên Almanyayê yên do da 7 kurd, 5 mêr, 2 jin ketine meclîsa Almanyayê. Kêfxweş bûm, kesên hatine hilbijartin pîroz dikim.

Gelo çend tirk bûne parlamenter?

Yên viya zane hene gelo?

7 Kurd hatin hilbijartin ev in:

Li gorî encamên heta niha, Cansu Ozdemîr, Gokay Akbulut, Cem Înce, Ferat Koçak û Mîrza Edîs ên ji Partiya Çep, Qasim Tahîr ji Yekîtiya Keskan, Serdar Yuksel ji Partiya Sosyal Demokrat hatine hilbijartin.

Serdar Yuksel bi rêya hesabê xwe yê Instagramê diyar kir ew bi sedî 33´ê dengan hatiye hilbijartin û spasiya piştgirên xwe kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar