25 februari 2025

Piştî 100 salê din hêvî dikim însan ne wek yên nuha bin !

Li gorî hin hesabên texmînî hetanî nuha li dora 109 milyar însan jiyane. Nufûsa dinyayê ya nuha 7,5 milyar e. Ev jî dike ji %7´ê nufûsa însanên hetanî nuha hatine dinyayê. 

Yanî li gorî vî hesabî di binê erdê da 101,5 milyar mirî hene, li ser ruyê erdê jî 7,5 milyar însan dijîn. Belkî nîvmîlyarek zêde be jî.

Ev 7,5 milyar însanên nuha dijîn piştî 100 salê din ewê tunebin, herî zêde ewê çend hezarek bimînin.

Ne însan tenê, hemû benderuhên nuha hene gişê bimrin, hinekên din ewê werin dewsa wan.
100 salên din dinya ewê dinyayeke çawa be, însan ewê çawa bin, çi guherîn, keşf û îcad ewê  çê bibin ji nuha da nayê zanîn.

Gelo 100 salê din jî însan ewê wek nuha şerên hev bikin, qira hev bînin, welatên hev xera bikin, zimanên hev qedexe bikin, ya jî ewê baqiltir bibin, her kesê heq û huqûqê hev qebûl bike û di nava aştiyê da bi hev ra bijîn ?

Li gorî texmînan umrê dinyayê 4,55 milyar sal e û em însan jî li dora 70-80-90 salî dijîn. Yên 100 salî umir dikin pir hindik in.

Di vî umrê xwe yê kin da însanên xerabiyên mezin dikin pir in.

Avahiyên însanan bi zor û zahmetiyên mezin, bi xebatên salan çêkirine bi bombeyekê, bi fuzeyekê di çend sanîyeyan da xera dikin. Zirarê him didin însanan, him jî didin xwezayê.

Hêvî dikim 100 salê din însan baqiltir bûbin, wek însanên nuha şerên hev nekin, malên hev, welatên hev xera nekin.

Ev dinya ya me gişa ye, têra me gişan dike. Lê hinekên me çavnebar in, dixwazin welatên xelkê jî dagir bikin, zimanan li miletan qedexe bikin. Wek tirk li me kurdan dikin. 

Him welatê me dagir kirine, him zimanê me qedexe kirine, nahêlin zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibin. Nahêlin em navê welatê xwe hildin. 
Înşela 100 salê din însa wiha hov nemînin, werin guhertin, hurmetê nîşanî hev bidin, zulmê li hev nekin, welatên he vdagir nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar