25 februari 2025

Gotina rast dibê meriv xwe jê aciz neke

Dîroknasa tirk Ayşe Hur xanimê bêziraviya serokên kurd yên Kurdistana Rojava rexne kiriye, gotiye, ”Cesaret û biryardariya bi komek durzî ra heye bi kesên 40 milyon in ra tune ye.”

Qesta Ayşe Hurê bi 40 milyonî serokên kurd in, newêrekiya wan e. Gotiye nufûsa we 40 milyon e, lê hûn bi qasî durzîyan cesûr hereket nakin.

 Ez bi xwe di vê rexne Ayşe Hurê da tu şaşiyê, neheqiyê nabînim. Serokên me li gorî 30-40 sal berê dev gyhertine, pir tirsonek bûne, hema hema dev ji şîara serxwebûnê, federasyonê berdane.

Ez zanim hinekên îtîrazî vê dîtina min bikin, bibêjin Îsraîl li pişt durzîyan e. Rast Îsraîl li pişt durzîyan e, lê pişta me jî heye, em jî li Kurdistana Rojava ji bin da ne bêpişt in. Şêla me, daxwazên me kane vê piştgiriyê zêdetir jî bike.

Nufûsa durzîyln Sûriyê li dora 700 hezarî ye, serokên wan bi mêranî, eşkere federasyonê dixwazin, serokên kurd wek durzîyan newêrin bibêjin em federasyonê dixwazin, di vî warî da rast û çep lêdixin.

Hin kurdan Ayşe Hur rexne kirine, bi baweriya min neheq in, xanimê rast gotiye.
Li tu beşekî Kurdistanê serokên me nêwirin qala serxwebûnê û federasyonê  bikin, di her axaftin û beyanên xwe da xwe sansor dikin.
Serokên me ji ereb û tirkan bêtir li dû aramî û îstîkrara welatên wan in.

XXX

HTŞ, yanî hukûmeta cîhadîstan îro li Şamê konferansekê çêdikin. Ban kurdan, durîziyan û nûnerên hindikayiyên din nekirine. Yanî xwe bi xwe ne.

Çima wiha dikin, nêta wan çi ye nizanim. Bi texmîna min li gorî ajandeya Tirkiyê hereket dikin. Tirk ewê hinekî din wan perîşan bikin.

Lê bi vê gavê nîşan didin ew naxwazin PYD´ê, HSD´ê wek nûnerên kurdan bibiînin û mafê miletê kurd qebûl bikin. Wê demê her kes li mala xwe.

Dibê serokên HTŞ´ê herin ber nigên kurdan, li ber kurdan bigerin, dîyalogê bixwazin. Gava ew viya nekin dibê kurd jî li ber wan negerin.

XXX

Gerhart Hauptmann: Kuştina ruh cînayeteke ji kuştina cisim mezintir e.

Dewleta tirk, sîstema wê ya perwerdeyê ruhê civatê kuştiye, bi civatê ra refleks, cesaret nehîştiye.

Ji birçîna nûze nûza wan e, ji ber zulmê nalîna wan e, lê dîsa jî serî hilnadin, nabêjin êdî bes e!

XXX

-Pisik gava mişk digre şêr e, lê gava bi piling ra dikeve şer dibe mişk.

Dijminên me, dagirkerên welatê me li hemberî me şêr in, lê gava bi Amerîka û Îsraîl ra tên hemberî hev dibin mişkên kewarê.

Meriv xurt be him gotina meriv pere dike, kane şerê herî giran jî rawestîne, wek serokê Amerîkayê Trump bi Pûtîn ra kir, him jî kes newêre bala xwe di meriv bide.

Ji bo ku Ewrûpa di warê leşkerî da bi qasî Amerîkayê ne xurt e, nikane şerê Ukranya-Rûsyayê rawestîne. Amerîka xurt e lema gotina Donald Trump´ê dînik pere dike.

XXX

Destpêkirina herbê rehet e, sekinandina zor e.

Rûsyayê sê sal berê, di 24´ê sibata 2022´a da beşekî Ukranyayê dagir kir, pir rehet bû.

Pûtîn biyar da, artêşê êrîş kir. Û sê sal e herb dom dike, ji herdu aliyan bi hezaran însan hatine kuştin, gelek bajar wêran bûne.

Lê Pûtîn nikane bisekinîne, dibê hinek têkevin nabênê.

Dawî li herbê anîn wek destpêkirina wê ne rehet e. Bihayê aştiyê pir giran e. Rûsya û Ukranya bi salan ewê bedêla vê herba malwêran bidin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar