Serokê Sûriyê yê nuh, ya jî qeyûmê Tirkiyê yê Şamê Ehmed Şer do li Şamê, di konferan cîhadçiyan da fortek daye xwe, bayek ji ber serê xwe berdaye, gotiye, ”em hişyariyê didin kesên yekîtiya Sûriyê dixin metirsiyê. Em qebûl nakin Sûriye perçe bibe”, filan bîvan…
Kurro Sûriye mûrîye nemaye, Îsraîl, Sûriye perçe kiriye çûye. Durzî ji Sûriyê veqetiyane, nuha dora kurda ye. Sûriye welatekî pînekirî bû, pîne yek bi yek dikevin.
Bi van fortên vala hûn nikanin kesî bitirsînin û her tiştî bibin qeysa berê.Sûriya berê çû, fatîheyekê jê ra bixwînin.Heger hûn merivên demkrat bûna, we Sûriyeke bi rastî federal, demokratîk qebûl bikira, we hurmet nîşanî mafê her miletî bida belkî Sûriye ji hev da nekata.
Lê
ne hûn ew meriv in, ne jî serokê we Erdogan tiştekî wiha qebûl dike.
Ji bo wê jî Sûriye, Lubnan ne mimkûn e wek berê bimînin, ew dem çû. Tiştê çû,
mekeve dû. Fatîheyekê li ser Sûriya berê bixwîne.
Veqetandina durzîyan rê li ber veqetandina kurdan jî vekiriye; hêdî hêdî.
Heger serokên kurdan xwe teslîmî Tirkyê û cîhatçiyan nekin serxwebûn mimkûn e.
Herî kêm federasyon e.
Di 24´ê sibatê da li Brukselê civîna wezîrên karên derve yên
Yekîtiya Ewrûpayê çêbû. Wezîrê karên derve yê Îsraîl Gîdeon Saar jî beşdarî
civînê bû, di axaftina xwe da wiha got:
”Ez dibihîzim li Sûriyê qala guherandina hukûmetekê tê kirin. Bi ya min ev
tiştekî pir berradayî ye. Li Sûriyê hukûmeta nuh, gurûbeke cîhatçiyên terorîstên
idlibî ne, Şam bi zor xistine bin destê xwe. Îslamî kanin xweş bipeyivin.
Rejîma Îranê jî di 1979´a da dema şoreşa îslamî rû da wiha dipeyivî. Her kes
zane lîderê nuh kî ye.
Îdareya nuh zirarê dide kurdan û ji nusayrîyan heyfê digire. Sûriyek bi
îstîkrar ancax bi Sûrîyeke federal mimkûn e.”
Wek Gîdeon Saar jî gotiye bêyî Sûrîyeke bi rastî federal ne mimkûn e Sûriye ji hev da nekeve.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar