26 februari 2025

Nivîseke 24 sal berê-Ji Dema Nû ra

Çendakî berê di arşîva xwe ya kompîtorê da ez rastî gelek nivîs û notên xw ehatim. Min tam ji hev negirtine. Ez ji hev didim alî û carnan belav dikim. Ev nivîs jî yeka ji wan e.

Ji berpirsiyarê rojnameya Dema Nû ra,
Merheba ji we ra!

Heger me bi qasî Tirkî ji zimanê xwe jî hez bikira nuha em ne di vî halî da bûn

Birayên delal, ez gelkî kêfxweş bûm we dîsa(bi navekî din be jî) dest bi weşana xwe kir.

Min nuha xebera we ya li ser gera Birêz Mesûd Barzanî Xwend. Di vê xeberê da tiştekî bala min kişand, we ji Îraqê ra tim gotiye ”Irak”. 

Divê we bizanibûya meriv bi Kurdî nabêje”Irak”, dibêje Îraq.
Yek, min xwest di vî warî da bala we bikşînim. 

Divê hûn navên welatan li gor wokabulara Kurdî bibêjin, ne ya Tirkî. Di elîfbeya Tirkî da herfa ”Q” tuneye, lê di ya Kurdî da heye.

Dîsa di eynî xeberê da we gotiye ”Kurula Ewlekarî ya Millî”.

Herçiqas li ser navên wiha hîn wergerên, navên bicîbûyî tunebin jî lê nabe bi Kurdî meriv bibêje ”Kurul”. Ya herî baş, divê we bigota ”Heyeta Ewlekarîya Millî.”

Û ”ya” jî divê pêve be, ne ku cihê be.

Dîsa we gotiye, ”Îcar li PKK dikeve ku xwe...” Yanî çi?

Ez bawer dikim we xwestiye bibêje, îcar tiştê dikeve ser PKKê jî divê xwe ji vê lîstika xirab dûr bixe...

Çewtiyek din jî, di sernivîsa bi navê ”DBP li Sîncarê bi çoşeke mezin hat vekirin” da we lêkera hat û vekirin bi hev va nivîsandiye, divê çihê be. Yanî hat vekirin.

Ew îtîmam û hessasiyeta em nîşanî Tirkî didin(ji bo ku çewt nenivîsînin) divê em nîşanî zimanê xwe jî bidin. Çawa ku di nivîsên Tirkî da çewtiyên wiha nayên qebûlkirin, divê di yên Kurdî da jî qebûl nebin.

Çend gotinan jî ez dixwazim li ser girîngiya zimên bibêjim.

Bi baweriya min divê Kurd dev ji Tirkî berdin. Heta ku Kurd weşanên xwe bi Kurdî û Tirkî derxin, Kurdî ewê tim hustuxwar be û muamela zarokê dêmariyê bibîne.

Mesela nivîsa Birêz Ferhat Can gelkî balkêş e, hemû gilî û gazinên wî di cî da ne. Lê pere nake.

Di hejmara bê da hûn hinekî giraniyê bidin Kurdî jî, piştî çend hejmaran ewê dîsa her tiştê here qeysa xwe ya berê.
Yanî Tirkî ewê dîsa bibe zimanê esasî û Kurdî jî bibe zimanê çend xeberên basît.

Heger em dixwazin di warê zimên da şoreşekê bikin divê em bi hin pêşniyar û biryarên pirr radîqal derkevin hember gel. Çimkî hemû şoreş yanî hemû serobinbûnên mezin bi guherandinên radîqal çêdibin.

Bi baweriya min bêyî tedbîreke(yanî derxistina kovar û rojnameyên xurrî bi Kurdî) wiha qet ne mimkûn e ku Kurd dev ji Tirkî berdin, ya jî kêm bikin, ya jî bi qasî ku qedir didin Tirkî, bidin Kurdî jî.
Çare ”şokterapî” ye!

Esas mesele pir vekiriye, divê em ne xwe û ne jî kesên din bixapînin, destê me ji Tirkî nabe, bi qasî ku em ji Tirkî hez dikin, em ji Kurdî hez nakin. Heger ne wiha bûya nuha li Kurdistana Bakur ewê çend edîb û nivîskarên me jî hebûna.

Meriv ji kîjan muzîkê hez dike meriv li wê guhdarî dike.

Ziman jî wiha ye, meriv ji kîjan zimanî bêtir hez bike dixwaze wî zimanê xwe bipêş xe û berhemên xwe jî bi wî zimanî binivîsîne.

Ji bo yekî alkolîst ya jî çixarekêş terikandin bi kêmkirinê nabe, çend rojan kêm bike jî, dûra dîsa ewê wek hertim alkola xwe vexwe û cixara bikşîne.

Çare divê ji bin da dev jê berde. Rewşa piraniya Kurdan jî wiha ye, yanî bûne serxweşên Tirkî, bi kêmkirinê nikanin dev jê berdin. Ji bo ku jê qutbibin divê demeke dûr û dirêj îmkana wan nemîne bi Tirkî binivîsînin û bipeyivin.

Mesela peyivandin jî wiha ye.
Ez qet fêm nakim ji bo çi merivê bi yekî Kurdê bi Kurdî dizane ra bi Tirkî bipeyive?

Dema di vir da meriv xwedî îstîqrar be, rê nedê bi Tirkî jî binivîsîne, wê demê belkî tedawiya wan mimkûn be, bi hawê din eziyet û tahbeke belasebeb e.

Ez bi xwe wiha difikirim.

Bi hêviya hûn roj bi roj baştir bibin û bibin rojnameyeke bêçewtî û xurrî bi Kurdî.

Not:

Ricaya min ji we, ez dixwazim hûn vê nivîsa min bidin Birêz Ferhat Can. Lê dema hûn biweşînin helbet ezê kêfxweş bibim.

Zinarê Xamo

Stockholm
2001-05-20 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar