Li ser beyana Evdila Ocalan ewê bide gelek speklasyon tên kirin. Beyan hîn li ortê tune ye, lema meriv nikane baş, xerab tiştekî li ser bibêje.
Lê heger hat û beyana Evdila Ocalan xerab be, li gorî dilê tirkan be dibê PKK û kurdên
Kurdistana rojava guh nedinê?
PKK, PYD, YPG, HSD, QSD ne mecbûr in daxwazên Evdila Ocalan bicî bînin.
Parastina Kurdistana Rojava wacibê her kurdî ye, dibê em vê îmkana tarîxê ji
dest xwe nedin der.
Gerek Evdila Ocalan nikanibe vê desthilata kurdan a di netîceya micadeleyeke bêhempa û bedelekî mezin da hatiye bidestxistin têk bibe û kurdan dîsa têxe bin destê ereban.
Dused sal e tirkan nehîştine kurd ji bindestiyê xelas bibin, bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Li Sûriyê 14 sal e kurdan bingeha dewleteke serbixwe danîne, hatine nuxteya serxwebûnê, herî kêm federasyonê.
Ditirsim vê carê jî tirk bi destê Evdila Ocalan hukûmeta Kurdistana Rojava, tiştê kurdan di 14 salan da bi bedelekî mezin ava kirine bidin xerakirin, tiştî tirkan anîn serê kurdên bakur, bînin serê kurdên Rojava jî.
Ev îhtîmal heye, tirk bi gelek alî dixebitin desthilata Kurdistana Rojava têk bibin.
Heger PKK, PYD, YPG, HSD, QSD gura emrekî Evdila Ocalan ya xerab bikin sakandaleke mezin e. Ji bo me miletê me felaket e.
Tu tawîz, tu bertîla tirk bidin PKK´ê nabe berdêla tasfîyekirina desthilata kurdên Rojava ye.
Kurd bûne xwedî dewlet. Tirk dixwazin bi destê Evdila Ocalan
vê dewleta kurdan xera bikin. Hedîse ev e.
PKK dev ji şerê çekdarî berdide, bernade kêfa wan e, ya muhîm kurdên Rojava
hêza xwe ya leşkerî û îdareya xwe teslîmî eraban û tirkan nekin.
Heger viya
bikin dibê meriv wan biricimîne. PKK. Gerek vê keda xwe ya salan dîyarî tirkan
neke.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar