Serokê Hudaparê Zekerîya Yapicioglu gotiye:
“Kurd li Tirkiyê belav bûne. Sedî 90 ji kurdan federasyonê naxwezin, bingeha federasyonê tune ye”.
Zekerîya Yapicioglu ne wek serokekî kurd, wek zilamekî Tirkiyê peyivîye, li
dijî azadî û serxwebûna gelê xwe derketiye, bindestiya gelê xwe parastiye.
Zekerîya Yapicioglu gotiye ”ji sedî 90´ê kurdan federasyonê naxwazin”.
Ev îdîa dereweke bi boçik e, bêbextîya li miletê kurd e, zilamtiya tirka ye.Lê rast be jî mafê serxwebûna kurdan ji ortê ranake, Kurdistan li ciyê xwe ye û bi milyona kurd lê dijîn.
Ji bo ku meriv bibe xwediyê îdîayeke wiha, dibê li ser kurd federasyonê dixwazin ya naxwazin referandûmek çêbibe. Referandûmeke wiha çênebûye.
Li gel
vê jî Zekerîya Yapicioglu vê virê dike.
Zekerîya Yapicioglu gotiye kurd li tirkiyê belav bûne. Bira belav bibin,
dixwaze milyonek kurd li Kurdistanê hebin.
Azadî û serxwebûna miletekî bi
nufûsa koçberbûnê ji ortê ranabe.
Ma filistînî koçber nebûne, welatê bi hezaran filistînî lê tunebin tune ye.
Li Xezayê nufûsa filistîniyan herî zêde 2,3 milyon e. Li Îsraîl jî nufûsa wan 1,75 milyon
e.
Yanî filistîniyên li Îsraîl dijîn ji kurdên koçberî Tirkiyê bûne 6-7 qatî zêdetir in.
Zekerîya Yapicioglu dîsa jî ji filistîniyan ra dewletê dixwaze, lê miletê xwe ra naxwaze, dibêje kurd belav bûne. Law filistînî sed qatî ji kurdan bêtir belav bûne, tu viya nakî gelş.
Rastiyeke heye, bêtalihaya miletê kurd ya herî mezin serokên îro hene.
Serokên kurdên başûr, bakur û rojava ne ew mêrên layiqî pêşengiya miletekî bindest bikin. Piraniya wan tirsonek in, perjewendîparêz in û bûne mitefikên welatên dagirker.
Bi van serokan kurd nikanin azad bibin. Dibê ji van serokan xelas
bibin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar