27 februari 2025

Abdulah Ocalan: Bira PKK sîlehên xwe deyne û xwe fesih bike


Beyana Evdila Oclan a çend roj in her kes bi meraq li bende bû nîhayet hat.

Di beyanê da tiştekî nuh, surprîzek tune ye. Wek dihat texmînkirin ji bo kurdên bakur mafekî herî biçûk jî naxwaze; federasyonê, otonomîyê, statuyeke netewî red dike. Wek her tim dîsa qala demokrasiyê dike. Yanî dibê em wiha dom bikin, tu mafekî netewî ji tirkan nexwazin, hêdî hêdî bibin tirk. Bi gotineke din teslîm bibin.

Dibêje bira PKK kongreya xwe çêke û xwe fesh bike. Ji PKK´ê bêyî ku mafekî bi dest xîne teslîmbûnê dixwaze.
Li ser Kurdistana Rojava tu tiştek negotiye, qal jî nekiriye. Ev pir baş e, kêfa min hat. 

Lê dema dibêje dema dewleteke cuda, federasyonê, otonomiyê filan bîvan derbas bûye, ev yek ne ji bo Kurdistana Bakur tenê, ji bo Kurdistana Rojava ye jî. Yanî ev talûke jî heye.  
Di dawiyê da gotiye, ”Dibê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike.”
Hela em binêrin Qendîl ewê çi bibêje?

Meriv kane bibêje qesta vê gotina wî PKK ye, ne hêzên Kurdistana Rojava ye.
Ji bo ku li ser Kurdistana Rojava tiştek negotiye baş e, kêfa min hat.  Têkiliya vê beyanê bi Kurdistana Rojava tune ye. Lê eksê vê jî mimkûn e.
Heger serokên PYD´ê, HSD´ê vê beyanê ji bo xwe jî qebûl bikin felaketeke mezin e. Ev îhtîmal, ev talûke heye.

Bi baweriya min jî PKK dev ji şerê çekdarî berde baş e, dibê dawî li şerê bîne. Şerê PKKê yê çekdarî dema xwe tije kir, ji karê bêtir êdî zirarê dide kurdan. 

Kuştina çend leşkeran kurd tu fêdî nabînin, lê zirareke mezin dibînin. Şer rola xwe lîst, êdî wet hatiye PKK stratejiya xwe biguhere. Lê ne ku teslîmî Tirkiyê bibe.
Lê ditirsim PKK çekdanînê li ser kurdên Kurdistana Rojava jî ferz bikin û ew jî qebûl bikin. Ev yek girêdayî kurdên Rojava ye.

XXX

Beyana Evdila Oclan a her kes bi meraq li bende bû hat.
Di beyanê da wek dihat texmînkirin ji bo kurdên bakur mafekî herî biçûk jî naxwaze, federasyonê, otonomîyê red dike, wek her tim dîsa qala demokrasiyê dike. Yanî dibê em wiha dom bikin.
Dibêje bira PKK kongreya xwe çêke û xwe fesh bike.
Li ser Kurdistana Rojava tu tiştek negotiye, qal jî nekiriye. Ev pir baş e.
Di dawiyê da gotiye, ”Dibê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike.”
Qesta vê gotinê PKK ye, ne hêzên Kurdistana Rojava ye. Ji bo ku li ser Kurdistana Rojava tiştek negotiye baş e, kêfa min hat.
Bi baweriya min jî PKK dev ji şerê çekdarî berde baş e, dibê dawî li şerê bîne. Şerê PKKê yê çekdarî dema xwe tije kir, ji karê bêtir êdî zirarê dide kurdan.

XXX

Bi perê xelkê comerdî nabe, bi aqilê xelkê meriv tu havilê nake, ji xwe ra, ji miletê xwe ra tiştekî bi ser avê naxe; dawî zirar e.

Suyarê hespa xelkê tim peya ye.

Ya baş ew e meriv di rûnê xwe da biqijile û bi aqilê xwe were serî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar