Şêwirmendê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum, li ser banga Evdila Ocalan gotiye:
”Banga Evdila Ocalan li gorî înîsiyatîv û çarçeweya dewletê bû.Naveroka bangê dibêje, mesela nasnameyê nemaye, înkar qedîya ye, du milet tune ye, du zimanê resmî tune ye, du hemwelatî tune ye, daxwaza otonomiyê, federasyobê tune ye. Dewleta unîter hatiye parastin, mesala kurdçareser bûye.”
Mêrik rast gotîye, bi rastî jî beyana Evdila Ocalan eynî wisa ye.
Bêyî qeyd û şert teslîm bûye û ji heval û kurdan ra jî gotiye hûn jî dev ji doza kurd û Kurdistanê berdin, li Tirkiye mesela kurd çareser bûye, dev ji dijminatî û perçekirina Tirkiyê berdin, bi dewletê ra bibin yek, ji bo demokrasiya Tirkiyê bixebitin.Hevalên Evdila Ocalan ewê çi bibêjin, vê daxwaza Ocalan qebûl bikin ya na ew
hîn ne diyar e. Ew mesela wan e.
Di beyana Ocalan da tiştê me eleqedar dike gotinên wî yên li ser doza miletê
kurd e, banga teslîmîyetê ye.
Li alî din ya meriv xemgîn û xeyalşilestî dike şêla gelek serokên kurd e, bi
tayberî jî piştgiriya serokên Kurdistana Başûr e, gişan, yek bi yek xwe
hetikandin, ji vê teslîmîyata Evdila Ocalan ra li çepikan xistin, gotin her
bijî û em piştgiriyê didin vê banga Evdila Ocalan !
Bi vê piştgiriya banga Ocalan ew jî bûn hevalê Ocalan, tu ferq di nabêna wan û
Evdila Ocalan nema.
Ew jî wek Evdila Ocalan dibêjin li Tirkiyê mesela kurd çareser bûye, înkar tune ye.
Li Tirkiyê du milet, du ziman tune ye, dibê kurd
dewleta unîter qebûl bikin, daxwaza otoniyê, federasyonê, mafên kulturî nekin.
Serokên Kurdistana Başûr gişan xwe hetikandin, gişan piştgirî dan banga Evdila û dewleta tirk.
Tiştê hatiye belavkirin banga dewleta tirk e, banga Erdogan û Bahçelî ye, navê Evdila Ocalan li binî nivîsîn. Serokên Kurdistana Başûr jî ew parastin...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar