PKK´ê banga Evdila Ocalan a çekdanînê û belavkirina PKK´ê qebûl kiriye, gotiye:
"Em wek PKK bi tevahî, bi naveroka bangê ra ne û em dibêjin emê ji aliyê xwe ve pêdiviyên bangê bicih bînin. Em ji îro pê ve agirbestê îlan dikin.
Lê ji bo pêkhatina vê jî divê şert û mercên guncav werin dabînkirin û ji bo serkeftina kongreyê divê Rêber Apo bi xwe ji kongreyê ra pêşengtiyê bike û bi rê ve bibe. Divê şert û mercên siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî jî werin dabînkirin.”
Yanî çekdanîn ewê çawa bibe, serokên PKK´ê û gerîlla ewê bi ku da herin hîn ne zelal e, ji bo wê dibê Tirkiye qanûnekê derxîne, jê ra bingeheke huqûqî amade bike.Tiştê ez ji beyayên Erdogan û berpirsiyarên hukûmetê, dewletê fêm dikim tirk ewê tiştekî wiha nekin.
Serok û wezîrên dewletê dibêjin em bi terorîstan ra rûnanin û tu peymanan çênakin.
Yanî tirk ewê tu qanûn manûnan ji bo PKK´ê dernexînin.
Erdogan, berdevkên hukûmetê dibêjin werin teslîmî edaleta tirk bibin û cezayê
xwe bikşînin.
Ez ji beyanên Erdogan û tirkan viya fêm dikim.
PKK jî ewê viya qebûl neke û wek agirbestên berê, ev banga Evdila Ocalan jî ewê
pûç derkeve. Bi baweriya min ev îhtîmal pir xurt e.
Çimkî tirk pir çavsorî, pir
gewî bûne, dixwazin manewîyata kurdan bişkînin, wan pîs bikin, bi destê Evdila
Ocalan heyfa xwe ji PKK´ê p kurdan bigirin.
Esas Erdogan û Bahçelî ne lû dû belavbûna PKK´ê ne, ew dixwazin bi alîkariya
Evdila Ocalan desthilana kurdan a Kurdistana Rojava têk bibin. Tirkan ev yek
eşkere gotin
Berdevkê AKP´ê Omer Çelîk got, "Divê PKK, PYD, YPG, HSD
sîkehên xwe deynin û werin fesihkirin".
Yanî tirk danîna sîlehan ji PKK´ê tenê naxwazin, dbêjin PYD, YPG, HSD jî gerek
him sîlehên xwe deynin, him jî xwe fesh bikin.
Ji vê beyana Omer Çelîk jî diyar e hedefa tirkan Kurdidistana Rojava ye, dixwazin
PKK wira jî teslîmî Tirkiyê bike.
Bi baweriya min Evdila ev daxwaza tirkan jî qebûl kiriye. Îcar ewê kanibe
HSD´ê, YPG, PYD´ê jî belav bike ew ne diyar e. Heger serokên van rêxistinan giş
ne zilamên Tirkiyê bin dibê vê daxwaza Tirkiyê qebûl nekin, sîlehên xwe
daneynin û dev ji desthilata xwe bernedin.
Mezlûm Ebdî got beyana Ocalan nej i bo me ye, lê Salih Muslim parazît dike,
îşareta teslîmîyetê dide.
Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxan, Heyder Şeşo jî li ser banga
Ocalan ji Rûdawê ra gotiye, "Peyama Ocalan di berjewendiya Kurdan de ye. Divê
HSD banga Ocalan pêk bîne."
Wek tê dîtin di nava refên PKK´ê da, di nav hêzên nêzî PKK´ê da merivên amadene
bibin zilamên tirkan hene.
Tiştê in matmayî dihêle giraniya Evdila Ocalan e. Yekî
qehremanî nekiribe, teslîmî dewlewtê bûbe, di mahkimê da, di îfada xwe da îmtihaneke
pir xerab, ya meriv ji ber şerm bike dabe, çawa kane hîn jî vê bandora mezin li
hewqas însanî bike?
Çawa kane hîn jî hewqasî were hezkirin ?
Tu Pêxember di saxiya xwe da hewqasî nehat hezkirin, li ser milyonan hewqasî
nebû xwedî bandor.
Evdila Ocalan dema PKK ava kir hedefa wî Kurdistaneka serbixwe bû, partiyên din,
hêzên din, kurdên din yek jî nedieciband, ji gişan ra digot revîzyonîst,
tirsonek, burjuvazîyên biçûk. Digot ji van tirsonek û rewîzyonîstan tiştek
sadir nabe.
Lema PKK ava kir û ji bo serxwebûna miletê kurd dest bi şerê çekdarî kir.
Miletê kurd piştgirî dayê, bi sedhezaran keç û lawên kurd bûn gerîla û ev 40
sal e şer dikin. Di vê tarîxê da qehremaniyên mezin kirin, meselê pir mezin
dan. Bi hezaran kurd şehîd ketin, bi milyonan bi çolan ketin, bi hezaran gund
wêran bûn.
Evdila Ocalanê bi şîara azadî û serxwebûna miletê kurd, avabûna Kurdistanê bi rêket, îro dibêje dema
serxwebûnê, dewletê, federasyonê, otonomiyê derbas bûye, heta mafên kulturî jî ji
bo kurdan naxwaze.
Ji kurdan ra, ji hevalên xwe ra dibêje dev ji doza azadî û
serxwebûna kurdan berdin, entegreyî civta tirk bibin, hêdî hêdî bibin tirk.
Serokên PKK´ê, bi hezaran kurdên serê salan e di nava micadelê da ne, qehremaniyê
mezin kirine, vê banga Evdila Ocalan rast dibînin û dibêjin emê bi cî bînin,
him jî bêyê ku tirk soza mafekî herî biçûk bide wan û miletê kurd.
Selahattîn Demîrtaşê 9 sal in êsîr hatiye girtin, wî jî piştgirî daye banga Ocalan, gotiye, "Ezê ji bo serkeftina Erdogan, Bahçelî û Ocalan her tiştê ji destê min tê bikim, Xweda temenekî dirêj bide wan hemûyan"
Serokên hin partiyên Kurdistana Başûr, Bafil Talabanî, Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û serokê partiya Yekgurtî Selahedîn Bahadîn jî piştgirî dane banga Evdila Ocalan, gotine dibê PKK daxwaza wî bicî bîne.
Bêyî serokan bi hezaran kurdên din jî bangê diparêzin, di medyaya sosyal da gelek kes ji bo ku cî bidin vê banga teslîmîyetê xwe perçe dikin.
PKK xwe fesh dike nake ew zanin, ev gelşa wan e. Ez danîna çekan rast dibînim, çimkî êdî zirarê dide kurdan.
Lê tiştê Evdila Ocalan ji bo miletê kurd gotiye felaket e, ne qabilê qebûlkirinê ye. Helbet miletê kurd ewê dev ji doza azadî û serxwebûna xwe bernede.
Micadela kurdan ya serxwebûnê bi Evdila Ocalan destpênekiriye û bi teslîbûna wî û PKK´ê jî ewê neqede. Heta kurd azad bibin, Kurdistan çêbibe ev micadele ewê dom bike.
Lê belê însanek çawa kane vî hukmî li hewqas însanî bike, çawa kane bi milyonan însanî bêîrade bike,
teslîm bigire, wek pêxemberekî bi xwe va girê bide aqilê min nagire, ez matmayî dimînim.
Tu Pêxemberî di saxiya xwe da ev hukimê Evdila Ocalan dike nekiriye, hewqas însan nekiriye murîdên
xwe.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar