17 februari 2025

Donald Trump serokên ewrûpî şeqizandin


Serokê Amerîkayê Donald Trump di mesela şerê Ukranyayê û hevdîtinên bi Pûtîn ra serokên ewrûpî şeqizandin, fena Trump şîrmaqekê li wan xîne, giş şok bûne. 

Serokên ewrûpî tiştekî wiha ji Amerîkayê nedipan. Zanîbûn Donald Trupm tiredîneke, lê texmîn nedikirin di mesela Ukranyayê da ewê lîstikek wiha bilîze, wan derî hevdîtinan bihêle, bêyî wan ewê bi Pûyîn ra têkeve têkiliyê.
Mêrik Yekîtiya Ewrûpayê da alîyekî, ew bi tena serê xwe bi Pûtîn ra ket têkiliyê, di telefonê da bi Pûtîn ra peyivî.

Ev ne bes bû, nuha jî delegasyonên Amerîkayê û Rûsyayê roja sêşemiyê li Erebîstana Suûdî dicivin. Ewê şertên rawestandina şer û aştiya nabêna Ukranya û Rûsyayê da minaqaşe bikin.

Di vê civînê da jî ne Yekîtiya Ewrûpayê heye, ne jî Ukranya. Ewrûpî ji binda şeqizîne, ketin panîkê. 

Lema serokê Fransayê Emmanuel Macron daxwaza civîneke bi lez kir. Serokên Yekîtiya Ewrûpayê îro li Parîsê dicivin. Hela em binêrin ewê çi biryarê bigirin.

Serokên ewrûpî Amerîka wek mezinê xwe, wek bavê xwe dîtin, diwestin Amerîka tim bide pêş wan, ew jî bidin dû Amerîkayê. 

Ji bo wê jî di mesela Ukranyayê da jî serokên ewrûpî pir pasîf man, tu carî nexwestin bêyî Amerîkayê bi Pûtîn ra têkevin têkiliyê. 

Nuha fêm dikin ev hesab û siyaseta wan pir şaş bû. Lema bi lez li Fransayê dicivin. Li gorî texmînên pisporan di vê civînê da ji bo parastina Ewrûpayê ewê butçeya leşkerî zêde bikin.

Ev însîyatîfa Donald Trump li gorî dilê rûsa ye. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergej Lavrov gotiye, Trump û Pûtîn di mesela liderhîştina Ewrûpayê da li hev kirine. 

Yanî Pûtîn û Trump gotine em Ewrûpayê tevî vê meselê nakin, em di nav xwe da çareser bikin.

Lê serokê Ukranyayê Volodymyr Zelenskyj li dijî însîyatîfeke bi vî rengî ye û gotiye, ”Ji min ra gotin li Erebîstana Siûdî ewê civînek çêbibe. Çi civîn e ez nizanim."

Donald Trump merivekî rentele ye, dîktatorekî ne temam e, heger hinek nikanibin bisekinînin kane her dînîtiyê bike. 

Di mesela me kurdan û Kurdistana Rojava da jî kane dînîtiyeke wiha bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar