Li Amedê di pêşengiya HUDAPAR´ê da li ser mesela kurd konferansek hat çêkirin. Konferansê du rojan(15/16-02)dom kir.
Piştî konferansê beyaneka 15 xalî hat belavkirin. Di nav 15 xalên beyanê da hin
xalên baş hene.
Lê li alî din di destpêka beyanê da li ser mesela kurd û
avabûna Kurdistanê analîzeke pir xerab heye. Hudaparê heta nuha konferanseke
wiha nekiriye. Çima ev konferans çêkir meriv dide fikarandin.
Analîza li ser
mesela kurd wiha ye:
”Mesela kurdan ne tenê meseleyeke esayişê, şîdetê ya jî
terorê ye; aliyên wê yên tarîxî, siyasî, huqûqî, sosyolojîk, ekonomîk, herêmî û
navnetewî jî heye. Ji ber ku metodên rast nayên bikaranîn çareserî dereng dikeve,
lema jî gelş kûrtir dibe.
Hêzên navnetewî, bi taybetî jî nûnerên emperyalîzmê dixwazin xwe tevî meselê
bikin, ev jî ewê meselê bêtir tevlihev bike.
Îro hêzên emperyalîst, di ser vê meselê ra dixwazin welatên têkildar(yanî Tirkiyê,
Sûriyê, Îraqê, Îranê) hemûyan perçe perçeyî bikin û sîyonîzmê bikin hêza
serdest ya vê coxrafya yê.”
Ev analîz pir xerab e, dubarekirina dîtina dewletê û hêzên antî-kurd yên li
dijî serxwebûna kurdan û avbûna Kurdistanê ye.
Berî her tiştî mesela kurd meseleyeke millî, netewî ye, mesela axê ye, ne
gelşeke ”esayişê, şîdetê, terorê ye; huqûqî, sosyolojîk, ekonomîk” e.
Xwediyên beyanê gelek sebeb li dû hev rêz kirine, lê negotine mesela kurd
meseleyeke millî, netewî ye. Kurd dixwazin welatê xwe rizgar bikin û xwe îdare
bikin. Ev yek.
Ya din jî, Hudapar di beyanê da li dijî perçebûna dewletên Kuridistan
dagirkirine derdikeve, dibêje heger Tirkiye kurdan razî neke, hêzên emperyalîs
ewê herçer dewletên Kurdistan di nava xwe da par kirine ”perçe perçeyî bikin.”
Herçar dewlet perçe nebin Kurdistan çênabe. Ji bo kurd çêbibe, kurd bibin
xwediyê welatê xwe, dibê herçar dewletên dagirker werin perçekirin. Ya dibê
kurd veqetin, ya jî bi van dewletan ra federasyona ava bikin.
Û piştî perçekirina herçar dewletan û avakirina Kurdistanê ewê sîyonîzmê bikin hêza
serdest ya vê coxrafyayê.
Beyan vê yekê pir eşkere dibêje:
”Îro hêzên emperyalîst, di ser vê meselê ra dixwazin welatên têkildar hemûyan
perçe perçeyî bikin û sîyonîzmê bikin hêza serdest ya vê coxrafya yê.”
Maneya van gotinên jor, Kurdistan di asasê xwe da Îsraîla duduya ye. Heger
Kurdistan çêbibe Îsraîl ewê bibe hakimê herêma me.
Hudapar û kesên li pişt vê beyanê kurdên serxwebûnxwaz dikin pîyonên Îsraîl,
dibêje gerek em, Tirkiye rê li ber perçebûna Tirkiyê, Sûriyê, Îraqê û îranê
bigirin, nehêlin Kurdistan ava bibe.
Ev dîtin ne ya kes û hêzeke kurdperwer e, dîtina îslamîst, kemalîst û faşîstên
tirk e; ji bo ku daxwaza kurdan ya serxwebûnê reş bikin, tim emperyalîzê û
sîyonîzmê filan bi micadela û liberxwedana kurdan va dizeliqînin.
Wek mesela terorê, mohra terorîzmê li her serîhildan, micadele û şerê kurdan yê
azadî û serxwebûnê jî dixin.
Di beyana konferansa Hudaparê da jî ev mohra tiliya emperyalîzmê û Îsraîl li
micadela kurdan a serxwebûnê hatiye xistin.
XXX
Dêlikekê di meclîsê da heqaret li kurdan kiriye.
Bav kûçik be, law ewê kûçikbav be, yanî segbav be.
Neyarên me ne tenê kûçik in, kûçikbav in jî. Lema tu carî
baş nabin, tu carî dev ji kûçitiyê bernadin. Di her fersendê da wek kûçikên har
radihîjin me. Bav heger pak bûya ev zurîyet bi dû nediket.
Kûçik bi qusandinê nabe tajî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar