16 februari 2025

Şevbêrka me ya vê carê bê minaqaşeyên siyasî derbas bû

Do êvarî ez û xanim mîvanên hevalê me Rojvan Yeşîl bûn. Mihemed Elî Yildirim ji Almanyayê, Wehbî Aydin ji Fransayê hatibûn. 

Di şîna Debbie Nûjen xanimê da me li ser niga hevdu dîtibû, lê me sohbet û şevbêrik hîştibû rojeke din.

Do êvarî em li mala Rojvan gihîştin hev. Mahmûd Lewendî û Nîmet û Aydin jî hatin.
Me hetanî derengê şevê şêwr û mişêwrek xweş kir.
Vê carê em neketin minaqaşeyên meseleyên siyasî. Me çend caran xwe nêz kirê, lê em neçûn nav, me tevranekir.

Nizanim çima, kesî mesele nebir wir. Di normalê da şevbêrkên me bi minaqaşeyên siyasî derbas dibe. Lê vê carê wer nebû.

Me qala serpêhatiyên xwe, rêwîtiyên xwe kir. Derengê şevê em gihîştin malê.
Sipas ji bo mazûbanîya Rojvan û xanima wî û xwarinên xweş yên me xwar in.
Qey ez bêxew û westîyayî bûm, lema vêsê nîv saetê derengtir bi xwe hesîyam.

Îro hewa sar e, 9 derece di binê sifirê da ye, lê li gorî rapora meteorolojîk serma wek 15 dereceyê sar be ewê were hiskirin. Tişt nabe, emê jî li gorî wê kincên germ li xwe kin û dîsa jî gerra xwe bikin.

Do gerek banga Evdila Ocalan bihat belavkirin. Hetanî nuha tiştekî wer bi ber çavên min neketiye. Qey Evdila Ocalan û hevalên xwe û dewletê li ser naveroka beyanê li hev nekirin. Belkî îro hinek qala wê bike.

Heyeteke DEM partiyê ya pir qelebalix do çû Hewlêrê. Dûra ewê herin Silêmaniyê. Ewê 3 rojan li wir hevdîtina bikin.

Cara pêşî ye heyeteke hewqasî qelebalix dihere Kuristana Başûr. Ji bo çi diçin, ewê ji Mesûd Barazanî û Bafil Talabanî çi bixwazin ez nizanim.

Di heyetê da ev kes hene:
Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBP´ê Keskîn Bayindir, endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bilmez, berdevkên Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç.

XXX

Li Kurdistana Bakur gelek bajarên Serhedê di bin berfê da mane, riyên li dora 3 hezar gundan ji çûyin û hatinê ra hatine girtin. Dibistanên destpêkê hatine girtin. Nuha kêf kêfa zarokan e. Dibistan tune û berf dibare. Ji wê xweştir tişt tune.

Berf xizna erdê ye, çiqasî bibare ji erdê ra baş e, xêr û bereket e, erdê dewlemend dike. Dûra berf dihele erd dimîne.

Li Stockholm jî vêsê berf dibare, 7 derece di binê sifrê da sar e. Bakî sar tê.

Berfa me bi qasî ya Serhedê, Culemêrgê, Wanê, Belîsê ne pir e, lê ji tunebûnê çêtir e, erd sipî kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE