Dewleta dagirker dest danî ser belediya Wanê jî. Bû çend beledîye wiha bi zor digir dikin nizanim. Ji bo ku dewleta wan heye, ya me tune ye lema kanin vê çavsoriyê li me bikin.
Tirk êdî rayên me, îradeya miletê kurd jî nas nakin. Hilbijartin êdî
tîyatroyeke wan e.
Gelo rast meriv bibe fîguranên vê tiyatroya tirkan?
Dibê siyasetmedarên me, partiyên me vê meselê bi rengekî cidî minaqaşe bikin.
Wê demê tu maneyeke beşdarbûna hilbijartinan tune ye.
Kurdên hîn jî hevalên vê hukûmetê ne pir bêxîret in, qurişekî jî nakin.
Heger hezar kurdên hevalên AKP´ê, parlamenterên APK´ê yên kurd piştî vê biryara hukûmetê îstifa kiribûna Erdogan ev çavsorî nedikir.
Lê ji bo ku zanin ew çi bikin jî dîsa bi sedhezaran kurdên bêxîret û bêxurûr û ruhkole ewê dev xulamtiya wan bernedin, lema qeyûman datînin ser belediyên kurdan.
XXX
Ji Amerîkayê, Kanadayê bigire heta bi serokên welatên
Yekîtiya Ewrûpayê, hemû jî qedir û qîmeteke pir mezin didin serokên kurdên başûr
û rojavayê Kurdistanê.
Lîderên dinyayê qedrê didin serok û siyasetmedarên kurd
nadin serokên Tirkiyê û Îranê.
Di her civîna navnetewî da serokên kurdên başûr û rojavayê
Kurdistanê li ser destên xwe digerînin. Meriv bi vê yekê helbet pir kêfxweş û
serbilind dibe.
Lê karên serokên me dikin, gavê ew davêjin, têkiliyên nabêna
partiyan ne li gorî vî qedrê xelk dide wan.
Xelk dixwaze kurd bi tifaq bin, neyartiya hev nekin û
berjewendiyên netewî di ser her tiştî ra bigirin.
Lê serokên me di vî warî da îmtihaneke baş nadin, di tifaqa
netewî da pir bêdil hereket dikin, bi vê yekê jî dost û dilxwazên xwe xeyalşikestî
dikin.
XXX
Li Kurdistana Bakur gelek bajarên Serhedê di bin berfê da
mane, riyên li dora 3 hezar gundan ji çûyin û hatinê ra hatine girtin.
Dibistanên destpêkê hatine girtin. Nuha kêf kêfa zarokan e. Dibistan tune û
berf dibare. Ji wê xweştir tişt tune.
Berf xizna erdê ye, çiqasî bibare ji erdê ra baş e, xêr û
bereket e, erdê dewlemend dike. Dûra berf dihele erd dimîne.
Li Stockholm jî vêsê berf dibare, 7 derece di binê sifrê da
sar e. Bakî sar tê.
Berfa me bi qasî ya Serhedê, Culemêrgê, Wanê, Belîsê ne pir e, lê ji tunebûnê çêtir e, erd sipî kiriye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar