Hevserokê DEM partiyê Tuncer Bakirhan li Çeneqeleyê qala ”ruhê Çeneqaleyê kiriye”, gotiye:
”Li gorristana Çeneqeleyê kurd tenê, tirk tenê, ereb tenê
tune ne. Li wir hemû rengên Tirkiyê hene. Heger çareseriyekê bibe dibê li gorî
ruhê Çeneqeleyê bibe.
Em dibêjin em tifaqa kurd û tirkan a li Çeneqelê ji nuh va ava bikin.”
Birayê ezîz bes e, dev ji van şelafiyan berdin, tirk, ev zalimên dîktator bi van şalûzîyên we, bi bergerê, bi heyran û qurbanê nerm nabin, tu mafî nadin kurdan. Heyfa we ye, wiha mekin !
Bi gotinên wiha hûn xwe û miletê xwe biçûk dixînin.
Di siyasetê da meriv mecbûr be carnan şelafiyê bike jî dibê kara meriv tê da hebe, dibê meriv qezencekê, feydeyekê ji şelafiya xwe bibîne.
Gava kara û feydeya meriv tê tunebe dibê meriv xwe biçûk nexîne, belasebeb xwe kêm û serê dijminê xwe mezin neke.
Ne xweş e, kesên hûn van tiştan ji wan ra dibêjin qurişekî nakin, heyfa we ye, xwe û miletê xwe bêqedir nekin.
Ya din kurdan tu carî bi îrada xwe ya azad neçûne hawara tirkan, kurd bindest bûne tim hatine mecbûrkirin. Kurd tim bi şîn û girî çûne leşkeriya tirkan.
Li
Çeneqelê û Sariqamîşê jî wiha bû. Kurdên li wan deran di şer da, ji birçîna û
ji sermayê mirin bi zor bûbûn leşkerên tirk.
Fikrên xwe, daxwazên xwe bêyî ku hûn ji van neyarên kurdan ra şalûziyan bikin
bibêjin. Sîyaseteke bi şexsîyet bimeşînin, ew baştor û bi tesîrtir e.
XXX
Hukûmeta Îraqê meaşên karkir û mamûrên herêma Kurdistanê
nade, bi derengî dixîne.
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd kurd e, ji YNK´ê ye, lê nikane
meaşê karkir û mamûrên Kurdistanê bide dayin. Hukûmet guh nadê
Ji ber derengxistina meş du hefte ye mamoste li Silêmaniyê
di grewa birçîbûnê da ne.
Serokkomar Letîf Reşîd, li Dadgeha Federal gilî li serokwezîr
û wezîra malçyê kiriye.
Dewletekê bifikirin meaşê karkir û mamûrên xwe nade û
serokkomar li serokwezîr gilî dike.
Komedîyeke ji viya mestir çênabe.
Ya rast tu tiştekî me û ereban, ne li Îraqê, ne li Sûriyê
tev hev nemaye. Bi darê zorê em bi xwe va girê dane. Ev zorbatî û neheqî ye. Lê
dinya hîn vê rastiyê qebûl nake, lema jî li Sûriyê û Îraqê piştgiriyê nade serxwebûna
kurdan.
Serokên kurd dibê bala dinyayê tim bikşînin ser vê yekîtiya
bêdil, bi darê zorê. Dibê li Sûriyê û Îraqê kurd û ereb ji hev veqetin. Bingeha
yekîtiya me, mana me ya bi hev ra nemaye.
Dema li welatekî serokkomar li serokwezîr gilî bike ew welat
ne tu welat e, îdî ji hev da ketiye.
XXX
Cenazeyê xortekî bi navê Welat Can li Stenbolê di deryayê da
dîtine. Xoretekî çeleng, wek şêrekî bûye. Dilê min şewitî.
Di 23´ê mijdarê da xwişka wî li Sariyêrê di bahrê wer bûye.
Ji bo ku xwişka xwe xelas bike wî jî avêtiye ji nav deryayê da, herdu jî xelas
nebûne, fetisîne. Kezeba meriv perçe dibe. Pir pê êşiyam.
Her cara cenazê yekî wendabûyî dibînin, ya jî dibêjin yek
wenda bûye, ya jî hatiye kuştin, wek heft kes ji min ra bibêjin kurd e, di
nuqute dilê min, ez dibêjim wele kurd e û bi rastî jî kurd derdikeve.
Welat Can jî kurd e. Xwedê sebrê bide malbata wî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar