Tirkan di vî sed salê dawî hewqas neheqî, zulm, nerindî li me kirin bingeha jiyaneka bi hev ra, bingeha rojekê dilê me li wan sipî bibe nehîştine.
Tiştên wan aniye serê me, zulm û neheqiya wan li me kiriye û dikin tu carî nayê
jibîrkirin û nayê efûkirin.
Bi êrîşên xwe yên ser kurdên Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr da di vê siyaseta
xwe ya antî-kurd da irsrar dikin.
Serokên Tirkiyê ji Ehmet Şer ra dibêjin, dibê hûn mafekî herî biçûk jî nedin kurdan û tavilê dest bi şerê wan bikin. Ji bo HTŞ´êû çeteyên din êrîşî kurdan bikin çi ji destê wan tê dikin.
Sebebê Ehmed Şer di mesela federalîzmê da çivan dide xwe, naxwaze deshilta kurdan qebûl bike Tirkiye ye, Tirkiye dixwaze sîstema xwe li Sûriyê jî bicî bike.
XXX
Di medyaya sosyal da carnan ez rastî nivîsên, vîdeoyên hin
camêran têm, dibêjim xwezî min ev camêr ji zû da nas kiribûya. Minê ji fikrên
wî feyde û feyz girtiba.
Hinek jî hene dema li wan guhdarî dikim dibêje xwezî min lê
guhdarî nekira. Min ew çawa xeyal dikir bira wer bima.
Texmînên meriv ên di heqê însên da caranan bi îsabet in,
carnan jî şaş in. Bi texmînên rast dertên meriv kêfxweş dibe, bi yên şaş dertên
jî meriv xeyalşikestî û xemgîn dibe.
Helbet ne mimkûn e meriv hertim rast bifikire. Tu nîşangirê
cîhanê yê herî baş be jî carnan tu yê firê bikî, tim nikanî li nîşanî xînî. Hinê
caran kane qerewane be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar