11 februari 2025

Keça kurd a hêja, tu yê tim di dilê me da bijî !


Me îro bi dilşewatî, bi xemgîniyeke bêsînor û bi çavên mişt hêsir keça hevalê xwe Mamoste û Zînet Nûjen xanimê, Debbie Nûjen li Stockholmê teslîmî axa sar kir.

Dê û bavê wê, xuşk û birayên wê, malbata wê û bi sedan dost, heval û hezkiriyên Debbie Nûjen xanimê bi dilşewatî û bi çavên mişt hêsir xatir jê xwestin.

Ji bo vê mirina zû, ne dê bavê wê, malbata wê tenê, bi sedan kesên beşdarî merasima cenazeyê bûn hêsir barandin.

Jiyan rêwîtiyek e, carnan kin e, carnan dirêj e. Mirin dawiya vê rêwîtiyê ye.
Her kes bi viya zane.


Heger meriv jiyana însên bişibînin nêrdiwanekê, pêlika pêşî jidiyikbûn e, pêlika dawî jî mirin e.

Lê mirin carnan bi hin kesan ra bêbextiyê, qeleşiyê dike, nahêli bigihîje pêlika dawî, di pêlika ortê da ji ser nêrdiwanê dixîne ji dê û bavê, ji hezkiriyên wê, wî distîne.

Yanî mirin jî ne adil e, ew jî bêedaletiyê dike. Erê mirin dora êş e, her kes li bende dora xwe ye, lê dora hinekan pir zû tê.


Wek mirina Debbie Nûjen xanimê.
Nuha ne wexta mirina keça me Debbie Nûjenê bû, hîn pir zû bû; hîn 50 saliya xwe neqedandibû.

Emê gişê bimrin, her kes viya zane, lê gava mirin zû, bêwext tê bi gewriya meriv digire, pir zor e, hinav li meriv tîne xwarê.



Li dinyayê ji bo dê û bavekî tiştê herî zor dîtina mirina zarokê xwe ye.
Ketina bin darbesta ewladê xwe, êşeke pir giran û zor e.
Ji bo wê jî Xwedê sebrê û tehamilê bide Mamoste û Zînet xanimê.

Duayeke kurdan heye, dibêjin Xwedê Teala mirina ewlad nîşanî tu dê û bavî nedî. Çimkî dîtina mirina ewladê xwe êş û janeka mezin dixe hinavê meriv.

Debbîe xanim jineke pêşeng bû, serkêş bû, sermîyan û serdara malbatê bû, îdola keçên kurd bû. Dildara welatê xwe, qewmê xwe, zimanê û kultura xwe bû.



Bi xortekî swêdî ra zewicîbû, lê him navên kurdî li hersê lawên xwe kir, him jî ew fêrî kurmancî kirin. Di her dawetê da zarokên wê govendgir bûn. Her dê nikane viya bike.

Debbîe Nûjen, keçek cidî û bi diîpêlîn bû, çar zimanan fêr bû, bû huqûqnasek baş. Li Swêd bi pêş ket, entegre bû û kanîbû fêde bigîhanda miletê xwe û dîaspora kurd.

Di warê xwendinê da meriv kane bibêje bû pêşenga keçên kurd, gelek keçên kurd teşwîqî xwendinê kir, ew cesaret da wan, her tim bû pîbara wan.

Ji bo wê jî kurdên Swêd hemû Debbîe Nûjen xanimê û birayê wê Ozz Nûjenê komedîyenê bi nav û deng nas dikin û gelkî jî hez dikin.

 Ji ber vê hezkirinê bû îro him di dema definkirinê da, him jî di şînê da bi sedan însan hatin xatir jê xwestin.

Em wê ji bîr nakin, ewê tim bi hezkirin di dilê me da bijî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE