Li her herçar perçên Kurdistanê partiyên kurdan ên mezin, ên xwedî hêz nêzî hev dibin.
Di medyaya sosyal da li ser hevkariya nabêna partiyan da xeberên xêrê bi ber
guhê meriv dikevin.
Lê hin xeberên ne xweş, metirsîdar jî belav dibin. Hêvî dikim derew be,
bêbingeh be.
Fena ku di siyaseta kurdî da qonaxeke nuh dest pê kiribe. Kêfa meriv tê, hêviya
meriv geş dike.
Şertên welatê me û êrîşên dijmin kurdan mecbûrî hevkariyê û
tifaqê dike. Hevkarî, dostî, tifaqa netewî li kara her kesî ye.
Kurdistana Rojava jî li ber xelasbûnê ye, dinya ne bi ereb û
tirkan ra ye, piştgiriyê dide kurdan.
Lê ji kurdan jî yekîtiyeke netewî dixwazin. Dibê kurd di
demeke pir kin da tifaqa xwe saz bikin û bi yekdengî herin ser masa bazarê.
Ji Kurdistana Rova talûkeya herî mezin Tirkiye ye.
Tirkiye pir aktîf dixebite
ji bo ku hêza kurdan a leşkerî belav bike. Ji bo bigihîje vê hedefa xwe him
zorê, desthilata Sûriyê ya nû bi kar tîne, him jî dixwaze ji Evdila Ocalan fêdê
bibîne.
Yanî Tirkiye dixwaze bi destê Evdila Ocalan kurdên Rojava bêyî ku mafekî netewî
bidest xînin xwe teslîmî Sûriyê bikin.
Dibêjin Evdila Ocalan di 15´ê sibatê da ewê bangekê belav bike û di wê bangê da
teslîmbûnê ji PYD´ê, HSD´ê, QSD´ê bike.
Ev îdîa çiqasî rast e, çiqasî derew e nizanim. Ez dibêjim Ocalan şaşiyeke
wiha nake, gerek neke. Lê heger dîn bû û kir jî dibê kurd guh nedinê.
Bi baweriya azadî û bindestiya kurdên Rojavayê Kurdistanê êdî di destê PYD´ê, HSD´ê û partiyên kurdî da ye.
Heger ew bi dilxwazî xwe teslîmî dijmin nekin azad bûne
XXX
Ji bo ku kurd li Sûriyê, li Kurdistana Rojava nebin xwedî
statuyeke netewî, ji bo ku kurd li welatê xwe Kuristanê xwe îdare nekin Erdogan
û Bahçelî xwe didirînin.
Ew çi bikin, dev li kevir û daran kin jî kurd ewê azad
bibin. Xerabiya wan ewê ji wan ra bibîne, vê carê ewê nikanibin rê li ber
azadbûna kurdan bigirin. Xwe pir diwestînin, lê wer xuya dike vê carê bi ser
nakevin, ewê pûş bikutin.
xxx
-Çewtîya hertim çêdibe tu zanî çi ye?
Meriv wer texmîn bike jiyan qet naguhere, tirên bêyî ku xetê
biguherîne heta û heta dihere.
Lê belê hêza xeyalî ya qederê ji ya me rengîntir e.
Di dema tu wer texmîn dikî riyeke din a filitandinê nemaye,
di dema bêhêvîtî digihîje zîrweyê, her tiştî bi sureta ba(bayî) diguhere û tu
xwe di nava jiyaneka nuh da dibînî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar