Waliyê Amedê bernameya bibîranîna Şêx Seîd a îro ewê li Amedê bihata çêkirin qedexe kir.
Komeleya Şêx Seîd xwest îro li Amedê 100 saliya şehadeta Şêx Seîd û 47 hevalên
wî bi merasim û bi konferanseke berfire bibîr bîne. Lê hukûmetê, bi îhtîmaleke mezin Erdogan emir da waliyê
xwe, got nehêlin.
HUDAPAR wek şûr li pişta Erdogan e. Lema 4 parlamenter ji kontejana AKP´ê xist
meclîsê.
Lê nikanin mirîyekî xwe jî bibîr bînin, çimkî Erdogan qebûl nake.
Vê dewleta tirkan him Şêx Seîdê gorbihuşt û 47 hevalên wî 100 sal berê îdam kirin, him jî nuha nahêlin em şehîdên xwe bibîr bînin.
Mêrikan him me dikujin, him jî nahêlin em şîna miriyên xwe bikin, nahêlin em wan bibîr bînin.
Û HUDAPAR û bi hezaran kurd dîsa jî dengê xwe nakin, dîsa jî dev ji zilamtiya Erdogan û dewleta tirkan bernadin.
Însan çawa kanin hewqasî bêxîret, hewqasî ruhkole be meriv
fêm nake.
Bi meriv ra misqalek xurûr, xîret hebe meriv nabe hevalê kesên nehêlin meriv
miriyên xwe bibîr bîne.
Şêx Seîd û 47 hevalên wî di 29´ê hezîrana 1925´a da li Amedê hatin îdamkirin.
Şêx Seîd û hemû şehîdên doza Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim.
XXX
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê yê berêû serokê partiya GELECEk´ê Ahmet Davutoglu gotiye, "Heta dewleta Filistîn tê avakirin bila
Xeze wekî herêmeke otonom bi Tirkiyeyê ve were girêdan."
Hevalê wî yê berê Erdogan dixwaze ji Efrînê heta bi Kerkûkê,
Kurdistanê dagir bike, bi Tiriyê va girê bide.
Davutoglu dixwaze sînorên Tirkiyê hinekî din fire bike,
bigihîne Xezayê.
Heta sîleyeke baş li belka guhên tirkan nekeve tirk rehet
nasekinin, rehetiyê nadin cîranên xwe û dinyayê jî.
Mêrikan gewî û çavsorî bûne, bi erdê dagirkirine nayên serî, hinek erdê din dixwazin.
XXX
Mûrad Bayram bi Sîmon Suleyman ra li ser fîlmên kurdî û
festîvalên fîlman sohbeteke pir xweş û bi fêde kiriye. Li sohbetê guhdarî
bikin, hûnê pir jê hez bikin.
XXX
Bi vê nûçeya Abdulselam Akincî û bi hebûna van xebatên keç û
xortên me pir kêfxweş bûm.
Ciwanên me hêdî hêdî ji xewa mirinê, ji tesîra tevizîna
asîmîlayonên xelas dibin, li xwe û li zimanê xwe vedigerin.
Van ciwanan yek bi yek pîroz dikim.
XXX
Wer xuya dike serokên Şamê yên nuh ewê li gorî emir û
daxwazên tirkan hereket bikin. Komîteyek ji bo Kongreya Niştimanî bêyî kurdan
ava kirine. Bi kurdan neşêwirîne, raya kurdan negirtine.
Ev tê wê maneyê nêta wan tuneye tu mafî bidin kurdan,
dixwazin her tişt wek dema Beşar Esed be.
Ev pîşikê tirkan e. Ka em binêrin kurd ewê çi bersîvê bidin
vê gava Ehmed Şer.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar